Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

PDK bihost bi bihost Başûr radestî dagirkeran dike

Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku dewleta tirk a dagiker niha Kurdistanê bihost b bihost bi bêdengî li gel PDK’ê dagir û wêran dikin û wiha axivî: "Êdî her roja paştir karekterê şer diguhere, vediguhere şereke dijwar a sing bi sing jî. Li hinek deverên Metînayê bi pêşengiya PDK’ê rê çêdike, qereqolên xwe çêdike û heta dibin kontrola PDK’ê de alên xwe jî diçikîne. Bi taybet di van demên dawiyê de dewleta tirk û PDK ji bo zêdetir dagirkirina Kurdistanê, dewleta tirk ew li ew baregehên ku PDK jêre rêve dike bicîh bibe alên xwe diçikîne.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di 17’ê Nîsana 2022’yan de dest pê kiribûn, didomin. Êrîşên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) tên meşandin, bi bikaranîna çeken kîmyewî didome. Lê tevî hemû cureyên êrîşan jî heta niha yek gav pêş ve neçûye. Tirkiye ya ku di êrîşên li ser herêmê de encamên ku dixwaze bi dest naxe vê carê jî serî li bikaranîna êrîşên çekên kimyewî yê qedexekirî dide. Di encama êrîşên Tirkiyeyê de heta niha gelek gundên herêmê bi destê PDK’ê hatin valakirin û gelek şêniyên herêmê jî ji vê bi awayeke neyînî bi bandor bûn. Tirkiye ya ku êrîşên xwe didomîne, amadekariya operasyoneke berfireh a li dijî herêmê dike.

Rojnameger Bêrîtan Zagros ku qewmînin li herêmê ji nêz ve dişopîne, geşedanên li herêmê nirxandin.

Zagros diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ji bo ku emrê xwe dirêj bike li dijî kurdan şerê qirkirinê daye destpêkirin û wiha axivî: “Artêşa tirk ne ji Bakur ve ji Başûr ve Kurdistanê dagir dike. Artêşa tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê heya niha hemû derfetên xwe bikar anîne û hemû aboriya welat xistiye xizmeta şerê dagirkeriyê û qirkirina kurd. Bi taybet ev ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve tê kirin. AKP û serokkomarê tirk Erdogan ji bo temenê xwe yê desthilatdariyê dirêj bike, tenê hilbijêrka şer û qirkirina kurd li pêşiyê ye. Ji derveyî vêya ti tiştekî wan li ser desthilatê bigire nîne. Dewleta kur a tirk û nijadperestên tirk jî wisa xuyaye ji bo qirkirina kurd pêk bînin destûr nadin Erdogan li ser desthilat biçe. Biryara guhertina Erdogan dabin jî, dixwazin biqasî bikarin bi wî xeyalên dagirkirina Kerkûk û Mûsilê ku hemû Başûrê Kurdistanê digire nava xwe û têkbirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bigihînin serî. Nexwe desthilata AKP-MHP’ê va du hilbijartinin winda dike, aborî gihîştiye asta herî xirap, ji ber dijminahiya kurd û siyaseta xwe ya şerxwaz jeostratejîkbûna xwe ji dest dide.”

Zagros da zanîn ku Tirkiye niha jî amadekariya êrîş birina li ser Qendîlê dike û wiha got: “Dema maskeya Erdogan ket û rûyê wî yê rast hate zanîn, piraniya giraniya xwe da ser siyaseta şer û qirkirina kurd. Ji bo vê  pêkbîne jî pêwîste destpêkê hêza wê ya parastinê ku gerîlaye tine bike. Ji ber gerîla pêşengiyê ji hemû hêzên xweparastinê yên Kurdistanê re dike. Lewma ji bo tasfiyekirina Tevgera kurd û têkoşîna wê ya azadiyê pêwîstî dît, gerîla ji holê rake, axa Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê dagir bike. êrîşên di van çend salên dawiyê de ji Heftanîn û Bradostê destpêkirin, berbelavê Zagros, Zap û niha jî Metînayê bûye. Eger encam jî bigirin, di dorê de Garê û Qendîl tê. Helbet vî şerî ji xwere kir meseleya man û nemanê. Lewma bi hemû wezîrên xwe yên şer re, dîplomasiya şer û qirkirinê meşandin. Aboriya xwe seferberê şer kir û welat anî asta îflasê.”

Dewleta tirk bi rêya PDK’ê hemû aboriya Kurdistanê dagir kir

Zagros anî ziman ku Tirkiye bi van êrîşan armanc dike ku sînorên xwe yên Iraqê yê bi ser Başûrê Kurdistanê fireh bike û wiha got: “Dewleta tirk bi tena serê xwe nekariye di şerê dijî gerîla de pêşbikeve. Ev rastî êdî ji aliye raya giştî ya Başûr û bi taybet jî şarezayên şer û leşkeri ve jî tê dîtin. PDK û artêşa tirk a dagirker nekarîn planên dagirkirina Kurdistanê bibin serî û gerîla tasfiye bikin. Ji ber hem çek ji hêzên navnetewî digirtin, hem jî çekên kîmyewî taktîk nûkleer û her cûre çekên din bê sînor bikardianîn. Her wiha hêzên navneteweyî jî û Iraq jî tu rêgiriyek ji vê dagirkeriya tirk û destdirêjiyên PDK’ê re nekirin. Dewleta tirk bi rêya PDK’ê hemû aboriya Kurdistanê dagir kir, Kurdistanê kir mêtîngeha xwe û di warê çandî de jî qir dike. Lê bi van hemû tiştan jî dîsa nekarîn berxwedana gerîla ya ji bo parastina Kurdistanê bişkînin. Wezîrê Berê yê Pêşmergeyan Cebar Yawer û gelek pisporên eskerî bi aşkere gotin, artêşa tirk di şerê dijî gerîla de serneketiye, ji bo encam bigire pêwîstî bi tevlîbûneke aktîv a Iraqê heye. Her wiha methên berxwedan û jêhatîbûna gerîla ya li dijî artêşeke NATO’yê ya xwe bi teknîka xwe diwerimîne dan. Operasyonên piştî serdana Erdogan ya Bexda û Hewlêrê jî dewama êrîşên ji sala 2021’an ve destpêkiriye ye. Ji lewma em nikarin bêjin, êrîşeke nû ya dagirkeriyêye. Dewleta tirk hem bi PDK’ê re hem jî hinek hêzên navneteweyî re li hevkir, ji bo sînorê xwe yê li gel Iraqê fireh bike û zêdetir bê bikeve axa Kurdistanê. Li hinek cihan 40 km li hinek cihan jî 30 km ketin hindir û sînorê xwe wisa fireh bike.Mebest ji firehkirina sînor, evqas kîlometre axa Başûr dagir kirine.”

Plan û şerê taybet ên PDK’ê deşîfre bû

Zagros bi lêv kir ku bi hevlariya PDK’ê ji xeta Şemzînan û heta Avaşînê ji leşkerê tirk re rê hatine çêkirin û wiha domand: “Eger ev plana wan serkeftiba anjî serbikeve wê li dijî Garê û heta Qendîlê jî dest bi êrîşên dagirkeriyê bike. Ji sala 2021’an ve şereke dijwar li herêmên Parastinê yên Medyayê rûda. Ji Ava Hêzilê heya Avaşînê plan dikirin, di nava çend mehan de herêmê dagir bikin û her bi pêşve werin. Lê ev şerê 2021’an li Avaşînê hate meşandin, 2022’an navenda wê şemitî Zapê. Lê şer li herdu aliyan jî dewam dike. Di sala 2022’an şûn de jî beşeke vî şerî derbasê Metînayê û Rojavayê Ava Zê bû. Plana wan ewbû vê plana xwe di nava çend mehan de pêkbînin û bigihijin encamê, lê weke hesab dikirin nebû. Li beramber ev ne serkeftina dewleta tirk û xetimînî wî ya li herêmên parastinê yên Medyayê ku ji bakurê Kurdistanê ve dihate, PDK ji bo pêşî li dagirkeriyê veke, ji aliyê Başûr ve dest bi dorpêçkirina herêmên gerîla kir. Ev jî çawa bû? PDK ji aliyê başûrê Kurdistanê ve ji xeta Şemzînanê heya Barzan (Avaşîn) û ji wir jî digihije Batûfa û wêdetir xetekî eskerî ya weke xeta ‘Ewlehî’ yê binav dike, çêkir. Vê xetê tev milîtarîze ango eskerî kir. Wisa plan dikir, dema dewleta tirk ji aliyê bakurê Kurdistanê ve herêmê dagirkir weke sînor li wir raweste. Ev jî plana PDK’ê bû. Ji bo ev plana wan a bi dewleta tirk re deşîfre jî nebe, timî li ser ragihandina xwe ya şerê taybet rastiyê berovajî didan nîşan, dest bi mûnîpûlasyonan dikirin û digotin, ‘PKK rê nade gundî biçin ser bax û bostanên xwe’. Lê di rastiyê de rewş berovajî bû. Ancax zêde neçû ev şerê wan ê taybet deşîfrebû. Xelkê herêmê di pratîkê de dît ku rastî wisa nîne, ne PKK, PDK û dewleta tirk ji bo li ser planên xwe yên dagirkerî, dorpêç û bêmirovkirina herêmê bigirin, vê bangeşeya reşkirina PKK’ê dimeşînin. Niha bi taybet gundên dikevin quntara Bergarê vala kirine. Destpêkê herêmê bi dijwarî bombebarankirin, ceyrana wan qutkirin û paşê jî gund vala kirin.”

PDK nobedariya dagikerên tirk dike

Rojnameger Zagros da zanîn kuew qereqolên ku hatine çêkirin niha weke navendên operasyona dewleta tirk tên bikaranîn û wiha domand: “Piştî serdana Erdogan a Iraqê jî operasyona dagirkirina Metînayê dijwartir kiriye û ketiye qonaxeke nû. Eger were bîra we, PDK li Girê Metînayê û Boxaza Çarçêl a Metînayê alozî derxist, bi rêya provakasyonan xwest bigire û propagandaya wê kir PKK nahêle hêzên wan li wir bicîh bibe. Lê gelê herêmê jî dît, PDK ew qereqol û rêyên ku çêkir, kir navenda operasyonên dewleta tirk. Niha di van qereqolên li Girê Metîna û Boxaza Çarçêl a Metînayê hatine çêkirin de artêşa tirk bicîh bûye û PDK jî kirine nobedarê van qereqolan. Artêşa tirk bi vir re sînordar nema, xwe ji wir berdide aliye Qadîşê û Enîşkê. Heta ev hişt ku bikare leşkerên xwe daxîne nava bajarê Amediyê jî. Dewleta tirk û PDK’ê ji bo bikare operasyon li dijî  baregehên gerîlayan bike, talîmat da xelkê Amediyê û enîşkê. Beriya PDK artêşa tirk bîne li van herêman bicîh bike, gelê herêmê bi rehetî diçûn Nêrwe Rêkan û heya jêr Oremarê diçûn masî digirtin. Lê ji ber PDK van herêman girt û paşê artêşa tirk têde bicîh kir, êdî xelkê herêmê nikarin yek ji van bikin. PDK rê biriye ser Kurojaro û kiriye kampên eskerî û rê nade kes berbi Nêrwe-Rêkanê ve biçe.”

Divê gelê Başûr li hemberî PDK’ê helwestê nîşan bidin

Bêrîtan Zagros diyar kir ku niha bi daxwaza PDK’ê şerê ku li herêmê diqewime ji raya giştî veşêrtî pêk tê û got ku PDK bi vê yekê Kurdistanê bi bêdengî radestî dagirkeriyê dike û wiha pêde çû: “Êdî her roja paştir karekterê şer diguhere, vediguhere şereke dijwar a sing bi sing jî. Li hinek deverên Metînayê bi pêşengiya PDK’ê rê çêdike, qereqolên xwe çêdike û heta dibin kontrola PDK’ê de alên xwe jî diçikîne. Ev hemû ji saya PDK’ya ku timî demogojiyê li ser Kurdistanê dike ye. Bi taybet di van demên dawiyê de dewleta tirk û PDK ji bo zêdetir dagirkirina Kurdistanê, dewleta tirk ew li ew baregehên ku PDK jêre rêve dike bicîh bibe alên xwe diçikîne. Eger bala xwe bidinê, êrîşên ji biharê ve li dijî Metînayê destpêkiriye tevî ku di asteke dijwar de ye jî, ne çapemeniya şerê taybet ya dewleta tirk ne jî ya PDK’ê zêde naxin rojeva xwe. Bi dîtina min du sedemên guhertina vê şêwazê heye. Berê bi bangeşe û dengeke bilind reklamê dikirin û dihatin, niha Kurdistanê bihost bo bihost bi bêdengî li gel PDK’ê dagir û wêran dikin. Ya yekemîn dibe PDK daxwaz kiribe, ji ber di asta raya giştî ya kurd de zêdetir teşhîr dibe, tengav dibe û girseya li gel xwe ji dest dide. Jixwe têra xwe di nava Kurdan de tecrîd û teşhîr bûye. Ji vêya zêdetir dê wî zêdetir tasfiye bike. Her wiha ji bo PDK nerazîbûna gelê herêmê li hember xwe pêşnexe û zêdetir rê ji Iraq û dewleta tirk re bide were li herêmê bicîh bibe, bêdengî zêdetir di berjewendiya wî de ye. Her wiha eger bixin rojevê refleksên civaka kurd derdikeve, xwedî li berxwedana gerîla derdikevin û zêdetir propagandayeke erênî ya gerîla derdikeve pêş. Ji bo pêşî li vêya jî bigirin, bêgûman dibe şêwazeke wisa hatibe hilbijartin. Helbet sedemeke din jî heye, artêşa tirk bi salane li dijî gerîla bi her awayî seferber bûye, lê nekariye tu planeke xwe bi temamî bibe serî. Gelek wendahî li herêmên şer dide û raya giştî ya Tirkiyeyê ji ber van wendahiyan desthilata AKP-MHP’ê berpirsyar digirin. Her wiha bi sedan car li van herêman binkeftin. Ji bo vê jî dixwazin vê carê dagirkeriya xwe bi bêdengî, lê bi dijwarî birêve bibin. Ev rêbaz ji rêbaza din jî xiraptir û metirsîdartir e.”

Dagirkeran ji aliyê başûrê Kurdistanê ve tîne û û li herêmê bicîh dike

Zagros daxuyand ku şer niha pîranî li ser herêma Metinayê dimeşe û ev tişt got: “Şer ê niha li herêmê dimeşe, zêdetir di xeta Metînayê de dimeşe. Par xwestin ew xeta dagirkeriyê ku weke xeta ‘ewlehiyê’ bi nav dikin temam bikin û PDK’ê jî xistin dewrê, lê nekarîn. Ancax karîn ew cihên ku girtine biparêzin. Bi taybet bi serdana Erdogan re giranî dane ser Amediyê û Rojavayê Zapê. Jixwe Metîna ser bi Amediyê ye. Her wisa bi dijwarî çeken taktîk nûkleer û kîmyewî bikartînin. Jixwe li milê girê Çarçêl ê Metînayê di sala 2021 û 2022’an de bi rêya PDK’ê hatin bicîh bûn. Niha ji silsileya serê Metînayê heya ava xabûrê û berbi Batûfayê ve jêre dibêjin, çiyayê Qedîşê û çiyayê Amediyê, di heman demê dikeve aliyê Bamernê  ku dikevin xeta Berwariyan dixwazin bigirin.Ji vir heya ava Xabûrê ku digihije sînorê heftanînê îsal li çar pênc cihan leşker danîn.Ya balkêş ew e ev leşkerên tîne li van herêman bicîh dike, ne ji aliyê bakurê Kurdistanê ji aliyê başûrê Kurdistanê ve tîne û bicîh dike. Yanî ji herêmên dibin kontrola PDK’ê ve leşkerên xwe yên dagirker tîne li van cihan bicîh dike. Li ew xeta PDK weke xeta ‘Ewlehiyê’ bi nav dike ku ji di Enîşkê-Batûfayê re derbas dibe, Zêrevanî, pêşmerge û mûhafizên sînor hatine bicîh kirin e. Dewleta tirk jî li girê Çarçêl ya Metînatî berbi Xabûr, Enîşkê û Batûfanê ve hêz, çekên giran, wesayîtên leşkerî û hwd bicîh dike.”

Di berdewamê de Bêrîtan Zagros da zanîn ku hêzên Iraqê jî li herêma ku şer û pêvçûn diqewimin hatine bicihkirin û got: “Piştî serdana Erdogan hêzên Iraqê jî xwe li herêmê bicîh kirine. Li xeta Çemçoyê ku dikeve Rojhilatê Ava Zap hene. Li Geliyê Balinde ku derdora 2 km nêzî bajarê Şêladizêye baregeheke xwe çêdikin. Hem hêzên pasawanên sînor ên Iraqê hem jî Zêrevaniya ser bi PDK’ê heye. Di van rojên dawiyê de jî navbera gundê Sîdayê û Barzanê de pireke kevin a li ser Avaşîn heye, niha wê pirê nû dikin û dixwazin hinek hêzên xwe liv jî bicîh bikin. Helbet ev qad di heman demê de qadeke berxwedana tûnelan a gerîlayên HPG-YJA Starê jî heye.”

Taktîkên gerîla yên nû, derbên mezin li planên dewleta tirk û PDK’ê dixe

Zagros wiha domand: “Dewleta tirk li milê Barzanê jî li hinek cihan xwe bicîh kiriye. Li xeta Şêladizê gelek hêzên ser bi Şêx Sabah ku girêdayî Mesûd Barzanî ye xwe bicîh kirin e. Ji wana re dibêjin sûpay Barzan. Hem li Şêladizê hem jî li Barzanê hene. Taktîkên gerîla yên nû, derbên mezin li planên dewleta tirk û PDK’ê dixe. Bi taybet bidestxistina derfetên xistina balafirên bêmirov, her wiha çalakiyên bi dronên kamikaze ku div an rojan de di daxuyaniya HPG’ê de jî hate dîtin, çalakiyên hewayî û hwd li Girê FM, Rojavayê Zap û Amediyê derûniya leşkeran têk biriye û derbên giran li wan dixe. Bi taybet çalakiyên drone yên kamikaze derûniya leşkerên tirk têk biriye. Gerîla di van çalakiyan de encamên mezin girt. Leşkerên li van deran hatine bicîh kirin, derdora xwe bi kepçeyan dikolin û saxle dikim. Dîsa ji tirsan derdora xwe tev têl dikin. Li pêşiya gerîlayan ji bo çalaki nekin xefk datînin û xwe di girên ku dagirkir kirine de heps kirine.  Ev çalakiyên gerîla yên hewayî û kamikaze hiştiye ku balafirên wan ên şer jî derûniya wan têk bibe û weke balafirên gerîla bibînin. Gelek caran balafirên gerîla û yên xwe tevlîhev dikin û dikevin alarmê. Gerîla li her herêmekî bi taktîk û tarzên cûda li dagirkeran dixin. Li hinek cihên bicîh bûne, ji bo belav nebin û nekarin mayînde bibin timî bi çalakiyên biçûk û mezin wan derbe dikin.”

Rojnameger Zagros diyar kir ku Tirkiye tevî hemû derfetên xwe yên teknolojiyê jî nikare gavekî pêşve biçe û ev tişt gotin: “Li gorî ji tabloya ku derketiye jî diyar dibe û encamên hevdîtina Erdogan jî xuya dibe, Erdogan tişta ku tam dixwest ji Iraqê negirtiye. Lê ev nayê wê wateyê ku qet tawîz ji Iraq û Îranê negirtiye. Helbet di hinek mijaran de tawîz girtiye û ev jî xwe li Şengal, Başûr û herêmên parastinê yên medyayê bi şêwazên cûda dide xuyakirin. Lê tişta ku Erdogan hedef dikir û hêvî dikir, bidest neket. Lê çi kir, dagirkeriya xwe rewa kir, nîqaşên li ser derxistina artêşa tirk ji Başûr hate rawestandin û bi rêya çêkirina ‘Rêya Geşepêdanê’ xeteke mezin a dagirkeriyê veke. Ev wê pêk bê anjî pêk neye, girêdayî têkoşînê û hesabên, herêmî û navnetewiye.”

Zagros wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê ya xuya dibe, dewleta tirk û PDK hemû derfetên xwe yên heya niha bikar aniye, ancax evqas dikarin. Lê dema em li gerîla dinerin, rojane taktîk û teknolojiyên nû li dijî dagirkeran bikartîne û wisa xuya dike wê gerîla bi xistina balafiran re û bê bandorkirina teknolojiya wan re destkeftiyên mezin bidest bixe. Dîsa eger gerîla were mezinkirin, gel li her qadê de berxwedanê mezin bike û têkoşîna li dijî PDK’ê were mezinkirin û başûrê Kurdistanê ji insafa PDK’ê re nehêlin, helwestên hîn radîkaltir beramber PDK’ê bigirin, ev ê destê gerîla jî xurt bike. Têkoşîna gel wê hem PDK’ya ku lawaz ketiye û hatiye asta tasfiyeyê tam bêbandor bike, hem jî dewleta tirk a bi pêşengiya AKP-MHP’ê Kurdistanê dagir dike, li Kurdistanê bifetisîne û çal bike. Lê eger ev neyê kirin, wê ti destkeftiyeke kurdan di saxlemiyê de nebe. Hem jîngeha me tê parçe parçe kirin û wêran kirin, hem demografya diguhere, hem jî hemû destkeftiyên me dikeve jêr metirsiyê. Eger em bikarin hêza xwe pir alî bikarbînin, avantajên kurdan ji yên AKP’ya li ber têkçûnê ye sed qadî zehftir e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar