Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PDK çekên giran di çeperên li dijî gerîla de bi cih kiriye’

Çalakvan û parêzerên devera Balekayetî rexne li desthilata başûrê Kurdistanê kirin û diyar kirin ku li dijî gerîla çeperên asê û çekên pêşketî û giran hatine bicihkirin, lê li çeperên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ’ê kêmaniya pêdawîstiyên leşkerî hene

Di rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê gelek caran êrîşê hêzên pêşmerge kirin û di encamê de gelek pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Piştî van êrîşan hinek fermandarên pêşmergeyan îtiraf kirin ku çeperên wan di warê leşkerî de lewaz in, çekên giran û pêşketî li ber destê wan nine û nikarin li beramberî êrîşên DAIŞ’ê xwe biparêzin.

Li ser mijarê çalakvanên devera Balekayetî diyar dikin ku bi dehan baregehên leşkerî yên pêşmergeyan li deverên nêzî gerîla hatine avakirin, çekên giran û pêşketî têde hatine bicihkirin lê li çeperên pêşmergeyan ên li dijî DAIŞ’ê kêmaniya pêdawîstiyên leşkerî hene.

Hevkariya dewleta tirk û PDK’ê

Çalakvan û rexnegirê siyasî Tekoşer Hisên diyar kir ku gelek çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê pêşmerge û artêşa Iraqê ve hatine girtin, îtiraf kirine ku ew bi rêya dewleta tirk tev li nava DAIŞ’ê bûne û got ku ev yek jî wê yekê nîşan dide ku dewleta tirk û PDK di nava hemahengiyê de ne û ev tişt anî ziman: “PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dehan baregehên leşkerî avakirine û li beramberî têkoşîna gerîla rawestiyane. Ev jî bûye cihê guman û pirsyarê, gelo çima çeperên pêşmergeyan ên li beramberî DAIŞ’ê vala û bê pêdawîst in, lê çeperên li beramberî gerîla qayîm û pêşketî ne?”

Tekoşer Hisên da zanîn li şûna çek û pêdawîstiyên pêşketî yên leşkerî di çeperên li dijî DAIŞ’ê de werin bi cihkirin, PDK’ê wan çekan aniye devera Balekayetî di çeperên li dijî gerîla de bi cih kiriye.

Çeperên pêşmergeyan lewaz in

Li ser heman mijarê çalakvan û parêzer Îbrahîm Mistefa jî diyar kir ku di nava du hefteyên borî de tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne û fermandarên pêşmergeyan jî îtiraf kirine ku çeperên wan lewaz in û ev pirs kir: “Çek û pêdawîstiyên leşkerî ku dem bi dem hêzên hevpeyman radestî wezareta pêşmerge dike, li ku derê ne û çi bi serê wan tê? Nabe çekên pêşketî yên hêza hevpeyman didin, di depoyên wezareta pêşmerge de werin ragirtin û veşartin. Nabe ev çek werin dayîna kesên hizbî û bê berpirs û li aliyê din jî çeperên pêşmergeyan lewaz û bê çek bin.” BALEKAYETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar