Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

PDK di sê aliyan de xiyanetê li gelê kurd dike; leşkerî, siyasî û aborî

PDK’ya ku Mesût Barzanî û malbata wî serokatiya wê dike, heta qirika xwe ketine nav xiyanetê. Di aliyê leşkerî de pêşmerge û saziya xwe ya îstîxbaratê Parastin kiriye xizmetkarê dewleta tirk ya dagirker û ji bo tunekirina kurdan dikeve pêşiya dijmin û dagirkerên Kurdistanê. 

Li herêma başûrê Kurdistanê PDK, çi weke partî û çi jî weke alîgir jî li gorî aliyên din, hêzek ya kêmîne ye ankû ya herî kême. Dengên PDK’ê li gorî hilbijartina herî dawî ya Parlementoya Iraqê ku sala 2021’ê hatibû kirin%17 bû. Ev jî belgeya herî bihêz û aşkere ya kêmînetiya PDK’ê û lewaziya wê ya di aliyê piştgiriya gel û alîgiran de ye.

PDK bi derbe û hêza hemû pere û îmtiyaz û tirsandina gel ku Hewlêr û Duhokê vegerandine girtîgehên azadîxwazan, dest daniye ser sermayeyek mezin ya dahata petrol û dahata navxweyî ya herêma başûrê Kurdistanê. Bi van hemû derfetan û çavtirsandinê kariye tenê ji %17 gelê herêma başûrê Kurdistanê li dora xwe kom bike.

Hewlêr û Duhok di bin kontrola PDK’ê de ne lê li van du bajaran jî kêmîne ye û li gorî encamên hilbijartina herî dawî dengên PDK’ê li Hewlêr û Duhokê ku weke kelhên xwe yên siyasî dibîne, nagihe ji %35. Lê PDK bi rêya hêza çekdarî, tirsandin, girtin, geflêkirin û belavkirina pereyan li van parêzgehan bûye desthilat.

PDK’ê bi statûyek sexte ve, dest daniye ser hevbendên hestiyar yên herêma başûrê Kurdistanê û hemû şiyanên xwe yên aborî, siyasî û leşkerî ji bo parastina berjewendiyên malbatî û xizmeta dagirkeran bikar tîne. Bi vê helwesta xwe ya sexte dixwaze li derve nûnertiya gelê Kurd bike, lê bi ser neket.

 PDK tevahî têkiliyên xwe li ser dijminahîya kurdan datîne

PDK li ser asta navnetewî ji bilî çêkirina têkiliyên dîplomatîk yên ji bo malbata Barzanî, hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk li dijî gelê kurd û têkoşîna azadiyê bikaraniye û bikar tîne. Li ser pişta gelê Başûr bi milyonan dolar ji bo sexte ava kiriye. Bi hezaran dolaran didin kanalên navnetewî ku bi nûçe, rapor û dosyayên xwe pesnên malbata Barzanî û desthilatdariya wî bidin. Herwiha wek nûnerên gelê kurd li derve bidin nasandin.

Di forûm û civînên navnetewî de xwe wekî nûnerên hemû gelê kurd didin nasandin. Partiyên din yên her çar parçeyên Kurdistanê weke terorîst, dijî kurd û dijî demokrasiyê nîşanî raya giştî û cihanê didin.

PDK’ê piraniya 14 nûnertiyên hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê yên li derve kontrol kiriye. Ew nûnertiyên ku ji aliyê PDK’ê û malbata Barzanî ve hatine kontrolkirin, tenê ji bo berjewendiyên xwe û malbata Barzanî bikar tîne. Heta niha tu sûd û faydeyê PDK’ê ji bo Herêma Kurdistanê çênebûye û niha jî nîne.

PDK tevî van hemû kiryar û xiyaneta xwe têr nebûye û hîn jî nesekiniye. Ji bo parçekirina yekîtiya gelê kurd partiyên her çar parçeyên Kurdistanê dixebite. 30 salin li pêşiya avakirina yekîtiya netewî ya gelê kurd dibe asteng û nahêle yekîtiya kurdan çêbibe. Ji derveyî îradeya gelê Kurd, ji bo ku xwe weke nûnerê rastîn yê gelê kurd nîşan bide, li derve forûm, konferans, seminer, hevdîtin û civînan dike.

Xiyaneta ji bo mayîn û berjewendiyan

PDK ji bo mayîna berjewendiyên xwe û malbata Barzanî li ser bingehê dijayetî kirina doza rewa ya gelê kurd, xwe bi dagirkeran xwedî dike. Dagirker jî ji bo xizmet û berjewendiyên xwe PDK’ê û malbata Barzanî diparêzin. Ew jî bi xiyanetkirina li gelê kurd bi hemû rêyan erkê xwe yê nokeriyê ji bo dijminên ku wan diparêze, bicih tîne.

Tevî ku dewletên dagirkerên Kurdistanê bi taybet jî dewleta tirk ya dagirker PDK’ê diparêzin û bi çek û pere xwedî dike jî, lê di navxweyî de tu girîngî û rewatiya wê tuneye û nikare du parêzgehan (Duhok-Hewlêr) birêve bibe. Eger hêza dagirkeriyê nebe, ew tenê nikare navçeyek wek Şengalê jî biparêze ku di 3’yê tebaxa 2014’an de radestî çeteyên DAIŞ’ê kir û çeteyan jî bi hezaran kurdên êzidî di komkujiyê re derbaz kirin.

PDK di sê aliyan de xiyanetê li gelê kurd dike; leşkerî, siyasî û aborî

PDK di sê aliyan de xiyanetê li gelê Kurd dike ku ew jî aliyê siyasî, leşkerî û aborî ye. Di aliyê leşkerî de pêşmerge û saziya xwe ya îstîxbaratê Parastin kiriye xizmetkarê dewleta tirk ya dagirker û ji bo tunekirina kurdan dikeve pêşiya dijmin û dagirkerên Kurdistanê. Ji aliyekê ve dagirkeran dibe ser çeperên gerîla û ji aliyek din ve jî bo êrîşên terorî yên dewleta tirk ya dagirker dibe rênîşanderê MÎT’ê.

Di aliyê aborî de jî, PDK’ê deriyê xêr û bêra herêma başûrê Kurdistanê ji dewleta tirk ya faşîst û dagirker re vekiriye. Petrola Herêma Kurdistanê ji bo 50 salan radestî dewleta tirk kiriye. Sermayeyek mezin ya aborî ji bo Erdogan bimîne li ser desthilatê, xist xismeta wî.

Herwiha PDK di aliyê siyasî de jî xiyaneta xwe ya li dijî gelê kurd bi rêya parêzvan û propagandakerê dewleta faşîst, dagirker û qirker ya Erdogan, dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar