Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PDK amadekariya berdana 793 çeteyên DAIŞ’ê dike!

Hat diyar kirin ku 793 DAIŞ’iyên di girtîgehên Herêma Federal a Kurdistanê de, di bin konrola Parastina birêxistin kirî ya îstîxbara PDK’ê de, li “kampek taybet” hatine bicih kirin. Hat dest nîşan kir ku kampa heta bêje rehet û xwedî derfete. Her wiha hat gotin ku Endamê Parastinê yê berpirsê maseya DAIŞ’ê Qasim Lencî Zêbarî her roj diçe kampê û bi çeteyên rêveberên DAIŞ’ê re civînan li dar dixe û ji DAIŞ’iyan re dibêje, “Em li benda agahiyên rêveberiya herî jor a Parastinê ne. Çawan ku agahî were, em ê we hemûyan berdin.”

Li gorî nûçe û agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) li başûrê Kurdistanê 793 çeteyên DAIŞ’ê di kampeke taybet de tên parastin û rêveberên Parastin ê PDK’ê bi DAIŞ’iyan re civînan digirin û ji çeteyan re dibêjin ew ê wan berdin. Balkêşe ku li aliyekê artêşa tirk operasyonên der sînor ên li dijî başûrê Kurdistana berdewam dikin û li aliyê din jî DAIŞ’iyan dixwin “kampên taybet”û berdana çeteyên DAIŞ’ê xistine rojeva xwe.

Hat diyar kirin ku DAIŞ’iyên li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê hatin girtin, dibin kontrola Parastina birêxistinkirî ya îstîxbara PDK’ê de li “kompek taybet” a li navçeya Zawîtê ya Duhokê hatin bicihkirin. Li herêma ku hikûmeta Partiya Demokratîk a Kurdistinê (PDK) bi rêve dibe de, ji sala 2014’an û vir ve, 793 DAIŞ’yên li herêmên Şengal, Rabîa, Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê hatin girtin di vê kampê de dimînin.

DAIŞ’ê, di sala 2014’an de, di serî de Mûsil û herêmên li ser sînor bi cih bû û dûre di demek kurt de herêmên girêdayî Mûsîlê dagir kirin. Piştre Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî dest bi operasyonekê kirin û piştî salekê Mûsil ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar kirin. DAIŞ’iyên li herêmê serweriya xwe winda kirin, di çarçoveya peymanan de teslîmî PDK’ê bûn. Hat zanîn ku 793 DAIŞ’iyên di girtîgehên herêmê de girtîbûn, di bin konrola Parastina birêxistinkirî ya îstîxbara PDK’ê de, sewqî “kampên taybet” ên li navçeya Zawîtê ya Duhokê hatin kirin.

Bi DAIŞ’iyan re civîn li dardixin’

Hat destnîşan kirin ku di kampên mijara gotinê de, DAIŞ’yan pergala xwe avakirine û Ebû Kewser Sûrî yê 59 salî yê ku dibêjin şêwirmendiya Serokê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî kiriye ji bo berpirsiyartiya kampê hatiye hilbijartin. Hat gotin ku Endamê Parastinê yê berpirsê maseya DAIŞ’ê Qasim Lencî Zêbarî her roj diçe kampê û bi çeteyên rêveberên DAIŞ’ê re civînan li dar dixe. Hat angaşt kirin ku Zêbarî di civînan de ji DAIŞ’iyan re dibêje, “Em li benda agahiyên rêveberiya herî jor a Parastinê ne. Çawan ku agahî were, em ê we hemûyan berdin.” Balkêşe ku li aliyekê Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), operasyonên der sînor ên li dijî Başûrê Kurdistana berdewam dikin û li aliyê din jî DAIŞ’iyan dixwin “Kampên taybet.”

Kamp bi konfore!

Hat gotin ku 793 DAIŞ’iyên li kompa tên girtin pir bi konfor û rehete! Hat destnîşan kirin ku li girtîgehên herêmê ji bo pirsgirêka cih girtiyên siyasî û edlî di heman odeyan de tên girtin, lê ji bo DAIŞ’iyan jî  kompên bi konfor hatine amade kirin. Hat diyar kirin ku DAIŞ’iyên di kampê de, dibin navê “spor, nimêj, xwendin, temaşekirin TV, çêkirina xwarinê û derketina qadên hevpar de” ji bo perwerdê diçin baxçe û salonek hatine amede kirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar