Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Paşeroja me di bin avê de ma’

Piştî Bendava Ilisûyê av girt, tevî hin mezrik û gundan bi hezaran donim erd jî di bin avê de man. Hat diyarkirin ku di salên 90’î de bi hinceta ewlehiyê gund dihatin valakirin, lê belê niha jî ji ber bendavan gund tên valkirin û wiha hat gotin: “Paşeroja me di bin avê de hiştin.”

Piştî Bendava Ilisûyê avê bigire tevî Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salan, wê 199 gund û mezrik jî di bin avê de bimînin. Heta niha mezrika Yokûşbaglar a gundê Motit ê Sêrtê di bin avêd e maye. Şêniyên mezrikê bilêv kirin ku 100 sal in li vî gundî ne û gotin, tevî erdê wan paşeroja wan jî di bin avê de hatiye hiştin.

‘Erdê min di bin avê de ma’ 

Sezaî Başaran (35) ku ji vê mezrika navbirî ye, bilêv kir ku di sala 1992’yan bi hinceta “ewlehiyê” gundê wan hatiye valakirin û got: “Wê çaxê em çûn li gundekî nêzî me bi cih bûn. Tenê bi şev ji bo razanê em diçûn. Biroj jî ji bo çandiniyê em diçûn gundê xwe. Di sala 2000’î de em bi temamî evgeriyan gundê xwe.” Başaran, anî ziman ku niha jî ji ber Bendava Ilisûyê ji mecbûrî ji gunde dertên. Başaran, diyar kir ku piştî hatiye gotin avgirtina bendavê 4 salan hatiye taloqkirin îsal jî erdê xwe çandine û got: “Min 80 donim garis û 40 donim jî bacan çand. Hemû di bin avêd e man. Niha li nav erd kelem hene. Wê ev jî di bin avêd e bimînin, lê ji ber naxwazim li ber çavê min hişk bibin wan av didim.”

‘Tu plansaziyek me tune ye’ 

Başaran, bi bîr xist ku mal û erdên wan hatine îstimlaqkirin û heta niha wan tiştekî biçûk ji vê îstimlaqkirinê girtiye, lê belê hîn ji bo xaniyên wan pere nedane wan. Başaran, anî ziman ku her diçe av boştir dibe, lê belê hîn jî nizanin wê biçin kuderê loma hîn li gund in.

Ekrem Tarha (62) ku gundê wan Seyfiye bi temamî di bin avê de maye, anî ziman ku wê nêzî 300 gund û mezrik di bin avê de bimînin û got: “Her çend ji me re bêjin ‘me pere da we û we erdê xwe firotiye’ jî, lê min li vira nêzî 400 donim erd da lê belê bi pereyê wî tenê min li êlihê akribûye 2 donim erse bikirim.” Tarha, diyar kir ku li gund 80 kesî bi erd debara xwe dikir û got: “Me li vira hezar û 500 donim garis û pembo diçand. Mixabin niha kes nikare çandiniyê bike. Her wiha heywan jî sûdê jê nagirin. Hemû di bin avê de man. Niha xwe kêm hîs dikim. Me debara xwe bi wan erdan dikir. MIxabin niha hin ji me berê wxe dane Stenbol, Îzmîr û Êlihê.”

Berê ewlehî bû, niha jî bendav 

Faîk Aydin (60), diyar kir ku gundê wan xwedî dîrokeke 120 salî ye ûg otî di sala 1992’yan de ji gund hatien derxistin. Aydin, bilêv kir ku di sala 1998’an de ew û birayê xwe dîsa çûne gund û wan dîsa çandinî kiriye. Aydin, destnîşan kir ku niha jî ji ber bendavê gel ji gundan derdixin. SÊRT 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar