Di Kurdistanê de herdem xeta îxanet û azadiyê di nav têkoşînek mezin de bû ne. Dema xeta azadiyê xurt bûye bi destê neyarên Kurdistanê ve xeta îxanetê ketiye dewrê û hatiye xwestin ku pêşî li xeta têkoşîna azadiyê bê girtin. Bi taybet ji salên 1990’an û vir ve, ev yek bi awayekî pir aşkera xwe dide der.
Piştî salên 1990’an û şûn ve bi taybetî piştî şerê korfezê li herêma başûrê Kurdistanê bi pêşengiya PDK’ê ve li vê herêmê xeta îxanetê hat xurtkirin. Bi statûkirina PDK’ê ve jî hat xwestin ku li herêmê hêzekî tevger û rêxistinên kurdistanî asteng bike bê avakirin. Her çiqas PDK bi nasnameya nijadperestî tevdigere jî di rastiya xwe de ew dijî kurd û Kurdistanê ye. Lewma bi emel û pratîka xwe ve li şûna, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de destê tevgera kurd xurt bike bilekis ew ji bo wan problem û astengiyên mezin dide avakirin. Yanî mirov dikare bêje di vê demê de jî ew li gor rol û mîsyona ku jê re hatiye diyar kirin tevdigere.
Bi taybet nêzîkatiyên PDK û dewleta tirk mirov nikare wek têkiliyên du hêzên ku cîranê hev binirxîne. Di rastiyê de dewleta tirk herêma Kurdistanê bi darê zorê qebûlkiriye û di her firsetê de jî dibêjin “em poşman in ku me ew qebûlkiriye.” Vê yekê veşartî jî nabêjin bi awayekî aşkera bi lêv dikin. Wê demê madem dewleta tirk bi nêzîkatiyekî ewqas ketî û faşîst nêzî vê herêmê dibe, ji bo çi rayedarên vê herêmê bi taybet jî berpirsyarên PDK’ê di pêşbirka bi dewlata tirk re têkiliyên xwe xweş bikin de ne? Ez bawer dikim ku hemû kurdên xwedî ehlaq û welatperwer bersivê vê pirsê dizanin.
Bêguman gelek hêzên navnetewî dixwazin li herêma Rojhilata Navîn PDK’ê li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê dewlata tirk bikaranînê zêdetir PDK bi xwe ve daye girêdan û li gor berjewendiyên xwe dide bikarbanîn. Lewma li vê herêmê li rexmî hemû nerehetiyên gelê herêmê PDK nikare yan jî naxwaze pêşî li faaliyetên MÎT a tirk jî bîne.
Rayedarên PDK’ê li gor berjewendiyên xwe dixwaze dewleta tirk bi karbînin û ji xwe re derfetan ava bikin. Lê şêwazê bikaranîna PDK pir şaş e. Bi vê polîtîkaya şaş ve biqasî destê kurdan lewaz dike her ewqas jî li herêmê dibe şirîkê qirkirinên dewleta tirk. Ji ber van sedema pêwîstî bi nirxandin û bi bersivdayînek rast a sekna PDK’ê heye. Bêguman bersiv diyar in lê encama van bersivan çi ye û xwe dispêrin çi? Bi dewleta tirk re çi peyman û têkiliyên qirêj hatine pêşxistin, pêwîste ev bên zelalkirin. Rayedarên PDK’ê mecbûr in ku bersiva van pirsan bidin gel. Lê ji ber ku wek malbat xwe ji gel qutkirine, gel çi dibêje rexneyên gel çi ne, nerehetiyên gel di çi astê de ne zêde ne xema wan e. Bi van emelên xwe yên nexêr jî ne gengaze ku wê bikaribin pêşî li êrîşên dagirkeriya li Başûr jî bigirin.
PDK bi her awayî ji xeta kurdistanî dûrketiye û bûye xûlamê dewlata tirk. Lewma nikare pêşî li faaliyetên sîxurtiya dewleta tirk jî bîne. Ji ber vê yekê ji hêla gelek kesan ve PDK û dewleta tirk wek yek tên dîtin. Ji bo kurdan ev şermek mezin e lê ji bo PDK gelo ev şerm e? Ne xêr. Ji ber ku li herêmê ew bi saya dewleta tirk hene nikarin xwe ji wan qût bigirin dest. Ji ber vê jî gotina PDK = dewleta tirk gotinek di cîh de ye.
Di encama bomberankirina balafirên dewleta tirk de hêjmara kurdistaniyê jiyana xwe ji dest didin her roja diçe zêdetir dibe. Kujerên van kesan biqasî dewleta tirk e, her ewqas jî rayedar û berpirsyarên PDK a ku li hemberî van êrîşan bêdeng dimîne ye. Ji bêdengiyê zêdetir PDK ji bo MÎT a tirk xwe li herêmê bi cîh bike û xebatên xwe qaşo xebatên dijî PKK’ê bide meşandin ji wan re derfet dide avakirin. Lewma PDK li herêmê şirîkê terora dewleta tirk e. Ji hêla gelê Başûr ve jî ev îxanet û durûtiya PDK’ê tê zanînin. Lê piştî êrîşa di 5’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb pêk hat û şûn ve hîn baştir hat famkirin ku dewleta tirk dixwaze bi alîkariya PDK’ê li herêmê çi komkujiya pêk bîne.
Bêguman PDK bi vî rengî nikare nûnertiya gelê Başûr bike. Gelê başûrê Kurdistanê bi dehsalan li rexmî hemû êş û elêmên pir giran li dijî rejîma diktatoriya Seddam bênavber têkoşîna azadiyê daye meşandin. Ger îro li vê herêmê hin derfet hatibin avakirin jî ev bi saya ew kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane ye. Lê malbata Barzanî bi hevkariya dewleta tirk re dixwaze ev nirxên ku bi xwîna keç û xortên Kurdistanê hatiye avakirin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin û gel jî ji wan re xûlamtiyê bike. Nexêr êdî dem ne dema xûlam û serdestan e. Êdî dem dema azadî û serfiraziyê ye. Lêwma pêwîst e gelê başûrê Kurdistanê li hemberî dîktatorî û hevkariya malbata Barzanî bêhelwest nemîne.