Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PDK çeteyên xwe dişîne herêmên gerîlayên azadiyê

Dewleta tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê ji PDK'ê xwestiye ku hîn bêhtir zextê li qadên gerîla bike. PDK li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de hêz bişînin ser sînor, lê PDK'ê di bin navê vê hêzê de çeteyên xwe şandine herêmên gerîla.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê hewl dide li başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Ji bo vê jî malbata sîxur a Barazanî û çeteyên PDK’ê bi akr tîne. Malbata sîxur bi mejî û zimanê dewleta tirk a dagirker li Iraqê hevdîtinan dike. Ji van planên dagirkirinê yê qirêj yek jê avakirina Yekîneyên Parastina Sînor ê Iraqê ye. Hin agahiyên di çarçoveya planên nû yên dagirkeriyê yên dewleta tirk de li pişt perdeyê sewqiyata leşkerî ya ku PDK’ê li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor ê Iraqê ber bi herêmên gerîla ve kiribû, zelaltir bûn.

Di hin wêne û dîmenên de ku ANF’ê bi dest xistine, derket holê ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor girêdayî PDK’ê ne. Hêzên bi navê Zerevanî di nava hêzên şandin herêmê de cih girtin, hêzên Gulan û Parastin ên girêdayî Mesrûr Barzanî jî şandin qadên gerîla. Li gorî agahiyên ANF’ê, hate gotin ku dewleta tirk ji PDK’ê xwestiye ku zêdetir zextê li herêmên gerîla bike da ku planên dagirkeriyê bi ser bikevin. Hat destnîşankirin ku PDK’ê li ser vê bingehê gav avêtiye û hate gotin ku divê ev yek li ser navê Iraqê bê kirin da ku raya giştî ya navxweyî ya başûrê Kurdistanê bertek nîşan nede.

PDK hikûmeta Iraqê xapand

Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku PDK bi planên curbecur dixwaze Iraqê jî bike nava polîtîkayên dewleta tirk û PDK ji bo di vê çarçoveyê de hevdîtinan bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bike şandeyek şand Bexdayê. Hat destnîşankirin ku şandeya PDK’ê ya li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta navendî re rûniştibû û bi hinceta ku pêşî li bazirganiya tiryak û qaçaxçîtiya li ser sînor bigire ji hikûmeta navendî ya Iraqê hêz xwest. Hate ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li bazirganiya madeyên hişber û qaçaxçîtiyê li hev kirine ku li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de hêz bişînin ser sînor, lê PDK’ê di bin navê vê hêzê de çeteyên xwe şandine herêmên gerîla.

Dilêr Ferzende serkêşiya çeteyan dike

Hat zanîn ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê ku ji bo herêmên Dihok û Şêladizeyê hatine şandin, hêzên PDK’ê ne. Hat zanîn ku berpirsê vê hêzê biraziyê Hoşyar Zêbarî Dilêr Ferzende ye. Tê gotin ku Ferzende serokê hêza çûye Şêladizeyê ye. Tê gotin ku hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî hewldanên PDK’ê yên bi vî rengî ye. Hat gotin ku Bexda ji vê rewşê aciz bûye û ji PDK’ê re jî hatiye gotin ku bicihkirina Yekîneyên Parastina Sînorên Iraqê bi vî rengî ne li gorî armanca Iraqê ye û ew li dijî vê yekê ne.

Her wiha hat gotin ku rayedarên Iraqê bi PDK’ê re hevdîtin pêk anîne û gotine, “We tiştekî din ji me re got, lê li qadan rewşeke cuda diqewime.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar