Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

PDK aşkera îxanetê dike

PDK bi salan e neyartiya gelê xwe dike. Neyarî ne tenê bi şerê çekdarî ye. Eger partiyek ji bo gelê xwe xizmetê neke, nirx û berjewendiyên gelê xwe neparêze, ew nabe partiya wî gelî. Eger partiyek gelekî bi rêve bibe û hikûmeta wî gelî xistibe destê xwe; divê li gorî daxwaz, berjewendî û parastina nirxên gel ên neteweyî, civakî, aborî û siyasî tev bigere. Lê li dijî vê yekê hemû nirxên wî gelî yên maddî û manevî pêşkêşî dewleteke din bike ew neyartî ye. Ew dijminantî ye.

Niha dema em li pratîk û sekna PDK’ê dinêrin êdî aşkera dijminantiya gelê xwe dike. Aşkera îxanetê bi gelê xwe re dike. Dijminantiya av, ax, daristan û civaka xwe dike. Hem dijminantiya gelê xwe dike, hem jî hevkariya dijminê xwe dike. Li aliyekî dibêje ez partiya kurdistanî me lê li aliyê din di hembêza wê de hêzên biyanî û hêzên dewletên din tên li ser sînga wê qereqol û baragehên xwe ava dikin. Li ser sînga wê şîrketên bazirganiya xwe ava dikin. Sîxurên xwe li wir bi cih dikin. Xwezaya wê talan û wêran dikin. Her roj bi tang û topan axa wê bombe dike. Li ser sînga wê komên çeteyên Artêşa Sûriyeya Nijadî (MSO) bi cih dike. Gundan vala dike û li şûna milletê xwe malbatên MSO û çeteyên MSO’yî bi cih dike.

Li aliyekî dewletên din di sînga wê de axa wê wêran û talan dikin û dijminantiya wê dikin. Li aliyê din ew bi xwe wekî dijminê xwe dijminantiyê dike. Gelek mînakê vê yekê hene. Êdî aşkera neyariya gelê xwe dike. Dema mirov li çend pratîkên şênber ên PDK’ê binêre bi hêsanî ev îxaneta wê tê dîtin.

Di salên 1992’an de bi tevlêbûna hezaran pêşmergeyan li dijî PKK’ê şer kir. Bi sedan PKK û pêşmergeyan di şer de hatin kuştin. Vê yekê bêtir xizmeta hikûmeta Tirkiyeyê kir. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî DAIŞ’ê guleyek jî neteqand û Şengal teslîmî DAIŞ’ê kir. DAIŞ’ê bi hezaran mirov qetil kirin û bi hezaran jin revandin. Tirkiye di kontrol û çavdêriya PDK’ê de bi dehan caran Şengal û Mexmûr bombe kir. Bi dehan welatiyên ku endamên PDK’ê ne di van êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî de hatin qetilkirin. Dîplomatên kurd Zekî Şengalî, Diyar Xerîb û herî dawî Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen di kantrol û çavdêriya PDK’ê de hatin qetilkirin.

PDK û malata Barzanî li Zînê Wertê, Metîna Heftenîn, Garê di konrol û parastina pêşmergeyan de  leşkerên tirk bi cih kir. Piştî 23’ê nîsanê ku leşkerên TSK’ê li Metîna, Zap û Avaşînê dest bi şer kir, bi sedan pêşmergeyên xwe şandin hevkariya leşkerên TSK’ê. Pêşmergeyên PDK’ê li gel leşkerên TSK’ê li dijî gerîllayên HPG’ê mil dane hev û şer dikin.

Niha herî dawî hêzên PDK’ê ji bo leşkerên artêşa tirk bi hêsanî karibin bikevin herêmên di bin kontrola gerîla de, dest bi vekirina rêyeke nû kir.

Li gorî ji dîmenê ku di 28’ê tebaxê de hatin parvekirin jî xuya dibe. Di van dîmenan de ji bo çêkirina rêyeke nû bi dehan wesayîtên weke dozer, kepçe û hwd. li herêma Çarçel a Metînayê ji bo çêkirina rê dest bi kar kirine.

Di encama çêkirina rê de li çiyayê Metînayê zirereke mezin digihije jîngeha herêmê.

Berê jî çend caran PDK li heman herêmê kete nava hewldana êrîşkirina ser gerîla. PKK û HPG’ê jî bang li PDK’ê kiribû ku dest ji provakasyonan û rê xweşkirina ji dagirkeriya tirk re berde.

Niha li herêmên cûda yên Metînayê şereke dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên dagirker ên tirk de berdewam dike.

Eger îro bi hêsanî leşkerên TSK’ê dikare sînor derbas bike û di nava wê de şer bike, ev encama dijminantiya PDK’ê ya bi gelê xwe re ye. Eger îro li herêma Zaxo, Metîna û Amediyê bi sedan gund ji ber êrîşên leşkerên tirk vala bibin û li şûna wan çeteyên Artêşa Sûriyeyê ya Nijadî û malbatên wan bi cih bibe, ev encama îxaneta PDK’ê ya bi gelê xwe re ye. Êdî PDK aşkera îxanetê li gelê xwe dike. Divê êdî gelê kurd û gelê kurd ê herêma Federel a Kurdistanê li dijî vê yekê dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Ku gelê kurd dengê xwe bilind neke, PDK dê hemû axa başûrê Kurdistanê bifiroşe Tirkiyeyê. PDK dê rê li pêş komkujiyên mezin û şerekî mezin veke.  Divê kurd êdî vê yekê bibînin û destûrê nedin vê yekê.

Nûçeyên Têkildar