Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

PDK bi zanebûn tev li şer dibe

Dewleta tirk a bi rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê, êrîşa xwe ya ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ku Kanûna 2017’an dest pê kir, li Heftanînê dewam dike û ji bo Metîna jî amadekariyan dike. Xuya ye ku PDK jî bi rengekî koordîneyî heman amadekariyê dike. PDK’ê ku bi êrîşa li ser Heftanînê re dest bi bicihbûna li herêmên nû û zêdekirina hêzên xwe kir, li gel amadekariyên leşkerî yên dema dawî operasyona siyasî û propaganda qirêj jî ji bo amadekirina zemîneke êrîşa gengaz bi kar tîne.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên li herêmê wergirt; bi êrîşa dagirkeriyê ya artêşa tirk a li ser Heftanînê re Hêzên Muxafizên Sînor ên Iraqê û hêzên PDK’ê jî li başûrê Heftanînê dest bi bicihbûna li rêzegirên Kêre kirin. Her çend ev hêz îdîa dikin ku ji bo pêşî li êrîşên artêşa tirk bigirin li noqteyên navborî bi cih bûne, armanca xwe tengavkirina qad û liv û tevgera gerîla ye. Dema ku artêşa tirk dest bi şewitandina gundan kir, hêzên navborî dest lê wernedan, xwe vekişandin û tendê lê temaşe kirin.

Di meha tîrmehê de dest pê kirin

Di demekê de ku piştî êrîşa li ser Heftanînê dihate dîtin ku wê êrîşa dagirkeriyê li Metînayê jî bê kirin, li qadên Banka (Serê Metîna), Erizê û Bamernê yên li xeta başûr, her wiha li gundê Şirtê hêzên Zerevanî yên PDK’ê hatin bicihkirin. Hêzên Zerevanî di tîrmeha 2020’î de li gundên Banka û Erizê hatin bicihkrin. Hate hînbûn ku hêzên Zerevanî yên li herêmê hatine bicihkirin bi serkêşiya Ezîz Weysî ne û ev hêzên navborî li qada gundê Banî ya Duhokê li gorî şert û mercên çiyê 6 mehan hatine perwerdekirin.

Meha tebaxê ji nû ve hatin bicihkirin

Hêzên Lîwa 4 a PDK’ê meha Tebaxa 2020’î li herêma Metînayê li Girê Ortê (Gavnerkê-Kanîmasî), li Girê Barê yê li qada gundê Sefarya û li noqteyeke gundê Cidîdkê bi giştî li sê noqteyên cuda hatin bicihkirin. Ev herêmên ku lê bi cih bûn li qada navîn a herêma Metînayê ne, rêgeha navendî ye û aşkera ye ku tê xwestin qadên gerîla yên li vê herêmê ji hev bên qutkirin, cudakirin. Niha jî biryar hatiye dayîn ku ev hêza hevpar bê vekişandin û tenê hêzên ser bi PDK’ê lê bên bicihkirin.

Civîn, biryar û bicihanîn

Her wiha dema dawî amadekarî tê kirin ku hêzên ser bi PDK’ê li herêmên Heftanîn û Metînayê bên bicihkirin. Berpirsyarên van hêzan jî di nav de heyetekê li vê herêmê civîn li dar xist û herêm keşif kir. Berpirsyarê Hêzên PDK’ê yên Duhokê Şêx Elo, Serbest Lezgîn, berpirsyarê îstîxbarata leşkerî ya giştî ya PDK’ê Brûsk û serkêşê hêzên Zerevanî Ezîz Weysî cihê xwe di heyetê de girtin. Heyetê 15’ê Cotmehê li Behdînanê civîn li dar xist û li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hin biryar girt. Piştî karê vê heyetê yê li nehiya Batûfayê, hate îdîakirin ku ‘gerîla wê êrîşî pêşmergeyan bikin’ û ferman ji pêşmergeyan re hate dayîn ku ‘ji ber vê yekê amade bin’. Piştî serdan û karê heyetê yê li qadên navçeya Akrê, çekdarên Roj û Leşkerên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî ber bi herêmên gerîla ve hatin şandin.

4 noqteyên nû

Tê dîtin ku berpirsyarê hêzên PDK’ê yên Duhokê Şêx Elo di navbera 25-27’ê Cotmehê de hatiye navçeya Zaxo û nehiya Batûfayê, 4 noqteyên nû yên li Heftanînê ku hêzên PDK’ê lê bi cih bibin diyar kiriye. Hate ragihandin ku li qada Boselê 2 û li qada Derkara Ecemê jî 2 bi giştî li rêzegirên Kêre 4 noqte hatine diyarkirin. Li gorî agahiyan, dema bê wê li qadên Heftanîn û Metînayê hêzên li vê herêmê bên zêdekirin.

Hewldana ji bo nixumandina hevkariyê

PDK’ê rojên dawî 10 kurd  binçav kir. Îdîa kir ku van kesan amadekariya çalakiyê dikirin û bi vî rengî dixwaze vê amadekariyê û provokasyona gengaz rewa bike. Bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re binixumîne û raya giştî bixapîne. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar