Peymana Lozanê a ku sed sal berê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de ji hêla dewletên hegemon ve hat îmzekirin, Kurdistan kirin çar parçe. Li ser dilê Kurdsitanê têlên rêsayî danîn û malbatên kurd ji hev qut kirin. Ne tenê kurdan ji hev qut kirin, her dewleta ku parçeyê Kurdistanê dagir kir hebûna kurdan înkar kirin. Bi vê re li ser gelên Kurdistanê qirkirinên herî hovan e meşandin. Gelê kurd anîn ber qirkirinê. Dîsa jî hêza wan negihîştê ku gelê kurd bi tamemî tune bikin.
Bêguman sedemên vê yên civakî, erdnîgarî û dîrokî hene. Lê sedema sereke ew e ku hêzeke mîna PKK’ê di salên ku dewletên qirker digotin; “Me kurdan xistiye gorê” de derket holê. Bi derketina PKK’ê re ew dîroka ku ber bi tunebûnê ve diçû berovajî bû û veguherî hêza berxwedêr. Niha jî ev hêza berxwedêr bûye hêza diyarker a ku derba herî giran li delwtên qirker dixe. Heke îro kurd bi girseyî li bajarê ku peymana parçekirin û qirkirina kurdan lê hatiye îmzekirin, li Lozanê konferansa dîrokî li dar dixe û bi çalakiyan vê peymanê şermezar dike, ev bi saya berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê ye.
Her çiqasî gelê kurd bûne xwedî hêzeke mezin jî dîsa neyar û xwefiroşên kurdan li ser kar in. Serkêşiya vê neyarî û xwefiroşiyê malbata Barzanî dike. Malbata Barzanî ne tenê ketine bin xizmeta dagirkerên Kurdsitanê, hewl didin hemû destkeftiyên kurdan jî têxin destên dagirkaran. Ji ber vê yekê ev malbata xayin û xwefiroş ji zirarê pêvtir tu tiştekî nade kurdan. Ji bo mirov vê malbata xayin û xwefiroş baş nas bike ne hewceye gelekî dûr here. Çend roj berê dewleta qirker a tirk ji bo dagirkirina Herêmên paratina Medyayê dîsa bi piştevaniya PDK’ê êrîş birin ser gerîlayên azadiyê. Dîsa xwefiroşan da pêşiya dagirkeran û hewl dan xwe li herêmên gerîlayan bi cih bikin. Gerîlayên azadiyê bi taktîkên nûjen û çalakiyên nûjen derbên giran li dagirkeran xistin.
Malbata xayin û xwefiroş ne tenê bi qirkeran re êrîşî ser kurdan dikin, her wiha hewl didin ku kurd di sedsaliya nûya Lozanê de dîsa di bin qirkirina tirk, faris û erban de bin. Ji bo vê qet tevli çalakiyên lanetkirina Lozanê nebûn. Qet ji bo naskirina statuya kurdan tiştekî nake. Berovajî vê ji bo kurd nebin xwedî statu her tiştî dikin. Li pêşiya yekitiya kurdan jî astengiyê derdixe. Ne ji vê malbata xayin û xwefiroş bûya wê zû de kurdan yekitiya xwe ava kiribana. Ev xayintiya wan di rêveberiya başûrê Kurdistanê de baştir tê dîtin. Her çiqasî başûrê Kurdistanê ji hêla qirkeran ve hatiye parçekirin jî, bi destê vê malbatê Baîûr bi xwe bûye du parçe. Ji ber Xayintiya vê malbatê Kurdistan îro bûye 5 parçe. Ev xaynintiya wan tenê rûyê wan ê rast derdixe holê.
Di van rojên dîrokî ku çarenûsa kurdan tê nîqaşkirin de jî di xizmeta qirkerên Kurdistanê de ne. Ji bo azadiya gelê kurd tu tiştekî nakin. Tenê li ser mîrateya bav û kalên xwe dewlemendiya Kurdsitanê dixin bêrîka xwe. Başûrê Kurdistanê muztacî fexîrî û xizaniyê kirine. Heke îro Başûr di vê rewşê de ye sedema bingehên ji ber vê malbata xayin û xwefiroş e.
Ji bo kurd sedsaleke din nekevin nav pençî qirkirinê divê beriya her tiştî vê malbatê ji vê rewşa xayintiyê derxîne. Heke wisa neke çawa ku sedsal berê li ser navê kurdan çarenûsa kurdan tarî kirin wê vê carê jî bi vê malbatê çarenûsa kurdan tarî bikin. Ji bo vê jî divê hemû kurd bêyî vê malbatê bên cem hev û yekitiya kurdan ava bikin. Divê neyê jibîrkirin ku di vê demê de yekitiya kurdan bi qasî nan û avê girîng e. Heke yekitî pêk were wê demê hemû alî dê statuya kurdan qebûl bikin.
Ji bo sedsaleke din bi qirkirinê re derbas nebe li dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibin xeleka ji agir û jiyana azad ava bikin. Ev jî bi avakirina neteweya demokratîk a gelan pêkan e.