Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK bûye tetîkkêşê dewleta tirk

Mihemed Seydî |

Dewleta tirk a dagirker ji hezîranê ve êrîşî başûrê Kurdistanê dike, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava jî ranewestandî ye. Ev yek jî dema ku bi hevkariya hin aliyên kurdî derdikeve, konsepta berfireh nîşanî me dide.

Di destpêka îlonê de Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û bi Erdogan re hevdîtin pêk anî. Piştî vê serdanê, di navbera başûr û rojava Kurdistanê de qereqol hatin çêkirin û paşê li ser Şengalê peymanek di navbera PDK û Bexdayê de derket holê. Ev yek jî weke planekî nû ya li ser Şengalê hat ziman û bertekên tund ji xelkê Şengalê derket…

Xelkê Şengalê dibêjin, ew ê tu carî peymanên ku gelê Şengalê nas neke qebûl nekin û ew ê tu carî aliyên ku di 3’yê Tebaxê de ew li nava lepên DAIŞ’ê hiştin û reviyan, qebûl nekin ku li ser navê wan biaxivin jî.

Piştî vê peymanê, vê carê PDK hêzeke nû şand Akrê ku wek herêma gerîla tê naskirin. PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran û komên ku jêre dibêjin Pêşmergeyên Roj şand herêma bajaroka Dînarteyê ya ser bi Akrê ya herêma Behdînanê.

Ev herêm jî weke herêma gerîla tê naskirin û hebûna hêzeke din li wê deverê, tê wateya xwestina şer.

Dema em bala xwe didin tabloya ku derdikeve, em dibînin ku plan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye danîn û rêbaz jî heman rêbaze.

Di 8’ê cotmehê de, Midûrê Asayîşa Deriyê Gumrukê yê Serzêrê yê Başûrê Kurdistanê Xazî Salih Elîxan li gundê Gelite yê Kanîmasî ya Duhokê hat kuştin û yekser hêzên gerîla hatin tohmetbarkirin.

Wê demê diyar bû ku planeke nû heye. Dema ku PDK’ê hêz şand Akrê jî, ev plan zêdetir hat xuyakirin.

Ev yekî jî gotin û planên dewleta tirk a li ser destwerdana li Rojava tîne bîra me, dema ku Hakan Fîdan berpirsê MÎT a tirk digot; ma çi ye, em ê biçin wî alî ango aliyê Rojava û çend obusan bavêjin aliyê Tirkiyeyê û bikin hincet û destwedan bikin.

Hem wextî belavbûna nûçeyên li ser şandina PDK’ê çekdarên xwe li Akrê, daxuyaniyek li ser navê Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê di 26’ê cotmehê de hat dayîn û îdia kiribû ku wan hewldanên terorîstî asteng kirine, di nava van kesên hatine girtin jî PKK’yî hene. Di nava daxuyaniyê de jî PKK’ê weke rêxistina terorîst bi nav dike. Ev jî ji me re dide xuyakirin ku daxuyanî jî ji aliyê ajansa Anadolê û çêçikên wê ve hatiye amadekirin û tenê ew daxuyaniyê didin.

Piştî vê daxuyaniyê, YNK’ê jî di heman rojê de daxuyaniyek da û PDK’ê derewand û got: ‘Encûmena Asayîşa Başûrê Kurdistanê ji 5 endamên sereke pêk tê, ji wan 5 kesan, 3 endamên YNK’ê ne, 2 jî yên PDK’ê ne. Me ji endamên xwe pirsî, ragihandin ku tu agahiya wan bi operasyona ku roja 26’ê cotmeha 2020’an li ser navê Encûmena Asayîşa Herêmê hatiye dayîn, nîne. Daxuyaniya ku bi vî awayî li ser navê Encûmena Asayîşa Herêmê tê dayîn, red dikin û nabe li ser navê wan daxuyaniyên wiha bên dayîn.’

Ev yek jî hîne zêdetir rastiya planê derdixe û gotinên li jorê piştrast dike. PDK êdî ketiye nava xeta pêkanîna planên dagirkeriyê hem li ser Rojava hem li ser Şengalê û dîsa dixwaze çiyayên kurdan jî radestî dewleta tirk bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar