Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê saziyên çapemeniyê yên din ve nehat dîtin. Dibe ku di rojên pêş de balê bikişîne. Dibe ku ji bo hin kesan nebûbû rojev. Ji ber ku şopandina vê nûçeyê ji aliyê çapemeniya azad ve nehat kirin, weke gelek nûçeyên din ên girîng terkî jibîrkirinê hat kirin.
Di rastiyê de nûçeyên “dersînorkirina” Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ji ber girîngiya xwe diviyabû bihata şopandin û di rojeva raya giştî de bihata hiştin. Wisa nebû. Ji bo çi hat paşguhkirin ew alî nehat fêmkirin. Lê yên ku hatin “dersînorkirin” ew kes nûnerên partiya ku li hemû parçeyên Kurdistanê û qada navneteweyî de tê naskirin bûn. Li gel vê jî ji aliyê PDK a Barzanî ve hatin “dersînorkirin” û nehiştin bi tu awayî bixebitin. Ev nûçeya ku diviya bû bi bertekan bihata pêşwazîkirin, di encama çanda xerîdar a di nav nûçegihaniyê de bi cih bûye yan jî ji rêzê hat pêşkêşkirin. Helbet ev rexne wê çiqasî bigihêje cihê xwe? Ev mijara nirxandineke cuda ye. Divê mirov dîsa bi bîr bixe ku ji ber girîngiya wê divê ji gelek aliyan weke nûçe dîsa bigire dest. Bi vê re divê berî her tiştî bersiva pirsa çima nûner û rêveberên HDP’ê yên Hewlêrê hatin “dersînorkirin” bê dîtin.
Weke ku tê zanîn hilbijartinên Herêma Başûrê Kurdistanê, her çendî diviyabû bi salan berê bihata kirin jî, ancax di cotmeha îsal de hata kirin. Sedem û berpirsiyariya vê derengmayînê PDK a Barzanî bû ku ji xwe re hincet çêkir. Di encamê de dema ku PDK a Barzanî nekarî astengiyan derxîne, di meha cotmehê de hilbijartinên Herêma Kurdistanê pêk hatin.
Her çiqas di van hilbijartinan de partiya yekem be jî ya ku winda kir PDK a Barzanî ye. Ji ber ku weke hilbijartinên berê, hat dîtin ku rêjeya dengên ku heta wê rojê digirt bi lez kêm bû û ji hêzê ketiye. Hejmara ku ji bo hikûmetê ava bike bi dest nexist. Weke hilbijartinên berê, tevî hemû desteka vekirî û veşartî ya dewleta tirk a qirker, mêtinger û faşîst, tevî sextekarî û lîstikên hilbijartinê ji encameke bi vî rengî derket holê. Bi vî awayî aşkere bû ku ew bi têkçûna hilbijartinên giştî yên berê yên Iraqê re bi lez û bez ket xwarê. Her çendî sedema bingehîn ne ev jî, lê PDK a Barzanî di atmosfereke wiha de “dersînorkirina” nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê û rêveberên wê manîdar e.
Bi rastî PDK a Barzanî bi dehan sal in ji vê ketin û têkçûneke mezintir nejiya bû. Ji ber vê yekê jî piştgiriya ku ji dewleta tirk û hin hêzên derve wergirtiye, sextekarî û gendeliya ku serî li wan daye, zext, gef û fişara tirsa ku wî afirandiye têra wî nekir ku xwe di rewşa “bihêz” de bihêle. Di qonaxa niha de ev yek ji bêhn vedanê pêvtir kûrî tiştekî di nehat û pirsa gelo PDK Barzanî heta kengê dikare xwe li ser vê “piştevaniyê” li ser piyan bigire di rojevê de ye. Ji ber vê yekê PDK a Barzanî ji bilî yên xulamtiya wan dikin, êrîşî her kesî kirin. Dema ku guncav bibîne ew kesên ku dike hedef, êrîşî wan dikin. “Dersînorkirina” nûner û rêveberên HDP’ê yên Hewlêrê di atmosfereke wiha de pêk hat.
Di nava rastiyeke wiha de ne rast bû ku nûçeyên “dersînorkirina” nûner û rêveberên HDP’ê yên Hewlerê bên paşguhkirin û taloqkirin. Divê teqez li ser nêzîkatiya nûçegihaniyê, agahdarkirina raya giştî û pêşxistina hesasiyeta wê, were sekinandin. Heta di warê ragihandina rastiya PDK a Barzanî ji bo gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurdistanê li qada navneteweyî û raya giştî ya sosyalîst, şoreşger û demokrat de xwedî cihekî girîng e. PDK a Barzanî tenê bi vê sînordar nemaye, hemû sûcên li dijî gelê Kurdistanê, sosyalîst, şoreşger, demokrat û welatparêzan kiriye weke ‘maf’ekê ji xwe re dibîne û hewl dide vê yekê bi her kesîn bide qebûlkirin.
Dosyaya sûcên PDK a Barzanî yê li dijî gelê Kurdistanê, sosyalîst, şoreşger, demokrat, welatparêz û civakên cuda yên ziman, çand, nasname û baweriyên cuda yên li heman erdnîgariyê dijîn, gelek dirêj e. Ev dosyaya sûcê ewqasî tije bûye ku êdî cih ji sûcên nû re nemaye. Sûcên ji qetilkirina Dr. Şivan û hevalên wî û vir ve tenê têra dîtina rastiya PDK a Barzanî dike.
Wisa xuyaye ku PDK a Barzanî ji van hemû sûcên ku kiriye hêz girtiye û li gorî yên berê, niha bi awayekî bêperwatir sûcên nû li wan sûcên ku kiriye zêde dike. Jiyana heqaret û biçûkdîtinê ya di bin mêtingerî û dagirkeriyê de dibîne pîroz dike û pesnê wê dide. Bajar, gund û rêyên xwe bi alayên hêzên mêtinger, faşîst û qirker dixemilîne û serê xwe li ber wan ditewîne. Hevkariya şer û sûcên dijmirovahiyê yên dewleta mêtinger, faşîst û qirker li hemberî gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê kiriye ji xwe re weke “rûmetê” qebûl kiriye. Heta ku hemû sûcên ku PDK a Barzanî li dijî welat, gel, mirovahiyê, sosyalîst, şoreşger, demokrat û welatparêzan kiriye neyên cezakirin, ev yek wê bi vî awayî bidome. PDK a Barzanî bi zanebûn van sûcan kiriye û dike. Tu kesî bi zorê pê nedaye kirin û heta van sûcan bi daxwaza xwe kiriye.
Divê helwesta li hemberî PDK a Barzanî û van sûcên ku kirine jî li gorî wê bê diyarkirin. Bi “dersînorkirina” nûnerê û rêveberên HDP’ê yên Hewlerê re divê li hemberî hemû sûcên li dijî mirovahiyê, şer, li dijî welat û gel hatine kirin xwedî helwest bin. Divê li hemberî sûcên PDK a Barzanî çi biçûk çi mezin ferq nake helwestek hebe. Helbet di dema kirina vê yekê de pêwîste gelê Kurdistanê, dost, şoreşger, demokrat û welatperwer li ser van hemû sûcên PDK a Barzanî bên agahdarkirin û bihêle ku helwestê nîşan bidin.
Li hemberî hemû sûcên PDK a Barzanî divê helwesteke bi vî rengî hebe. Beriya her tiştî divê çapemeniya azad li ser vê mijarê bi hestiyarî tevbigere, li hemberî van sûcên ku tên kirin, rola xwe bilîze. Divê sûcên ku PDK a Barzanî bi vê zanebûnî dikin ji nûçeyeke wêdetir were destgirtin. Divê van sûcan bi mînakên berê ve girê bidin û encamên derxistine holê pêşkêşî xwendevan, temaşevan û guhdarên xwe bike. Dîsa divê di rojeva raya giştî de zindî bê hiştin û rê li ber derketina helwesteke rast veke.