Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PDK çawa zarokên kurd dike qurbaniyê armancên dijmin? 

Ji çiyayê Qereçûx heta Hemrînê pêşmerge li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê danîne û ji ber kêmbûna hêz û nebûna çekên pêwîst rojane xwîn dirêje, her çiqas PDK li şûna sînoran çek û hêzê dişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û li hemberî gerîla çeperan çêdike

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an li çiyayê Qereçûx ê nêzî Mexmûrê heta digihêje sînorê Neftxaneya girêdayî navçeya Xaneqînê, di dirêjiya sedan kilometre de li herêmê valahiya ewlehiyê çêbûye, ji derveyî komên çeteyên DAIŞ’ê tu hêzên din lê nîne.

Hinek herêman firehiya valahiyê digihêje 40 kîlometre, ji ber vê sedemê li van herêman liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê heye û êrîş dikin. Her ku diçe rewşa van herêman xerabtir dibe.

Ji derveyî pêşmergeyan, malê welatiyên sivîl jî li ber gefên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne. Li gorî agahiyan tenê li herêma Xaneqîn û Germiyanê ji ber êrîş û metirsiyan zêdetirî 100 gund hatine valakirin.

Tenê di hefteyekê de, çeteyên DAIŞ’ê 2 êrîş pêk anîn. Yek li gundê Kuleco ya din jî li bajaroka Kifrî pêk anî û di êrîşê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 7 pêşmerge jî birîndar bûn.

Lîwa û fermandarên pêşmergeyan ên wan herêman metirsiya çeteyan tînin ziman û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema sereke ya berdewambûna vê rewşê dibînin. Li gorî wan çeper û baregehên pêşmerge yên van sînoran paşguh dixin.

Fermandarê Lîwaya 3 ya Piyade ya Hêzên Pêşmerge Emîd Dilêr Şikur ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Valahiya ewlehiyê û coxrafya herêmê wiha kiriye bibe navenda DAIŞ’ê. Ji bo tunekirina wan divê pêşmerge bi çekên pêşkeftîtir û hêzek zêdetir dest bi operasyonê bike.”

Her wiha yek ji efserên lîwaya 5 ya pêşmerge Aram Nurî sedema sereke ya êrîşên xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan dibîne û wiha dibêje: “Ev du sal in daxwaza termal û çekên pêşkeftî dikim, lê ji bo me rawa nabînin. Baregeha me çek, teqemenî û amûrên leşkerî yên pêwîst nîne. Her wiha eniyek belave heye û bi lîwayekê nayê kontrolkirin. Pêwîstiya me bi hêzek zêdetir heye.”

Balkêş e ku berdewam rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê qala hevkariya koalîsyonê ya ji bo pêşmergeyan dike lê pêşmerge û fermandarên wan dibêjin çekên pêşketî nînin.

Efserekî hêzên pêşmergeyan ku bi xwe tev li şerê dijî DAIŞ’ê bûye lê ji ber hestyariyê naxwaze navê wî were aşkerakirin, ji Rojnewsê re qala ji aliyê PDK’ê ve talankirin û bikaranîna çekên koalîsyonê kir û wiha got: “Min bi çavê xwe dît ku hêzên PDK’ê çend caran dihatin bi aşkera li Wezareta Pêşmerge hemû cûrên çek û amûrên leşkerî gelek zêde bar dikirin û dibirin herêmên Bile, Barzan û Beroje. Ji derveyî wan tu kesê nedizanin ji bo çi bi kar tînin.”

Têkildarî cûrên wan çekan jî ev tişt anî ziman: “Ew çekên ku ji ber sedema şerê DAIŞ’ê xerab bûne ku çekên gelek giranbûha û bêhempa bûn di destê PDK’ê de bûn, ji bo tenê nedin welatan firot in. Ji van M4, wolter, mîlano, mûşekê biaqil, hamerên dijî gule, tank û panzer.”

Wî efserî qala mînakek ku bi xwe şahid bû kir û wiha got: “Di sala 2015’an de koalîsyonê 48 hamer ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê da pêşmergeyan lê PDK’ê dest danî li ser û piştre ji bo veşartinê, boyaxa hameran guherand û propaganda kirin ku ji Korya û Urdonê kirine.”

Çi bi wan çekan hat?

Li gorî wî efserî tu kesê nedizanî PDK çi bi wan çekan dike, heta ku hêzek bi çekên giran ber bi herêmên gerîla ve xist tevgerê û wiha got: “Derket holê ku ew çekên ku bi navê şerê DAIŞ’ê standine, şandine herêmên gerîla, ji bo ku şerê kurd bi kurd bikin. Ev jî bi agadariya Amerîka û daxwaza Tirkiyeyê.”

Di demekî ku hêzên pêşmerge li herêmek berfireh metirsiya êrîşên DAIŞ’ê li ser e û rojane di êrîşên DAIŞ’ê  de jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin, rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK weke partiya desthilat ji derveyî parvekirina peyama sersaxiyê, tu hewldanên wê ji bo şandina hêz û çekên pêşketî ya ji bo wan navçeyan û gefan neşandiye.

Li gel destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, PDK’ê jî ber bi qadên gerîla ve dest bi liv û tevgerê kir. Di nava salek û nîvê de bi biryara Mesrûr Barzanî 21 caran hêzên PDK’ê bi çekên pêşketî yên bi hînceta şerê li dijî DAIŞ’ê ji kaolîsyonê wergirtîn, ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve şand. Ji ber êrîş û kemînên hêzên PDK’ê 13 gerîla şehîd bûn.

Bi taybet di aloziya Zînî Wertê de û piştî ku 23’yê Nîsanê artêşa tirk dest bi êrîşkirina li ser Metîna, Avaşîn û Zapê kir, hêzên PDK’ê careke din bi liv û tevgera leşkerî kir.

Ji Zînî Wertê heta digihêje Qesrê, Çoman, Xelîfan, ji çiyayê Gare heta digihêje Metîna, Zap û Heftenînê hêzên PDK’ê çeper danîne û rêyên leşkerî çêkirine. Hêz û çekên giran li wan baregehên avakirine li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi cih dike. Lê her ku diçe êrîş û dagirkeriya dewleta tirk berfireh dibe û gerîla wan herêman diparêze. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar