Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘PDK hevkarê êrîşan e YNK jî bêdeng dimîne’

Endamê Rêveberiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan bal kişand ser êrîşên li xaka Başûr pêk tên û got: “PDK ji xwe li ser xeta xiyanetê ye. Lê YNK jî bi bêdengî xwe  dibe hevkarê MÎT-Parastin-PDK’ê.” 

Di 9’ê hezîranê de li ber avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê êrîşek terorî pêkhat û di encamê de Endamê Komeleyê Hûseyîn Arasan bi giranî birîndar bû.

Lê piştî 17 saetên, di bin çavdêriya hûr ya doktoran de, di berbanga sibeha 10’ê hezîranê de tevî hemû hewldanên tibî yên doktoran jî şehîd bû. Kûjerê Şehîd Hûseyîn Arasan wek tevahî kujerên buyerên terorî yên din, berê xwe da Hewlêrê û heta niha jî nehatiye girtin.

Têkildarî vê mijarê, yek ji Endamên Rêveberiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan, ji Rojnewsê re axivî û bang li YNK’ê kir da ku êdî li dijî van êrîşên terorî bibe xwedî helwest.

‘Ev êrîşa 7’emîne ku di Silêmaniyê de pêktê’

Mûslûm di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku êrîşa suîkastî ya li ser hevalê wan Hûseyîn Arasan plankirî bû û wiha behsa bûyerê kir: “MÎT’ê hevalê me Hûseyîn kiribûn armanca xwe û bi rojan dabûn şopandin. Hevalê me Hûseyîn dema ku tê ber deriyê Komeleya Karkerên Mezopotamya, di demjimêr 10:00’an de rastî êrîşa MÎT’ê tê. Hevalê me Hûseyîn rakirin nexweşxaneyê û li wir gihişt şahadetê. Piştî bûyerê demek şûnde, nû asayîşa Silêmaniyê lêkolîn da destpêkirin û hatin ber derê saziyê. Kolana ku bûyer lê qewimîbû, bi dehan kamera hene, lê asayîşê tenê xwestin kamerayên saziyê temaşe bikin. Li ser vê me got wan, kamerayên kolanê jî temaşe bikin, piştî wê nû berê xwe dan kamerayên kolanan û em binçavkirin. Heta êvarê em di bin çavan de hiştin. Kesê ku rastî êrîşê hatî em bûn, yên ku hatî binçavkirin em bûn û yên ku bi gûman nêzî wan bûyîn jî em bûn. Ev êrîşa 7’emîne ku di Silêmaniyê de pêktên û 6 hevalên me di van êrîşan de şehîd bûne.”

‘Di dilê Kurdistanê de êrîşî me dikin’

Kaplan destnîşan kir ku kesên azadîxwaz timî di armanca dewleta tirk de ne û dewleta tirk bi van êrîşên di nava Kurdistanê de peyamekî dide gelê kurd û wiha dibêje: “Kesek dema ji bo azadiyê têkoşîn dike, dibe armanca êrîşên dewleta tirk. Dewleta tirk dibêje, ‘hûn biçin kuderê emê nehêlin kurd azad bibe’. Di dilê Kurdistanê de êrîşî me dikin. Ev peyamek zelal e. Hevalê me Hûseyîn 16 salan di girtîgeha dewleta tirk de li ber xwe da û piştî ku hat berdan û berê xwe da Rusya’yê. Timî ji bo azadiya gelê kurd xebat daye meşandin û li ser fikir û felsefa Rêber Apo jiyankiriye. Ev yek bibû kelemek di dilê dewleta faşîst a tirk de. Hevalê me Hûseyîn ev 7 mehbûn derbasî xebatên me bibû û ji ber karên xwe yên binirx bû armanca êrîşên MÎT’ê. Bi van êrîşan dixwazin, xebatkarên me bitirsînin, ji xebatê dûr bixin, ji Kurdistanê derbixin, ji xwe re bikin sîxur. Vê yekê di kesayeta xebatkaran de li ser tevahî kurdan didin pêkanîn.”

Mûslûm di nava axaftinên xwe de qala rolê PDK’ê kir û bibîrxist ku kengê êrîşek wisa çêdibe, kûjer berê xwe dide Hewlêr û li wir ji aliyê Parastin-MÎT’ê ve tên parastin. Her wiha diyar kir ku ev êrîş bi destê Parastin û MÎT’ê tên kordînekirin, ger alikariya hêzên herêmî nebe, MÎT nikare tiştekî bike.

‘Bê helwestiya YNK’ê wisa dike ku êrîş li ser me zêde bibin’

Herî dawî Mûslûm Kaplan bêdengiya YNK’ê bi tûndî şermezar kir û wiha axaftinên xwe domand: “YNK di van bûyeran de bêdengiya xwe diparêze. Heta niha ne kûjer girtine, ne jî şermezar kirine. Ev nêzîkatî cihê şermêye. Ev nêzîkatî me xemgîn dike û bi taybet gelê kurd xemgîn dike. YNK bi zelalî, bi bêdengiya xwe êrîşan qebûl dike. Bê helwestiya YNK’ê wisa dike ku êrîş li ser me zêde bibin. Em bang li YNK’ê dikin, bibin partiya tevahî kurdan û êrîşên li ser kurdan nepejirînin. Wek Navenda Komeleya Karkerên Mezopotamya, em vê nêzikatiyê bi tûndî şermezardikin. Êrîşên li ser Mexmûr, Şengal, Silêmanî, Rojava û Çiyayên Kurdistanê hemanin. Ji bo wê em tu caran xiyanetê qebûl nakin û em bang li gelê Başûr dikin, xwedî li nirxên xwe derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar