Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Paşverûtiyên civakê

Li hemberî paşverûtiyên civakê rojane jin, zarok tên kuştin. Herî dawî li Hesekê zaroka bi navê Eyde El-Seîdo û dûvre Ayde El-Xîlêf hatin kuştin. Eyde ji hêla birê xwe û kurapê xwe ve hovane hat qetilkirin.

Di civaka Rojhilata Navîn de û kurd jî di nav de beriya zarok zû dihatin zewicandin. Di wê demê de ev mijarana normal dihat ditîn.

Lê mixabin ev adet di roja îro de jî di hêla gelek civakan de berdewam dike. Çiqas jî li gelemperî cîhanê di hêla hiqûqî de pêşiya zewacên zarokan bên girtin jî, ev yek di giyana rojane de pir bandor nake û gelek caran tenê di teoriyê de dimîne.

Li gor daxuyaniyên Unicefê dê di nav 10 salên pêşiya me de zewacên zarokan 10 qat zêde bin. Çiqas van salên dawî de hêjmara zewaca zarokan ketibe jî, ji ber covîd -19 ev hejmar dîsa bilind bû. Ji ber girtina dibistanan, xizanî û kêmaniya xizmetan rîsk jî zêdetir bû. Bi milyonan zarokên keç bi zora malbatên xwe tên zewicandin.

Hîn jî gelek civak vîna jin û zarokên keç qebûl nakin û li ser jiyana wan biryara digirin. Paşverûtiya civakê kuştinên jin û zarokên keç ên di bin navê namûsê de normalîze dike û nahêle jin û zarok bibin xwedî jiyanek azad.

Li Rojava, cihê ku bi şoreşa jinan jî tên nasandin, her wiha bi şoreşa xwe bû hêviyek ji bo mirovahiyê, pergala ku tê de hemû beşên gel, nemaza jin û ciwan, rêxistana xwe ya demokratîk hewl dide biafirîne û bi bingeha wekhev tê birêvebirin. Li ser kuştinên her du zarokan li hemberî hişmendiya patriyarkal a ku dixwaze li ser jin û zarokên keç ferz bike, rabû ser pêyan.

Li ser van kuştinan gelek sazî, rêxistin û partiyên jinan nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ya girîng ew e ku jin bê rêxistin nemîne û mafê xwe bizanibe. Ji ber vê yekê jî, daxuyaniyên ji hêla Kongra Star, partî û hemû rexistinên jinan girîng e.

Em dizanin ku cihê ku statûya jinan xwe diguherîne li vir êrîş zêde dibin. Ev êrîşên hovane li dijî destkeftiyên jinan ango statuya hatiye destxistine.

Cihê ku wekheviya zayendî pêşdikeve, guhertin çêdibe. Mêr li vir kontrola xwe ya li ser jin û zarokan wenda dike û ev jî dibe sedem ku dixwaze vegere normên xwe yên civakî, yên berê.

Ji ber vê yekê dibê jin tu car dev ji doza xwe ya azadiyê bernedin û helwesta xwe nîşanê pergala desthilatdar bidin û li her derê xwe bi rêxistin bikin, daku tu jin bê rêxistin nemîne.

Ji gundan bigire heya bajaran, li her çar parçê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê, faşîzmê, li dijî pergala desthilatdar, li dijî kuştin, destdirêjî û paşverûtiyên civakê têkoşîna xwe bilind bike.

Li aliyê din ji bo dabinkirina wekheviya zayendî hişyarkirin û perwerdeya mêran jî gelek girîng e. Ji bo misogerkirina wekheviya zayendî divê ne tenê jin, gerek mêr jî werin perwerdekirin daku ev rolên ku di civakê de hatine danîn werin guhertin.

Nûçeyên Têkildar