Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK destkeftiyên tevahî kurdan dike qurbana bercewendiyên mala Barzanî

Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) û aliyên din ên Herêma Kurdistanê ji siyaseta PDK’ê ya di warê siyasî û di warê rêvebirina Herêma Kurdistanê de bi fikar û nerazîne. Aliyên siyasî di wê baweriyê de ne ku PDK hikûmeta Herêmê xistiye di bin desthilata xwe de û li dijî wan wek çekek bikartînin.

PDK hikumeta herêmê li gor bercewendiyê xwe bi kar tîne

PDK’ê li Herêma Kurdistanê kariye dosya siyasî, dîplomasî, leşkerî û aborî têxe bin kontrol û desthilata xwe de. Çawan dixwaze bi wî rengî li dijî kurdan bi giştî û li dijî YNK’ê û aliyên din ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bikartîne.

Kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji tevayî kabîneyên berê cûdatire. Mesrur Barzanî dest bi ser hikûmetê de girtiye û li gel tîma xwe hemû biryarên siyasî û rêvebirinê di destê xwe de komkiriye. Tu desthilatek ji bo wezîran nehiştiye.

Nêzîkatiyên PDK’ê bi taybetî yên Mesrur Barzanî ên di nava hikûmeta Herêmê de wisan kiriye ku aliyên din ên nava hikûmetê de bi fikar û aciz bibin. Lê di nava wan aliyan de tenê YNK’ê helwest nîşandaye, aliyên din tenê di nava civînên xwe yên navxweyî de fikarên xwe tînin ziman.

Nêzîkatiya PDK’ê bûye sedem ku YNK fikarên xwe bi awayek aşkere bîne ziman. Di rojên borî de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di derbarê mijarê de gotibû: “Êdî em nikarin vê rewşa heyî ku YNK’ê paşguh dikin qebûl bikîn. Ji berku PDK’ê û Mesrur Barzanî dest bi ser hikûmetê de girtine.”

Di çarçoveya van fikaran de nêzî du mehin Cîgirê Serokwezîrê Hikûmetê Qubad Talebanî li gel tîma YNK’ê ya di nava hikûmetê de tevlî civînên desteya wezîran nabin.

Rayedarên YNK’ê diyar dikin ku PDK’ê bi rêya hikûmetê ambargoya darayî û xizmetguzariyan xistiye ser parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Germiyan û Raperîn. Her wiha dest bi ser dahata neftê de girtiye û projeyên li van parêzgeh û îdareyên serbixwe yên dibin kontrola YNK’ê de ragirtiye.

PDK bercewendiyên tevahî kurdan dike qurbana bercewendiyên malbata xwe

PDK li Herêma Kurdistanê siyasetek wisan dimeşîne ku armanca wê ewe YNK û hemû aliyên din ên siyasî li pey wî de herin û bikevin nava çarçoveya siyaseta wî de. Ji bo vê jî bi rêya zext û paşguhxistinê her wiha bi rêya pere û meqam hewil dide aliyên din bixe li pey siyaseta xwe de.

Kurdên li her çar parçên Kurdistanê hikûmeta Herêma Kurdistanê wek destkeftek kurdan dibînin û bi hêvîne ku bibe piştevanê xebat û têkoşîna beşên din ên Kurdistanê, yan jî herî kêm bê alî be û têkelî nakokiyên siyasî nebe. Lê PDK her cara dixwaze zext yanjî karek bide ferzkirin, hikûmeta Herêmê ji bo parastina xwe her wiha ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên taybet û binemala Barzanî bikartîne.

Niha jî PDK di şerê li dijî dewleta tirk ya dagirker de siyaseta li dijî kurdan dimeşîne û vê yekê jî bi rêya hikûmeta Herêmê dike.

Aliyên din ên siyasî jî ku şirîkîn di hikûmetê de, li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ne û naxwazin PDK hikûmeta Herêmê tevlî nava nakokiyan bike.

PDK dixwaze tevayî aliyên Başûrê Kurdistanê heta parçeyên din ên Kurdistanê jî di çarçoveya siyaset û biryarên xwe de kom bike. Dixwaze ew hemû biryaran bide û hemû alî di jêr biryar û fermanên wê de kar bikin. Her wiha dixwazin Barzanî jî wek merceyê kurdan bidin nasandin, ji bo vê yekê jî dewleta tirk hevkariya PDK’ê dike.

PDK bi piştgiriya dewleta tirk ya dagirker bi rêyên cûda zextan li ser YNK’ê û aliyên din ên Başûr dike û dixwaze ew li beramberî êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Herêmê razîbin û di beramberî firotina neft û gazê ya bi rêya dewleta tirk bêdeng bin.

Hinek berpirsên YNK’ê di van rojên dawiyê de aşkere kirin ku dewleta tirk zextan li ser PDK’ê dike daku ew jî zextan li ser YNK’ê bike ji bo ku gaza Kormor a li Çemçemal bi rêya Tirkiyeyê were firotin.

Lê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li beramberî van zextan de diyarkir ku ew ê van zextan qebûl nekin û wê daxwazê bicihneyînin.

Hinek alî diyar dikin ku dewleta tirk û PDK planek hevbeş li dijî Herêma Kurdistanê birêvedibin, fikarên YNK’ê û boykotkirina tîma YNK’ê ya di nava hikûmetê de jî ji ber van zextane ye. Ji bona wê dibêjin ku planek herêmî bi rêya PDK’ê li ser Herêma Kurdistanê tê meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar