Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PDK ji bo berdana ciwanan şert datîne ber malbatan

Asayîşa PDK’ê ji bo berdana ciwanên ku ji ber xwepêşandanan hatine girtin, mercê ku ciwan xwepêşandanan nekin û sozê bidin wan bêdeng bidin pêşkêşî malbatên wan dikin lê belê malbat helwestên bi vî rengê red dikin

Navenda Nûçeyan 

Di şeva 8’ê kanûnê de Asayîşa Qesrê ya Balekayetî hejmarek ciwanên ku dixwestin mîna ciwanên din ên başûrê Kurdistanê dest bi xwepêşandanê bikin girtin.

Birayê yek ji wan ciwanên hatine girtin, Armanc Ehmed li ser hesabê xwe yê tora civakî wiha nivîsiye: “Van xwest xwepêşandanê bikin. Mîna hevtemenên xwe yên Silêmaniyê bêjin em jî hene û piştgiriya we dikin. Van di vî temenê kêm de, xwestin li şûna hemû mûçexweran ji hikûmetê re bêjin ‘Ji stemkariyê re bes e’.”

Xizmên ciwanên ku hatine girtin serdana asayîşa Qesrê û Çomanê kirine. Ji piraniya wan re gotine zarokên we sewqî asayîşa Soranê hatiye kirin. Her çiqas serdana Asayîşa Soranê jî kirine lê rê nedane malbat zarokên xwe bibînin.

Asayîşa Qesrê û Soranê ji xizmên ciwanên hatine girtin re gotine, hûn soznameyê tîje bikin ku êdî ew ciwan bi tu awayî xwepêşandanê nekin.

Lê ev daxwaza asayîşa PDK’ê ji aliyê malbatan ve hate red kirin û malbatên ku daxwaza asayîşê redkirin ji Ajansa Rojnewsê re wiha gotin: “Em nikarin mafê xwepêşandanê ji van ciwanan bistînin”

Piştî nîşandana vê helwestê Asayîşa PDK’ê van ciwanan bi destê kesên din li pişta wan e sûcdar dike û wê bidin dadgehê. Xizmên wan ev sûcdarî red kirin û wiha gotin: “Divê hem asayîş, hem jî dadgeh vê yekê îspat bike ku dest li pişt wan e û ew kî ne li pişt wan? Eger îspat nekin wê hêsan derbas nebe.”

Derbarê mijarê de Armanc Ehmed ku birayê wî hatiye girtin di malpera civakî wiha dinivisîne: “PDK baş dizane em Wertê û Balekayetî sernizmî û bêdengiyê qebûl nakin. Lewma helwest û amojgariya hemû aliyan ew e ku bêyî westan û destnîşankirina sûcekî van ciwanan berde.”

Li gorî agahiyan dê vê êvarê xizmên ciwanên hatine girtin kom bibin û helwestek hevbeş li dijî van sûcdariyên PDK’ê nîşan bidin.

Navê hinek ji ciwanên hatin girtin wiha ne;

Îbrahîm Cebar, Zana Hemed, Barzan Kakemîn, Ziryan Kakemîn, Karzan Kakemîn, Bawer îzet û Amade Ehmed in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar