Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘PDK hevparê qirkirina kurd e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku: “Siyaseta PDK’ê ya neftê û siyaseta klasîk a kurd gelek şaşe. PDK’ê bi Tirkiyê re dahata neftê tev xwar û Başûr kiriye metîngeriya tirkan.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber’ê bû û gelek mijarên di rojevê de nirxand. Mijara rawestandina çalakiyan û aloziyên li ser nefta başûrê Kurdistanê jî weke du mijarên sereke ya bernameya taybet bû.

Karasû li ser biryara bêçalakîbûnê ya Tevgera Azadiyê daxuyaniya Hevseroka KCK’ê Besê Hozat bibîrxist û got: “Hevala ragihandibû ku wê biryara bêçalakîbûnê heya piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dewam bike. Ev biryareke girîng e. Jixwe hevala Besê sedemên dirêjkirina biryarê bi berfirehî vegotibû. Li beramber desthilateke evqase provakator ya weke AKP-MHP di demeke wisa girîng ya weke hilbijartinê de biryara bêçalakîbûnê girîng e.”

‘Mexwe berpirsyar dît ku bêçalakîtiyê dirêj bikin’

Karasû diyar kir wan ji bo pêşî li lîstik û provakasyonên hevpeymaniya faşîst a AKP-MHP’ê yên pêşiya hilbijartinê bigirin vê biryarê dane û wiha pêde çû: “Yanî ev biryar heta astekî dê komployên AKP-MHP’ê vala derbixe. Ji bo bi awayeke tendûrist îradeya gelên Tirkiyeyê derkeve holê, ev biryar hatiye dayîn. Eger ne wisa be dibe ku ev desthilat her cûre provakasyonan bike. Di hilbijartinên berê de li mîtînga Amedê de bombe hate teqandin. Li wir ciwan hatin qetilkirin. Her wiha beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê û 10 Cotmehê li Enqereyê di mîtîngekî de komkujî kirin. Dema komkujiya Gar ya Enqereyê çêbû, em wê demê weke rêveberiya Tevgera Azadî di civînê de bûn, me dît ku wê her cûre provakasyon bikin, me pêşiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê biryar da heya dawiya hilbijartinê tu çalakiyekî lidar nexin. Dîsa ji ber heman sedeman me xwe weke tevger berpirsyar dît û pêşiya vê hilbijartinê biryara bêçalakîbûnê dirêj kir.”

‘Wê ev biryara me gelek lîstik û provakasyonan vala derxe’

Endamê Konseya  Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir divê sedema rawestandina bêçalakiye ya KCK’ê baş were fêmkirin û wiha dirêje bi axaftina xwe: “Helbet pêwîste civak baş bê agahdarkirin, me çima û ji ber çi sedeman biryareke bi vî awayî daye. Diyare baş nayê nîqaşkirin û fêmkirin. Divê were zanîn desthilata AKP-MHP’ê bi şer û bi provakasyonan jiyan dike. Ji ber girîngiya vê hilbijartinê û weke  berpirsyariyekî li beramber gelên Tirkiyeyê, PKK û KCK pêwîst dît biryareke bi vî awayî bide. Em dizanin AKP-MHP wê pêşiya hilbijartinê dîsa serî li her cûre provakasyonan bide, lê bawer dikin ku ev biryar heya astekî dê pêşî li planên wan bigire. Dibe ev biryar gelek lîstikan hîn ji niha ve vala derbixe.”

‘PDK’ê başûrê Kurdistanê kiriye mêtîngeriya Tirkiye’

Li ser aloziyên di van demên dawiyê de li ser hinardekirin û dahata nefta başûrê Kurdistanê jî Karasû nirxandinên girîng kir. Karasû diyar kir PDK nefta başûrê Kurdistanê bi temamî xistiye xizmeta xwe û dewleta tirk de û axaftina xwe wiha dewam kir: “Divê mijara neftê baş were lêkolînkirin. Ev pereyê neftê çû kuderê û kî pê dewlemend bû? Sedî 80’yê dahata nefta başûrê Kurdistanê çûye Tirkiyeyê. Siyaseta li başûrê Kurdistanê serwere aboriya Tirkiyeyê ser piyan digire. Hem nefta wan ji bo Tirkiyeyê diçe, hem jî başûrê Kurdistanê bûye mêtîngeriya (koloniya) Tirkiye. Ew dahata neftê ku sedî 80’ê diçe Tirkiye, sedî 20’ê mayî jî ji bo PDK’ê dimîne. Ew jî bi malê Tirkiyeyê jixwere di nava şatafatê de dijî. Jixwe Tirkiye Başûr bi malê xwe dagirkiriye. Tirkiye qirkirina kurd dike, PDK jî hevparê qirkirina kurd e. Ne tenê di warê siyasî de, di warê aborî de jî piştgiriya herî mezin PDK dide Tirkiye. Dijberiya PKK’ê PDK’ê û Tirkiyeyê bihev ve girêdaye. De başe gelê Başûr ji vê neftê sûd wer digire, nexêr.”

‘PDK siyaseta kurd ya klasîk dide meşandin’

Li ser peywendiyên xirap yên bi hikûmeta federal a Iraqê re jî Karasû rexne li PDK’ê digire û dibêje; “Eger bi Iraqê re lihevkiriban dê gelê kurd zêdetir sûd ji neftê girtiban. PDK dahata neftê ji bo xwe digire, ew bûdceya ku Iraq dide herêmê jî ji bo herêmên xwe digire û nade herêma Soran (Silêmanî). Dibêje her tişt ji bo min. Ev çavkaniya xwe ji siyaseteke şaş digire. Polîtîkaya wan ya Iraqê şaş e. Hîn jî PDK siyaseteke klasîk ya kurd esas digire. Divê pirsgirêkên xwe bi Iraqê re çareser bike û bi Iraqê re li hev bike. PDK çi dike, Tirkiyeyê ji bo zextkirina li Iraqê bikartîne. Ev siyaset şaşe. Eger PDK siyaseteke rast kiriba, dê niha li Iraqê bibandorbana. Wê di demokratîzekirina Iraq’ê de bi bandorbana. Di parvekirina dewlemendiyên ser erd û bin erd yên Iraqê de siyaseteke hîn dadwerane derketiba. Ev qas dijberiya Iraqê şaşe. Gelo peywendiyên PDK bi Iraqê re başe an bi Tirkiyeyê re? Helbet bi Tirkiyeyê re başe! Ma siyaseteke wisa dibe? Ya PDK’ê li başûrê Kurdistanê dike siyasete? Heta dawî siyaseteke navendîparêz û dibêje tenê ezê serwerbim. Çima tuyê serwerbî? Bila demokrasî hebe. Di nava federasyonan de demokrasiyên xwecihî jî dibin. Lê siyaseteke navendîparêz disepîne, ev şaşe. Ev şêwazê siyaseteke klasîk a kurd e. Hîn jî ev feraseta navendîparêz di gelek rewşenbîrên kurd de jî heye. Ev feraseteke demokratîk nîne. Sîstemeke otorîter û navendîparêz baş nîne, federasyoneke Başûr ya di navê de rêveberiyên xwecihî  yên demokratîk hebin, wê Başûr hîn bihêztir bike. Dê ev sîstem xwe bispêre gel. Lê PDK dibêje ez herkesê biperçiqînim û kontrol bikim. Dibêje bila herkes, YNK û hemû rêxistinên din bikevin bin kontrola min. Çawa Dihokê rêve dibe, dibêje ezê her derê wisa rêvebibim. Di siyaseta wan de cidî girtina îradeya xelkê herêmê nîne.”

‘Divê PDK dest ji feraseta klasîk a kurd berde’

Karasû diyar kir tenê PDK bi nefta başûrê Kurdistanê dewlemend dibe û van rexneyan arasteyê PDK’ê kir: “Rewşa neftê ya niha encama siyaseteke şaş e. Ev siyaseta neftê xizmetê ji gelê kurd re nekiriye, berovajiyê wê xizmetê ji dewleta tirk a qirker re kiriye. Tenê yên derdora PDK’ê dewlemend bûne. PDK niha bi çavê dolar li cîhanê dinêre. Welatparêzî û kurdayetî li kûdera vêya heye? Bi Tirkiyeyê re peywendiyeke li ser berjewendiyan avakiriye. Peywendiya bi Tirkiyeyê re pêşxistiye ne li ser berjewendiyên kurdan pêşxistiye. Peywendiyên li ser berjewendiyanin û li ser dijbertiya PKK’ê ye. Divê PDK dest ji feraseta klasîk a kurd berde. Gotineke girtiye dibêje, ezê bibim dewlet! Na li cihê wê bi siyaseteke demokratîk di nava Iraqê de bibandor bibe. Got ezê bibim dewlet, lê gelek cih ji dest da! Heta divê hesabê vêya jî bidaba, lê nedaye û weke tişteke ji rêze dibîne.”

‘PDK’ê çi ji wan pereyên neftê kir û da kê’

Di dawiya axaftina xwede Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir wê gelê başûrê Kurdistanê encamên vê siyaseta şaş a PDK’ê derxistiye holê binirxîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birastî jî PDK çi ji wan pereyên neftê kir û da kî? Tenê derdora PDK’ê pê dewlemendbû, ji gel re jî tiştek nîne. Helbet ev rewşa ku derket holê ji bo aşkerebûna rastiya PDK’ê girîngbû û dê civak vêya binirxîne. Di encama nirxandina vê rewşê de bawer dikim dê li Başûr siyaseteke rast jî derbikeve holê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar