Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Paytexta şehîdan; Kobanê

Îro salvegera rizgarkirina Kobanê ye. Ew bajarê ku ji neyaran re bibû derd. Di sala 2014’an de êrişên herî giran li ser wî bajarî çêbûn. Di îlona heman salê de dewleta tirk çeteyên xwe ango DAIŞ’ê bi ser wî bajarî de şandin. Çiqas barbar û hov hebûn berê xwe dan wî bajarê qedîm. Ew bajarê ku li dilê Rojava bû û miqabilî paytexta pêxemberan Rihayê bû. Rêber Apo jî dema berê xwe da rojhilata navîn di ser Kobanê re derbas bibû.

Dagirkeran jî xwestin ji vî bajarî planên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê têxin meriyetê. Ev yek di heman demê de peyamek bû. Lê hesabê ku dagirkeran dikirin li hev nehat. Çawa ku êrişên giran li ser Kobanê dest pê kirin, Erdogan jî ragihand ku hindik maye wê Kobanê bikeve. Vê axaftinê jî fitîla wî agirî sor kir. Lewma jî kurd û Kurdistanî herikîn ser sînorê Kobanê. Li Pirsûsê berxwedanek dîrokî nîşan dan û bi hezaran kes wekî lehiyekê herikîn Kobanê. Bi demê re jî ev berxwedan veguherî şoreşek enternasyonal. Ne tenê Kurd, çi kesê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dida xwe li Kobanê dîtin.

Li wî bajarê qedîm berxwedanek enternasyonal pêş ket. Ji ber beşa civakê şoreşger û welatparêzan li Kobanê şer kirin. Wan lehengan dizanîbû ku divê ew bajar nekeve. Bedena xwe kirin mertal û dîwarên ji xwînê ava kirin. Her rojê bi sedan leheng şehîd dibûn, lê dîsa jî dev ji berxwedanê bernedan.

Tax bi tax, kolan kolan, mal bi mal şer kirin û navê lehengiyê nivîsandin. Her kolanek Kobanê veguherî destanek berxwedanê. Piştî berxwedaniya 134 rojan, di 26’ê çileya 2015’an de mizgîniya rizgarkirinê ji Kobanê hat. Bedelek giran hat dayîn û bi hezaran şehîd hatin dayîn lê dîsa jî encama wê diyar bû. Serî netewandin û bajar neket destê dagirkeran.

Îro jî her kes dizane ku Kobanê qelenek çawa danî û bi çi rengî gihîşt rizgariyê. Eger hun dixwazin Kobanê bibînin, divê pêşî hun biçin şehîdgeha wê. Eger rojek riya we bi Kobanê bikeve, divê pêşî hun biçin wê şehîdgehê. Lewma bi saya wan şehîdan îro ew bajar heye. Lehengên li wê şehîdgehê dîrokek berxwedanê nivîsandin. Ew der bûye paytexta şehîdan.

Ji bo vê yekê ye Kobanê ji Erdogan û neyaran re bûye kul û derd. Lewma jî bi şev û roj êrişên qirkirinê li ser kurdan dimeşînin. Lê eger Kobanê ketibûya, wê ev dagirkerî heta Hewlêr û Silêmanî çûbûya. Ne rojava dima, ne jî başûr. Ji bo vê yekê Kobanê bû qibleya berxwedanê. Kurdan îspat kir ku bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin.

Berxwedana li Kobanê kurd nêzî hev kirin û rihekî netewî ava kir. Ji bo Kobanê li seranserê cîhanê milyonan rabûn ser piyan. Piraniya mirovan bi Kobanê re nav û dengê şoreşa Rojava bihîstin. Bi saya Kobanê navê Kurdan li cîhanê bi qehremaniyê tê hildan. Lewma jî wê Kobanê û berxwedaniya wan lehengan ti carî ji dîrokê neçe. Wê dîrok her tim behsa vê qehremaniyê bike.

Nûçeyên Têkildar