PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK bi rengekî aşkera xwe ji bo şer amade dike

PDK bênavber hêz û çekên giran ber bi qadên gerîla ve vediguhezîne. Bi kepçe, makîneyên kar jî rê û çeperan çêdike. Dîmenê van amadekariyên leşkerî yên PDK'ê yên li dijî gerîla hat kişandin

Ji meha hezîranê û vir ve hewldanên provokatîf û êrîşên PDK’ê zêde dibin. Hêzên taybet ên PDK’ê ku ji bo pereyan şer dikin, 5’ê hezîranê êrîş birin ser herêmeke gerîlayên PKK’ê ku bi dehan sal in lê ne.

Êrîşa PDK’ê ya li ser çeperên gerîla yên li qadên Girê Çarçel û Girê Hakkarî yên Metînayê bûbû sedema provokasyonekê û di encamê de 5 kesên girêdayî PDK’ê jiyana xwe ji dest da bûn ku hîn jî çawaniya vê yekê ji aliyê PDK’ê ve ji raya giştî re nehatiye aşkerakirin.

PDK’ê ev êrîş xiste stuyê gerîlayên HPG’ê lê belê HPG’ê bi daxuyaniyekê xwest ku heyeteke serbixwe bê avakirin û rastî bê aşkerakirin. HPG’ê diyar kiribû ku wan êrîş nebirine ser hêzên PDK’ê.

Hin heyet çûn cihê bûyerê lê tevî ku du meh di ser re derbas bûne hîn jî rastiya bûyerê ji raya giştî re nehatiye aşkerakirin.

Hêzên PDK’ê roja 24’ê tîrmehê bi konvoyek ji makîneyên kar, çekên giran û wesayîtên zirxî bi ser noqteyên gerîla yên li qada Girê Çarçelê ve çûn û ev jî bû sedem ku ji bo demeke kurt şer biqewime. Ji ber ku hêzên PDK’ê bi çekên giran gule û bombe li qadên gerîla barand, li herêma Metînayê şewateke berfireh rû da û bi rojan dewam kir.

Li medyayê hat parvekirin ku 26’ê tîrmehê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê êrîş birin ser gerîlayên HPG’ê yên li qada Xelîfanê û di vê êrîşê de hin gerîla şehîd bûne, hinek jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 29’ê tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyereke bi vî rengî dibe ku qewimî be, ji 26’ê tîrmehê ve nikarin têkiliyê bi yekîneyeke xwe re deynin û ji PDK’ê xwest ku daxuyaniyeke rast û cihê baweriyê bide.

Lê belê li şûna ku PDK rastiya vê bûyerê vebêje, êvara 29’ê tîrmehê hêzên xwe bi konvoyek ji wesayîtên sivîl û zirxî şand qada Rênçbirax a li Zagrosan.

Li gorî agahiyan, hêzên gerîla bi devkî hişyarî dan hêzên PDK’ê ku bi pêş ve neçin lê belê hêzên PDK’ê çek li gerîla kişandin, bi vî rengî hewl dan provokasyonê çêbikin û di encama nêzîkatiya berpirsyarane ya xelkê herêmê ku kete navberê, pêşî li provokasyonê hate girtin.

Êrîşa PDK’ê ya li Xelîfanê ku di encamê de bû sedema şehadeta gerîla, hewldana provokatîf a li qada Rênçbiraxê û çêkirina çeperan li herêma Metînayê, nîşan didin ku PDK bi rengekî aşkera xwe ji bo şer amade dike.

Hêzên PDK’ê yên li herêma Metînayê bi çekên giran, kepçe û makîneyên kar bênavber kozikan dikolin, çeperan çêdikin. Bi taybetî li qadên ku sivîl lê nîne dest bi çêkirina qereqol û çeperan kiriye. Dîmenê vê amadekariya li Metînayê hat kişandin.

Rayedarên PDK’ê bi daxuyaniyên cuda ku didin raya giştî ya Kurdistanê, îdîa dikin ku ew êrîşê nabin ser hêzên gerîla, lê belê bûyerên ku li herêmê diqewimin nîşan didin ku rastî berevajî van daxuyaniyên rayedarên PDK’ê ye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar