KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

PDK çeteyên li dijî gerîla şer bikin perwerde dike

PDK di bin navê Yekîneya Parêzvaniya Sînor ên Iraqê de çeteyan kom dike û ji bo li dijî gerîlayên azadiyê şer bikin dike. Hat zanîn ku 360 çeteyên nû hatine perwerdekirin û li navenda Zaxoyê bi merasîma leşkerî meşiyan. Ev hewldana çetewarî gelê Başûr dixe nava fikaran.

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê ji bo statuya başûrê Kurdistanê ji holê rakin her tiştî dikin. Bi taybetî ji di van demên dawî de Hewlêrê bi alên dewleta tirk a dagirker tijî kirin û li Zaxoyê jî çeteyên ku li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şer bikin perwerde dikin. Piştî ku dîmenekî merasîma leşkerî ya li bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê li ser medya dîjîtal hate weşandin û nîqaşên li ser destpê kir. Derbarê merasîma li Zaxoyê hin agahiyên berfireh jî şênber bûn. Li herêma ku di bin kontrola PDK’ê de ye, dîmen bi telefona destan hatiye qeydkirin. Xuya ye dîmen piştî dewreyeke perwerdeya leşkerî hatiye kişandin. Li navenda bajarê Zaxoyê weke pêşandaneke hêzê ye. Hate hînbûn ku ew çeteyên PDK’ê di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de ji bo bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerde kiriye. Lîsteya navê çeteyên hatin perwerdekirin aşkera bû.

PDK ku di oxira desthilatdariya xwe de paşeroja welatekî ji holê radike, ji bo karibe xwe ji rewşa heyî rizgar bike kete nava hewldanan, lê belê ev hewldanên PDK’ê kir ku başûrê Kurdistanê bigihêje ber hilweşînê. PDK ku heta niha serî li dehan rê û rêbazan da, herî dawî bi rêya rojnameya Xebat hin saziyên welatparêz ên li Silêmaniyeyê kir hedef. PDK’ê bang li artêşa tirk kir ku şoreşger, demokrat û hêzên welatparêz ên bi têgihiştina neteweyî tevdigerin, bikuje. Ev rêbazên PDK’ê ji bavê wan Barzanî maye.

PDK ku di bin navê siyaseta hevsengiyê de her devera Başûr pêşkêşî bazarê kiriye, di sala 1996’an de dema ku li pêşberî YNK’ê tengav bû bi rejîma Baas a qirkerê kurdan re hevkarî kir. Îro jî bi rejîma Erdogan hevkariyê dike ku ev rejîm hebûna xwe li ser dagirkirin û desteserkirina Kurdistanê dimeşîne. PDK tevlîbûna li planên dagirkeriyê yên nû yên Tirkiyeyê ji bo xwe weke rêya rizgariya desthilatdariya xwe dibîne. Hate ragihandin ku bi vê armancê, giraniyê dide ser çeteyên bi navê Yekîneya Parêzvanê Sînor ê Iraqê ku li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê amade dike.

Li gorî agahiyan, çeteyên ku li navenda bajarê Zaxoyê bi dirûşman meşiya, li hin deverên herêmê hatin perwerdekirin. Ev rewş jî xelkê herêmê dixe nava fikar û gumanan. Hate ragihandin ku di çarçoveya perwerdeya vê hêzê de beriya niha li hin qadên bejahî ketin merasîma leşkerî. Lê cara yekê ye ku li navenda bajêr hate gerandin.

Li gorî agahiyan, PDK ji bo çeteyên di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de kom bike, di serî de Zaxo li gelek deveran dixebite. Lîsteya navê çeteyên ku PDK di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê, li dijî gerîla perwerde dike, hate bidest xistin. Di lîsteyê de nav, paşnav, 360 çeteyî hene.

Li gorî agahiyan, ev çete ji çeteyên taybet a PDK’ê, Zêrevanî, hêzên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî pêk tê. Her wiha tê gotin, PDK di bin navê Yekîneya Parêzvaniya Sînor ên Iraqê de çeteyan kom dike. Hate ragihandin ku di berdêla pereyekî de hîn jî çeteyên nû li wan têne zêdekirin. Her wiha yên ku perwerdeyê temam dikin jî piraniya wan ber bi herêmên Dihok û Amediyê ve têne şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar