Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PDK destûr neda ku lêkolîn li ser çekên kîmyewî were kirin

Ji IPPNW Dr. Jan Van Aken diyar kir ku aşkerabûna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve wê di asta navneteweyî de skandalek be, lewma rêveberiya Hewlêrê nexwest ew li qadê lêkolîn bike. Ji bo OPCW jî lêkolînê bike got divê Iraq serlêdanê bike.

Yekitiya Doktoran a Navneteweyî ya li dijî Şerê Atomê û Doktorên bi Berpirsyariya Civakî (IPPNW) li ser delîl û belgeyên ku nîşan didin dewleta tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, di navbera 20-27’ê îlonê de li başûrê Kurdistanê hevdîtin kir û li ser mijarê raporek weşand.

Di raporê de hat ragihandin ku daneyên gelekî xurt hene ku nîşan didin, dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar aniye. Endamê IPPNW û yek ji amadekarên raporê Dr. Jan Van Aken li ser mijarê ji Çira Fokûs a televîzyona Çira TV re axivî.

Dr. Jan Van Aken destpêkê bal kişand ser astengiya PDK’ê ya li pêşiya liv û tevgera wan û anî ziman, ku wan xwestin biçin gundekî herêma Kanîmasî ya ser bi Amediyê, ji bo bi mexdûrên êrîşê re hevdîtinê bike û mînakan werbigirin.

Lê belê li vê herêma ku di bin kontrola PDK’ê de ye, destûr ji wan re nehate dayin, lewma jî ew neçar man li ser dîmen û belgeyên li ber dest, her wiha bi hevdîtina rayedarên Parlamentên Hewlêr û Bexdayê û rêxistinên civakî yên sivîl, lêkolînan bike.

Li ser sedema astengiya li pêşiya wan hate danîn jî Dr. Van Aken got, “Bi qasî ku em zanin, di navbera artêşa tirk û rêveberiya herêmî ya Hewlêrê de hevkarî heye. Dibe ku di wê baweriyê de ne ku divê mesele nixumandî bê hiştin, lewma destûr nedan me ku em biçin herêmê. Ji ber ku eger bê ispatkirin ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn wê ev yek bibe skandalek di asta navneteweyî de. Bi dîtina min rêveberiya Hewlêrê ev yek nedixwest. Ev nêrîn û texmîna min e.”

Dr. Van Aken destnîşan kir ku li gorî dîmenan û kesên pê re axivîne, dikare bibêje ku nîşaneyên xurt hene ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got, “Lewma pêwîstî pê heye ku heyeteke serbixwe ya navneteweyî li herêmê lêkolînê bike.”

Li ser rexneyên li ser xemsariya Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) jî Dr. Van Aken işaret bi hin proseduran kir û got, “Ji bo OPCW karibe lêkolîn bike, divê dewleteke endam serlêdanê bike. Lewma eger Bexda, dewleta Iraqê zextê û serlêdanê bike, wê OPCW jî neçar bimîne ku mijarê lêkolîn bike.”

Dr. Jan Van Aken her wiha axaftina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar a beriya salekê li meclisê bi bîr xist û anî ziman ku Akar li pêşiya parlamentoyê bi rengekî aşkera mikur hat ku li Garê di operasyona leşkerî de gaza çavşewitandinê bi kar aniye.

Dr. Van Aken destnîşan kir ku li gorî peymanên navneteweyî bikaranîna vê gazê li qada leşkerî qedexe ye û wezîrê tirk bi rengekî aşkera li vî sûcî mikur hatiye.

Dr. Van Aken anî ziman ku ew hêvîdar e careke din çekên kîmyewî neyê bikaranîn, lê belê eger daneyên nû bigihêjin ber destê wan ku hatiye bikaranîn wê bi navê IPPNW careke din biçin başûrê Kurdistanê û hewl bidin lêkolînê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar