Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK bi madeyên hişbirê îradeya ciwanan tune dike

Krîsteyên hişber (Muxederat) ew tiştê malwêranker e ku civakên her aliyê cîhanê jê dinalîn. Lê li Rojhilata Navîn desthilatdar piranî weke çekekê li hember civakê bikar tîne. Bo nimûne li salên 1990’an de li Îranê ev tişt li hember gelê me yê Rojhilatê weke çekekê hat bikaranîn. Her kesî têkilî di gel vî madê hişber (Morfîn, Tiryak, Esrar, Hiroyîn) hebûya dihat girtin, bi cezayên giran dihat darizandin, dihatin îdamkirin. Lê li rojhilatê Kurdistanê li ser gelê kurd rewş cuda bû, rê bi astek berfireh li kurdan vekirî hat hiştin bo ku tevahiya civakê berê xwe da vî fenomen û bazirganiya wê, hem jî bikar anîna wê, heya ku civaka wê bi tevahî têkilî vê qirêja hanê bû û gencên wê ketin.

Kesayetên navdarên ji mînaka (Fehîm’ê Gêçiyê – Fehoyê Gêçiyê),(Necîbê Balavê), (LaziIm ê Gêçyê- Lazoyê Gêçiyê) piraniya malbatên navdarên şikakan, malbatên Emerxan, Adl begê, Reşîd beg, malbata Simkoê Şikak, tev li vê bazirganiyê bûn, herî dawî jî meclisa Îranê biryarek derxist bi navê ‘te ji ku aniye?’.

Yanî bi vê biryara zagonî êdî heçî kesê zengîn di nava kurdên Rojhilat de bi têkliya vê bazirganiyê dihat sûcdarkirin, cezadan û herî dawî ji holê dihatin rakirin. Helbet her di serî de wan zaniyarî bi tevahî li ser hemûyan hebûn, bi vê biryarê dest avêtin nava gel û tevahiya kesên navdar bi têkildarî firotin û bazirganiya vî tiştî yek bi yek xistin jêr werîsê îdamê. Di qonaxa 2 salan de derdora 400 kurdên herî bi bandor di nava kurdên Rojhilat de ji holê dan rakirin. Heta gencên kurd ên ku bi kêşan û bikaranîna vî madê kujek mijûl dibûn zû bi zû nedihatin girtin, heta li dikanan jî ev made kirîn û firotin pê dihat kirin.

Helbet plana wan sergirt û civaka kurd li rojhilatê Kurdistanê bi tevahî alûdeyî vî madê malwêranker bûn û fetisîn. Desthilata Îranê bi vî karî bi yek fîşekê çend armanc pêk anî.

Yek; naskrina kurdên herî bihêz û xwedî bandor helbet jiholê rakirina wan,

Duyem; xizmetek ji bo aboriya desthilatê ji bo ku ev mewad ji welat derdiket Tirkiye û Ewropayê, ji aliyek din pere dihate nava welat,

Sêyem; dûrkirina civakê ji pêşketinan û dûrketina wan ji siyasetê helbet bê bandorkirina rêxistinek siyasî ya kurdan,

Çarem; bi kar anîna êl û eşîrên xwedî bandor û binav û bang li civaka Rojhilat weke caş û bi kar anîna wan li hember hêzên azadixwazên kurd ku heya niha jî didome. Bi rengekî êdî heya niha jî di civaka Rojhilat de hêzek xurt a rêxistinî nekarîye serî hilde, helbet dervayî bandora zihniyetî ya fikr û ramanên hişyariya Apoyî ku piştî salên 2000’î cihê xwe têde girt.

Her di serî de malbata Barzanî têkiliyek rasterast di gel bazirganiya vê madê hişber hebûne lewre jî mixabin ev polîtîkaya qirêj li van salên dawiyê li Behdînanê jî bi rengeke sîstemî li hember civaka xwe bi rêve bir.

Di destpêkên serhildan û livîna malbata Barzanî de beşek ji kar û xebatên wê bi bazirganiya vî madê hişber bû ku fermandeyek bi navê Îsê Siwar rêvebertiya wê dikir. Pêşmergek dêrîn bi navê Elî Şingalî di pirtukekê de ya bi navê ‘Bîrhatinên min’ de dinivîsîne: “Bi fermana Îsê Siwar 4 pêşmerge barekê ber bi Rojava diguhêzin, ev bar dihat gotin cîhazên peywendiyan ên tevgera şoreşgeriya mala Barzanî ku xirab bûne, divê bi nihênî ber bi Musilê biben û ji wir ber bi Rojava werin guhestin.  Lê di rê de ji aliyê hikûmeta demê ve bar tê girtin û derdikeve madên narkotik e, ev 4 pêmşmerge ku haya wan ji tu tiştî nebû tên girtin û herî dawî jî tên îdamkirin.” Ev nimunek beriya serhildanê ye ku vê rastiyê diselimîne, piştî serhildanê jî mînakên zêbariyên nêzî malbata Barzanî ev kar domandin. Helbet ev bazirganiya henê bi rengek sîstemkirî hevşêwazê rejîma Îranê li başûrê Kurdistanê jî bi çend şêwazan weke çekek hat bikaranîn. Piraniya kesên têkildarî vê bazirganiyê berpirsên mezin in, di dam û dezgayên desthilata PDK’ê de. Her ji piştî serhildana gelê Başûr li 1992’yan heyanî îro piraniya kesên ne girêdayî PDK’ê ne bi tometên cuda tên darizandin, yek ji van tometan bazirganiya têkliya bi madeyê hişber bû ku bi sîstematîk girêdanên van aliyan bi madeyên hişberê dihatin belgekirin û fayil jêre dihatin rêxistinkirin.

Milê din ê karkirina bi vê madeyê hişberê weke çekekê ku li van salên dawî bi şêwazekî pir berfireh cihê xwe girtî, parvekirina madeyên hişber ên bi navê (şîşe yan krîstal) û êroyîn , madê kirîstal ku bi zanistî navê Mêtamfêtamîn (Methamphetamine) jêre tê gotin, madek kîmyewî, pir bi hêz û metirsîdar e. Li gorî zaniyariyên pizîşkî (bijîşk) tuşboyên krîstalê bi rengek pir cidî tuşî nexweşiya bê konsantirebûnê tên ku bi pizîşkî jêre dibêjin “Attention-deficit hyperactivity disorder”, bandora wê yekser li ser sîstema navendiya esab, mêşk û ruhê mirovan heye, lewre jî potansiyela wê ya fêrbûna mirovan bi wê pir lezgîn e, pir bi lez mirov pêve tê girêdan û piştî fêrbûnê qutbûna ji vî mewadî pir zehmet e, heta heke bikaribe dev jê berde jî, dîsa bi domdirêj bandorên negatîv a wê li ser mirov dimîne. Ev bandor bi awayekî ye ku mirovan ji her rengê îrade, hişmendî, berpirsyarî û her rengê cesaretê bi yekcarî qut dike, bi watayek din wî/wê dike miriyek livok. Ez dixwazim yeqîn bidim xwendevanên xwe ku bi peywendiyên rasterast ên min ji nêzve şopandî ev tişt bi sîstemkirî li hember kuştina hêza civakê ji aliyê desthilatê ve tê kirin.

Li destpêka meha gulan a îsal de (Ehmed Necmedîn) berpirsê giştî yê zindana çaksazî ya Başûr li ser berfirebûna asta bikarberên vî madeyê hişberê hişyariyek ji bo raya giştî ragihandibû û gotibû: “Bikaranîn û bazirganiya bi vî madeyê hişber li herêmê pir berfireh bûye û pêngav ketiye nava keç û jinan de jî, sal bi sal jî ber bi zêdebûnê ye, lewre pêwîst e bi lez rêyek çareseriyê were dîtin.”

Lê ne tenê kes berpirsyariyê nagire, ev rewş ber bi zêdetirbûnê ve jî diçe. Jixwe ev plan ji aliyê dewleta tirk ve tê rêvebirin, lê desthilatdarên Başûr rêxweşkerên serekî yê vê qirêjkariyê ne. Di sala 2019’an de dem ez tevî hinek çalakvanên Behdînanê 42 rojan di zindanên PDK’ê de girtî bûn, min ji nêzve bi çavên xwe dît ku sê parên kesên dihatin girtin gencên di temenê 15 heya 23 salî bûn ku tuşî kêşana vî madeyê wêranker bibûn. Di giftugoya ku min bi wan re dikir de ji bo min aşkera bû ku ev kar bi plankirî tê kirin. Helbet dîtin û şîroveya hevalên min ên zindankirî bi taybet Şêrwan Şêrwanî jî heman nêrîn bû. Hevalekê me di heman salê de bi rengek bênavnîşan li ser vê mijarê nivîsek kurt li medyaya civakî parvekiribû, lê bi lêkolînên desthilatê hat naskirin û 6 mehan li ser wê nivîsê li Dihokê bi derhiquqî hat bêseruşunkirin.  Yek ji wan ciwanên di zindanê de bi tawana kêşana vî madeyê hişberê hatibû girtin. Ji kes û karên nêzî berpirsê asayîşa giştî ya Zaxoyê bû, min pir hewl da ku bikaribim baweriya wî li hember xwe bidim hunandin, piştî 20 rojan wî ji min re aşkera kir ku ji aliyê xalê wî bi xwe Şivan Sindî berpirsê asayîşa Zaxoyê ve ev mewad tê parvekirin û ev tişt aşkera kir: “Wî bi xwe ev rêye nîşanî min kir û min ji bo wî li Zaxoyê ev mewadê êroyîn û krîstalê difirot, lê ji ber ku min jî dest bi kêşana wê kiriye wî ez xistim zindanê.”

Li gorî çavkaniyên bawerpêkirî ji nêz ve ev mewadê bêhişker û metirsîdar bi maşîneyên leşkirî yên ser bi wezareta pêşmergeyê ve tê veguhestin, tu kes nikare evqas berfireh tenê kîloyeke vê madeyê hişberê ji bazgehekê derbas bike, lê bi tonan ev mewad di destê karbidestên desthilatê de tê kirin. Li gorî zaniyariyan bandora vî mewadî li Zaxoyê heta ciwanên keç li zanîngehê bi yekcar hatiye kuştin, beriya çend mehan aşkera bû ku komeke keçên zanîngehê li Zaxoyê bi vî madeyê metirsîdar tuş bûne, lê di ragihandinê de nehiştin were parvekirin.  Ciwanên Zaxoyê bi coş û ajîtasiyona xwe li başûrê Kurdistanê bi nav û bang bûn, lê îro ev ciwan weke miriyê livok di kolanên Zaxoyê de ber bi mirinek beriya mirinê ve hatine şandin, yanî ji têgeh û her rengê biçûktirîn berpirsyariyê bi yekcar qut dibe.

Ev tirumbêlên vî mewadî diguhêzin hemû bi jiumareyên ser bi leşkerî û hikûmetê ne, li bazgehan ev otumbêl tu carî nahên teftîşkirin, gorî zaniyariyên giştî carna jî ji sedemek neçaverê kirî tên girtin ji aliyê desthilatê ve pir zû tên azadkirin. Lê ji bo xapandina raya giştî kesên karber ku hejmara wan êdî pir zêde bûye û hem jî yên ne ser bi desthilatê ku bazirganiya wê dikin, bi salan tên darizandin.

Li vir ev rastî diyar dibe ku desthilatdariya PDK’ê ji bo dirêjedana bi desthilata xwe ya malbatî berê xwe ji tu bêwijdaniyekê nade alî û dest bi her kareke dermirovî dike. Mewadê krîstalê pir bi rengek sîtemkirî li ber destê pisporên taybet niha li Zaxoyê tên çêkirin û întackirin. Ev (lênangeh) kargehên vî karî rasterast li jêr çavdêriya PDK’ê tên rêvebirin. Mewadên kîmyawî ya ji bo çêkirina kirîstalê birengekî cuda têne Zaxo û di van kargehande tên kelandin, buxêrkirin û hulmrêjkirin. Desthilat ji mînaka rejîma Îranê bi vî awayî ruhê ciwanên Behdînanê  bi taybet li Zaxoyê dikuje, ciwanê ku ji bo pêşeroja xwe tu hêviyekê nabîne, ciwanê bêkar, ciwanên xwendingehê, ciwanê hiş vekirî, beşa herî zêde ya tuşbûyên vî mewadê qirêj in. Weke tê zanîn jî tevahiya ciwanên Behdînanê di rewşek bê hêvî de bûn, bê karbûn, bê bawerbûn ji derdorên xwe, bêperwerde, nerêxisitinkirî ne ku armac û berketiyê herî yekem a nêçîra vî mewadê hişber, ev rengê ciwanan in.

Nûçeyên Têkildar