Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

PDK gundan vala dike, dewleta tirk jî çeteyan bi cih dike

Tirkiye çeteyên SMO û malbatên wan ên ji Sûriyeyê tîne, li gundên başûrê Kurdistanê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine valakirin bi cih dike. PDK piştgiriyê dide Enqereyê ku hewl dide bi operasyonan demografiya herêmê biguherîne

Êrîşên dewleta tirk ên di 23’yê nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê yên qadên gerîla hatin destpêkirin, dewam dikin. Tirkiya ku nikare bi bejahî pêş bikeve, bi ÎHA, SÎHA, balafirên şer û helîkopteran qadên Girê Sor, Tabura Ereban û Girê Spî yên girêdayî herêma Avaşînê bi awayeke ketûber bombebaran dike. Tirkiye li qadê, zehmetiyên mezin dikişîne. Ji ber vê yekê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê dixe pêşiya xwe û dixwaze ji bo xwe qadên nû veke. Bi taybetî artêşa tirk li herêma Avaşînê windahiyek mezin da. PDK ji bo pêşiya vê bigire, 70 gundên ji herêma Zaxoyê bigire heya Biradostê vala kir. Xebatên bicihkirina çeteyên ku navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê li wan hatiye kirin û malbatên wan ên ku ji Sûriyeyê anîne, yên li cih û warên li Zaxo, Amediyê û Duhokê hatine valakirin dewam dikin. Di çarçoveya vê planê de, Tirkiye hewl dide penaberên afgan li vê herêmê bi cih bike. Ger ev plan bi ser bikeve, wê heman rewş li herêmên Silêmanî û Helepçeyê ku YNK lê serdest e, dewam bike. Tê diyarkirin ku agahiya Waliyê Dihokê Elî Tatar jî der barê vê plana berfireh de, heye.

Tirkiyeya ku stratejiya avakirina herêmeke tampon ku di çarçoveya plana têkbirine ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an de xist meriyetê, hewl dide bi rêya PDK’ê xeta Amediyê û Metînayê ji hev cuda bike û baregehên xwe li cihên stratejîk ava bike. Li gundê Banke yê Serê Metîna ku pêşiya qada Çiyayê Spî vedike hêzên Zerevanî hatin bicihkirin. Ligel van hemû pêşketinan, bi navê parastê karê sîxuriyê yê MÎT’ê li herêmê dewam dike.

Armanc bi cihkirineke daîmî ye

Tirkiye di kanûna 2017’an de, li xeta Raperîn Soran dest bi operasyonan kiribû. Tirkiye bi vê xwest ku xeta Behdînan (Zap, Metîna û Heftenînê) û Soran (Xakurkê, Xinêrê, Diyala û Sîdeka) ji hev veqetîne. Niha Tirkiye bi awayekê qismî li vê qadê bi cî bûye.

Provakasyonên PDK’ê dewam dikin

Qonaxeke din a operasyonan plana PDK’ê bû ku hêzek leşkerî li Zînî Wertê ku girêdayî Qendîlê ye, bi cih bike. Plana ewil, di bin kontrola MÎT’ê de wê qereqol û baregehên çavderiyê yên girêdayî PDK’ê bên avakirin. Di çarçoveya vê planê de, wê cihên HPG’iyan, liv û tevgerên wan bên şopandin, depoyên çekan û çavkaniyên fînansê fêr bibin. Li gorî van agahiyan, wê herêma Qendîlê bi hedefgirtina herêmên aîdî endamên HPG’ê bihata kontrolkirin. Lê ji ber bertekên hunermend û rewşenbîran, gel û jinan ev plan bi awayekê baş nehat temamkirin. Par PDK li herêmên gundewarên Zaxo yên Kela Şabanike, Siyare Bena û Kela Dêrê bi cih bû û ji vê derê agahiyên îstîxbarata dan Tirkiyeyê. Ji ber vê heya niha bi sedan caran herêm hat bombebarankirin. PDK’ê berî çend mehan, hêzên xwe şandin xeta Metîna, Gare, Sîdekan û Çomanê, xwest li vê derê bi cih bibe. PDK’ê li vê derê jî plan kir ku cihên çavderiê ava bike û der barê liv û tevgera HPG’iyan de Tirkiyeyê agahdar bike. Armanc ew bû ku ji artêşa tirk re qadên nû veke. Ger ev plan bi ser biketa, dê 2 baregehên leşkerî li geliyê Amediyê bihatan bi cih kirin. Lê di rastiyê de heya niha ev hemû plan vala hatin derxistin. Lê ligel vê jî provokasyonên PDK’ê yên li herêmê dewam dikin.

Dibistanên Gulen nav diguherin

Tirkiye hewl dide li aliyekê demografiya herêmê biguherîne, li aliyê din jî polîtîkayên xwe yên bişaftinê bi dibistanên ji Cemaeta Gulen dewr girtiye dewam dike. Li başûrê Kurdistanê, di bin navê Kolejên Işik de, 128 dibistan perwerdehiya ‘Tirk-Îslamê’ didin. Tirkiyeya ku bi guherandina navan dibistan xistine meriyetê, di vê çarçoveyê de, Duhok û derdora wê wekî herêma pîlot bikar tîne.

Çavkanî: MA / Erdogan Altan – HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar