Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘PDK Başûr kiriye cihê sîxurên dagirkeran’

Pêşmergeyên Dêrînê têkildarî bûyera Xelîfanê diyar kirin ku PDK nikare dev jê îxanetê berde û destnîşan kir ku PDK Başûr kiriye cihê sîxurên dagirerên Kurdistanê û wiha gotin: “Divê helwesta me hemûyan hebe û ji PDK’ê re bêjin te li nîştiman xiyanet kiriye.”

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 3’yê cotmehê de ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne. Aqûbeta gerîlayekê diyar nîne û gerîlayek sax gihîşte hevreyên xwe. Pêşmergeyên Dêrin ên başûrê Kurdistanê têkildarî bûyerê bi rêya Ajansa Rojnewsê helwesta xwe diyar kirin.

Pêşmergeyê Dêrîn Abdullah Çalak diyar kir ku divê başûrê Kurdistanê ji bo kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dergûş be û wiha got: “Lê bi saya partiyên desthilatdar bûye dergûşa saziyên sîxurî yên dewletên dagirkerên Kurdistanê. Pêwîst e ji PDK’ê re bêjîn te li nîştiman xiyanet kiriye. Divê em hemû girêdayî netewe û niştan bîn. Her aliyek li nîştiman xiyanet kirîbe, divê weke eniya xiyanetê were diyar kirin. Divê em hemû bêjin destên xiyanetê di nava me de heye û divê kar ji bo birîna van destan bikin. Divê em hemû li dijî kesên destê wan ketiye nava dagirkeran de derkevîn.”

PDK şoreşa Kurdistanê têk dibe

Pêşmergeyê Dêrîn Tofîq Mihemed jî da zanîn ku PDK li xiyanetê alaye û nikare terk bike û ev tişt anî ziman: “Ew bi xwe dibêjin, eger şoreş bi me neyê kirin, em ê têk bidin. Di dîrokê de, kar li ser vê rêçê kirine. Niha her vî karî berdewam dikin û şoreşa Kurdistanê têk dibin.”

Mihemed hêvî kir ku PKK li hemberî kiryarên PDK’ê sebir bike û wiha got: “Ji ber ku PDK dixwaze guleyek biteqe, ji bo ku şer destpê bike. PDK guh nade kuştina zarên xelkê. Wê artêşa Tirkiyeyê bi temamî bîne nava xaka Herêma Kurdistanê. Lewma hêvîdar im ku PKK sebir bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar