Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘PDK dixwaze hilbijartin bi şêwazê yek bazineyî were kirin’

Osman ragihand ku, YNK baweriya xwe bi hilbijartinek demokratîk heye û wiha got: “YNK beşdarî hilbijartina ku 11 bi 0 encam bibe nabe. Pêwîste divê qeydên taybet ên pêkhateyan hebin, ne ku PDK bi dengê Zêrevan û dengên taybet bike Parlamenterên xwe.”

Endamê Rêveberiya Malbenda 6 ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) a Îdareya Soran Zubeyr Osman di derbarê hilbijartin û siyaseta yekalî ya PDK’ê ji Rojnews’ê re axivî.

Zubeyr Osman di destpêka axaftina xwe de wiha got: “YNK ji bo hilbijartinê amadeye, ji ber ku baweriya wê bi demokrasiyê heye û bê hilbijartin demokrasî temam nabe. Lê hilbijartinek ku hêza rastî ya aliyan nîşan bide. Ne bi rêya sextekariyê aliyek xwe ferz bike û pêkhateyan ji bo xwe bikarbîne.”

Zubeyr Osman diyar kir ku PDK dixwaze pêkhateyan ji bo xwe bikarbîne ku ew jî rêgirî li vê yekê dikin û wiha domand: “PDK dixwaze hilbijartin bi şêwazê yek bazineyî were kirin da ku bi vê rêyê hemû Kurdistanê kontrol bike û piraniyek sexte bidest bixe. Em dixwazin hilbijartin bi şêweyê çar bazineyî were kirin û her navçeyek nûnerê xwe hilbijêre. Hilbijartin ji bo wê yekê ku her hizbek hêza xwe bizane ye, ne ji bo bi xwe ferzkirinê piraniyek sexte bidestxistinê ye.”

Zubeyr Osman di dewama axaftina xwe de balişand li ser kursiyên dawî û qeyda dengdaran û wiha axivî: “Mafê pêkhateyane ku nûnerên xwe bi xwe hebin. Lê pêwîste qeydên wan yên taybet jî hebin. Bi awayê ku turkmen dengê xwe bide nûnerê turkmenan, ermen dengê xwe bide rrmenan. Ne wek li Çoman bi dengê Zêrevan û dengên taybet nûneran derbixînin û piştre jî bikeve bin berjewendiyên PDK’ê de. Pêwîste qeyda dengdaran were paqijkirin. Ji ber ku zêdetirî 720 hezar deng, ferq dinava qeydên dengdêrên Iraqê de heye. Ji ber vê yekê em beşdarî hilbijartineke ku aliyê dijber 11 bi 0 li pêş be ku qeyda wan a dengdaran ji navên miriyan û kesên ji welatên derdorê tije be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar