KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

PDK hilbijartinê taloq bike jî dawiya wê têkçûn e!

Her çiqas fên û fûtên PDK’ê hebin jî, çiqas dek û dolaban bizivirîne jî êdî nikare li Herêma Kurdistanê di hilbijartineke demokratîk de serkeftinê bi dest bixe. PDK ji ber ku vê heqîqetê dibîne serî li hemû cûre sextekariyê dide.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ev demeke dirêj e dixwaze hilbijartina Herêma Kurdistanê pêk bîne. Komîsyona hilbijartinê heya hefteya borî jî li gor proseya hilbijartinê ji bo hilbijartin di dema ku hatiye diyarkirin de pêk were amadekariyên xwe meşand. Ji bilî PDK’ê, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî li gor heman proseyê amadekariyên xwe didomînin.

Ji niha ve diyar e ku wê ev hilbijartina heremî li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bi giştî li Iraqê hinek jiberan birûxîne. Weke di gotinên pêşiyan de hatiye ziman ‘Hatina pêncşemê ji çarşemê diyar e.’ Ev hilbijartin wê bi xwe re encamên çawa bîne û bibe, ji niha ve nirxandina vê yekê wê cihê xwe negire, ji ber ku pir zû ye. Lê tişta xuya dike ev e, hema hema hemû partiyên siyasî û rêxistin li gor dema hilbijartinê ketine ser kar û barê xwe. Lê gelo çima PDK hê jî neketiye proseya amadekariya hilbijartinan?

Ev ji bîst salan zêdetir e ku, li gişti axa Iraqê bi taybet jî li Başûrê Kurdistanê hilbjartineke aram, ewle û demokratîk nehatiye kirin. Dikare bê gotin ji ber êrîş û dagirkeriya DAÎŞ’ê di salên dawî de ev zemîna demokratîk nebû û ev nêrîn heya cihêkî jî tê fêmkirin. Lê ev çend sal in li Iraqê û Başûrê Kurdistanê xeterî bi giştî ji holê ranebe jî, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bilî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk xeteriyeke cûda ya berçav xuya nake. Lê mirov dema li siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê mêze bike, weke kû şev û roj xeterî li ser axa Başûrê Kurdistanê heye û ev gengeşî û alozî nahêle ku hilbijartineke ewle çê bibe.

Dema mirov baş lê mêze bike, ê ku alozî û qeyranê jiyan dike ne bi serê xwe xaka Başûr e. Anîna her cûre dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê, planên PDK’ê bi xwe ye. Di pêşxistina her cure nokerî û sîxûrtiyê de ti kes nikare av li destê PDK’ê bike. Yanê yê ku bingeha van alozî û qeyranan ava dike, PDK bi xwe ye. PDK êdî nikare kirasê siyaseta xwe ya xiyanetkar pîne bike! Kirasê xwe yê qirêj ji cihekî pîne dike, lê cihê din diqete û êdî hev nagire. PDK her dixwaze taloq bike, her dixwaze paş bixe, her dixwaze texîr bike. Ev jî bê sedem nîne.

Civaka Başûr jî êdî ne weke civaka bîst sal berê ye. Êdî wan jî dît ku li ser navê azadî û serxwebûna axa Başûrê Kurdistanê de nabe xanedanî û silta xwe qewî bike. Gelê Başûr ketiye ferqa vê heqîqetê û dixwaze dawî li vê pergala xanedaniya Mala Barzanî bîne. Her çiqas fên û fûtên PDK’ê hebin jî, çiqas dek û dolaban bizivirîne jî êdî nikare li Herêma Kurdistanê di hilbijartineke demokratîk de serkeftinê bi dest bixe. PDK ji ber ku vê heqîqetê dibîne serî li hemû cûre sextekariyê dide.

Li hemberî kambaxiya PDK’ê û Mala Barzanî, tifaqa gelên Başûr çiqas xurt bibe û ev tifaq çiqas zû pêk were, têkçûna PDK’ê û serkeftina gelê Başûrê Kurdistanê wê ewçend mîsoger bibe. Pêwist e Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî guh nede zextên PDK’ê yên ji bo taloqkirina hilbijartinê. Lê eger lihevkirinên veşartî û qirêj hebe jî partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê neçar nînin, dikarin alternatîfa xwe ava bikin. PDK dizane wê di hilbijartinê de teqez winda bike. Ew bifire jî, texîr jî bike dawiya wê têkçûn e. Vê carê diz hatiye girtin em nehêlin ku bireve!
Çavkanî: Derwêş Şengalî – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar