Roja 15ʹê adara 2023ʹyan dema ku hêzek ji Yekîneyên Antîteror (YAT) ên HSD’ê diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku ew vediguhestin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama qezayê de 9 şervanên wan ku fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî din av de bû şehîd bûn. HSD piştre jî nasnameyên şehîdan aşkere kirin û ji rayedarên herêmê xwest ku cenazeyan rasdest bikin. Lê heta niha PDK’ê bersiv nedane.
Piştî bûyerê rayedarên PDK’ê û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrur Barzanî li şûna peyamên sersaxiyê, daxuyaniyên sucdarkirinê belav kirin. Di daxuyaniyan de YNK jî hat tawanbarkirin.
Li ser van daxuyaniyan rêveberên YNK’ê bersiv dan.
Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Stran Ebdula derbarê daxuyaniyên rayedarên PDK’ê de peyamek belav kir û got: “Ebdula diyar kir ku bêyî ku agahiya hevkarên wan ên di Encûmena Asayîşê de hebe, rayedarên hikûmetê û PDK gazindan dikin û dibêjin ewqas helîkopterên YNK’ê zêde ne, ji Rojava re dişînin. Em jî dibêjin heger nebin jî em ê peyda bikin.”
Ebdula bersiva sucdarkirinan jî da û got; “Weke Mam Celal gotî, ev ji bo me şerefeke, em wan sucdariyan jî red dikin.”