Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PDK ji bo eşîreta xwe hemû nirxên gelê kurd bazar dike’

KCDK-E’yê bal kişand ser hevkariya ku PDK bi dewleta tirk re û got: “PDK êdî divê bi rengekî vekirî aşkere bike ku li aliyê gelê kurd e, yan li aliyê dewleta tirk a qirker e. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiya şerm berde.”

KCDK-E’yê bi sernava “PDK li dijî Têkoşîna Azadiyê li gel dewleta tirk disekine” daxuyaniyek weşand û bal kişand ser daxuyaniya herî dawî ya Alî Avnî.

KCDK-E’yê diyar kir ku rayedarê PDK’ê Alî Avnî xeta xiyanetê ya ku ji aliyê partiyê ve tê meşandin rewa kir û got: “PDK ku tu eleqeya wê bi doza gelê kurd û Kurdistanê re nemaye, çarenûs û her tiştê xwe endeksî dewleta tirk kiriye, divê polîtîkayên dijmin neşopîne. PDK ku dewlemeniyê li ser dewlemendiyên xwe zêde dike, ji bo eşîreta xwe hemû nirxên gelê kurd bazar dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK hevkariya xwe ya bi dewleta tirk didomîne û di xiyanetê de israr dike û wiha hat gotin: “Heyîna zêdeyî 100’an baragehan a li başûrê Kurdistanê, mîna biryargeha MÎT’ê bikaranîna wê ji ber vê yekê ye. Piştgirî dayîna dewleta tirk a qirker û artêşa wê ya dest bi xwîn, xiyanet e. Alî Avnî yê PDK’î şûna ku ji artêşa tirk a dagirker ne rehet bibe ku bi dehan sal in baragehên wî yên leşkerî li Kurdistanê ne, ji heyîna tevgera azadiya kurd ne rehet e. Ji ber ku PDK’ê xeya xiyanetê esas girtiye, êrîşên dagirkeriyê li hemû Kurdistanê belav bûne. Ji Duhokê heta Hewlêr û Silêmaniyê MÎT û çeteyên wê yên kujer bi serbestî tevdigerin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “PDK êdî divê bi rengekî vekirî aşkere bike ku li aliyê gelê kurd e, yan li aliyê dewleta tirk a qirker e. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiya şerm berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar