Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK ji bo dagirkerên tirk rêya dagirkirinê çêdike

PDK ji bo leşkerên dagirker ên tirk tank û topên xwe nêzî eniyên gerîlayên azadiyê bike rê çêdike û dixwaze bi kepçeyan çeperên gerîla hilweşîne.

Dewleta tirk a dagirker 2 sal in bênavber bi piştgiriya PDK’ê êrîşî Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dike. Leşkerên dagirker ên tirk di werza zivistana bihurî de, ji bo ku hîn zêdetir derbê li hemberî gerîla nexwin, neçar mabûn ku xwe ji qadê vekişînin. Hêzên dagirker ji bo ku li qada navborî bimînin, car din alîkarî ji PDK’ê xwest.

Ev demek dirêj e, PDK piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk. Dixwaze bi alîkariya PDK’ê baregehên leşkerî yên nû ava bike. Artêşa tirk bi alîkariya PDK’ê bi taybetî hewl dide ber bi çeperên gerîla ve rê çêbike. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, kepçe anîne û dixwazin çeperên gerîla hilweşînin. Dîmenên ku ji qadê hatine, xebatên çêkirina rê ya ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve û hevkariya sûc a PDK’ê car din raber kir. Perdeyên ku artêşa tirk ji bo parastina ji çalakiyên gerîla daniye jî, balê dikişîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî xiyaneta PDK’ê ev tişt diyar kiribûn:

“Dijmin di esas de xitimiye. Em vê yekê gelek caran dibêjin, lê xitimiye. Ew ne dikare kontrolê pêk bîne û ne jî vedikişe. Par ji hin herêmên weke Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Pirdogan vekişiyabûn. Îsal dîsa xwest were vir û dagir bike, lê vê carê xwe spart PDK’ê. Bi piştgiriya PDK’ê dixwazin cihên ku sala borî nekarîn dagir bikin û ji destê me bigrin, dagir bikin. Her wiha li Metîna-mînak hêzên PDK’ê par li çiyayekî ku em jê re dibêjin Girê Ortê li pişt Kanîmasiyê bi cih bûne. Hevrêyên me li vir bûn; Me got xwe tevlî wan nekin û em ji wir vekişîn. Ji xwe çiya dirêj e, dikarin li aliyekî bi cih bibin, me got pirsgirêk nîne. Lê îsal dijmin bi helîkopterên xwe hatin û 100 metre nêzî wan leşker danîn. Yanî di bin parastinê de dadikeve jêr û ji wir dadikeve araziyê. Çend roj berê di çapemeniyê de derketibû; Ew leşkerên ku li ber baregeha PDK’ê xuya dikirin, ji hewayê daketin. Bi pêşengiya PDK’ê li herêma bi navê Çarçêl meşiyan û Sêgir girtin. Yanî dixwaze hesasiyetên me bi kar bîne, jê sûd werbigire û xwe bispêre PDK’ê, dagir bike û bi cih bibe. Pozîsyona dewleta tirk ev e. Ger ew bi hêz bûya dê ev yek nekira. Ew qelsiya wan e. Bi vê yekê re rasterast dixwazin şerê Kurd-Kurd bidin destpêkirin. Ji xwe şer heye. Bila raya giştî şîrove bike ka ev tê çi wateyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar