KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

PDK a ji Şengalê reviya niha hestiyên şehîdên Şengalê derivîne

Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm diyar kir ku ji ber gorên komî yê di navbera Xanesor û Sinûnê de ji aliyê PDK’ê ve bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin û wiha got: “Cenazeyên 67 şehîdan bêyî testa DNA'yê li ber Şerfedîn hat veşartin lê nayê zanîn kê ji wan kê ye!"

Malbata sîxur a PDK’ê û çeteyên ji Şengalê reviyan û civaka êzîdi bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî reva malbata sîxur di 3’yê Tebaxa 2024’an de êrîşî Şengalê kir û civaka êzidî di qirkirinê de derbas kir û cenazeyên şehîdan di gorên komî de definkirin. Di nav 10 salan de cihê 92 gorên komî hatine tesbîtkirin lê bi tenê 55 ji van hatine vekirin. Agahiyên ku şahidên fermanê didin, îşaret bi dehan gorên komî yên nû dike. Saziya Petrichor e ku cihê wan li navenda Şengalê ye û bi taybet li ser melefa gorên komî xebatê dimeşîne. Nûnerê vê saziyê Xêrî Îbrahîm derbarê gorên komî yên Şengalê de agahiyên girîng parve kir.

Xêrî Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li Şengalê cara yekem di 15’ê Adara 2019’an de li gundê Koçoyê dest bi vekirin û lêkolîna gorên komî hatiye kirin û ev agahî dan: “Heya niha li Şengalê 92 gorên komî hatine tespîtkirin ku ji wan 55 hatine vekirin. Ji van gorên komî jî hestiyên derdora 700 kesî hatine derxistin û şandine bo Saziya Tib a Edlî ya Bexdayê. Ji wan jî heya niha nasnameya 204 kesan hatiye naskirin û merasîm ji wan re hatiye çêkirin.”

Xêrî Îbrahîm anî ziman yek ji sedemên esasî ku nasnameya wan kesan nayê naskirin xemsariya hikumeta Iraqê ye lê ji ber ku gelek malbat bêyî ku nimûneya xwînê ji bo testa DNA’yê bidin çûne Ewropayê ev jî dibe sedem ku nasname dereng werin zelalkirin. Xêrî Îbrahîm bi bîr xist ji 92 gorên komî ku heya niha cihê wan hatine tesbîtkirin 37 ji wan heya niha nehatine vekirin û wiha berdewam kir: “Em jî bang li saziyên pêwendîdar dikin di zûtirîn demê de van gorên komî vekin. Li gel gorên komî ku heya niha nehatine vekirin, gorên komî yên nû jî têne keşifkirin. Dema rexne li saziyên pêwendîdar tê kirin, ew jî dibêjin hejmara me kêm e û li seranserê Iraqê gelek gorên komî hene. Hê gorên komî yên ji dema Sedam Hisên mane ku li ser dixebitin.”

Îbrahîm da zanîn li gorî agahiyên li ber destê wan ên ji şahidên komkujiyê hatine wegirtin, dibe ku di demên pêş de li Şengalê gorên komî yên nû jî werin dîtin û wiha axivî: “Ji bo tesbîtkirina cihên gorên komî, em agahiyên şahidan esas digirin. Hin kes hene ji komkujiyên DAIŞ’ê re şahidî kirine. Ev şahid wê me bigihînin gorên komî yên nû yên heya niha nehatine tesbîtkirin. Em bawer dikin gelek Êzidiyên ku heya niha çarenûsa wan ne diyar e di nav wan gorên komî de bin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Îbrahîm bal kişand ser berpirsyariya sazî û dezgehên hikumeta Iraqê jî û bi van gotinan rexne li helwesta wan kir: “Saziyên hukmî ku berpirsyar in van gorên komî biparêzin û lêkolînê li ser bikin, bi erka xwe ranebûne. Em dizanin hin ji wan gorên komî bi avê ve çûne, heywan hestiyên wan kesan birine, hinek ji wan hatine şewitandin. Ev rewş bandoreke mezin li ser kesûkarên wan dike.”

Xêrî Îbrahîm destnîşan kir ku gorên komî yên têne vekirin jî bi rêbazên şaş û ne yasayî têne vekirin û derbarê vê mijarê de bang li malbatan kir ku li dijî vê gilî bikin û dozê vekin. Di 2019’an de PDK’ê bi awayekî qaçaxî û ne yasayî goreke komî ya di navbera Xanesor û Sinûnê de vekiribû û hestiyên 67 şehîdên fermanê biribû Hewlêrê. Xêrî Îbrahîm derbarê vê mijarê de jî agahiyên girîng dan û got: “Gorê komî yê di navbera Xanesor û Sinûnê de bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin ji aliyê saziyên girêdayî Herêma Kurdistanê ve. Piştî ku ev gorê komî hatiye vekirin û hestiyên ji vê gorê derketî birine Hewlêrê, pey re anîne li ber Şerfedîn bi merasîmê veşartin. Heya niha şehadeya mirina wan ji malbatên re nehatiye dayîn û mafên wan winda bûye. Em jî li ser vê dozê heya niha dixebitin. Ew kesên ku li Şerfedîn hatine veşartin niha pêwîst e gorê wan were vekirin û cenazeyên wan careke din were derxistin, ji Saziya Tib a Edlî ya Bexdayê re were şandin û testa wan a DNA’yê were kirin. Ev kes li ber Şerfedîn hatine veşartin, lê nayê zanîn kî ji wan kî ye! Şahidê kêlên tirban jî nîne û gorên wan li erdekî rast in. Dema mirov biçe, mirov pê nizane ku ew der cihê 67 şehîdên fermanê ye.”

Îbrahîm derbarê sûcên PDK’ê yên li dijî civakê û yasayan de mînakeke cûda jî da. PDK’ê di sala 2019’an de di navbera Mûsil û Hewlêrê de, li mintiqa Birdiyê cenazeyên 24 Êzidiyên ji komelgeha Guhbelê ji gorê komî derdixe û bêyî agahiya malbatên wan dibe Hewlêrê. Xêrî Îbrahîm derbarê vê de jî got: “Li gor agahiyên li ber destê me, cenazeyên 24 kesan jî ji wir hatine derxistin û birine Hewlêrê. Ew cenaze ji wê demê ve ye li Hewlêrê ne û venegerandine Şengalê jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar