Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

PDK ji bo fermana 75`an di nava hewldana dermirovahî de ye

Endamê Rêveberiya Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan diyar kir ku PDK li dû bûyera derketina civaka êzidî ji kampên li başûrê Kurdistanê ye û wiha got: “PDK berê civaka êzidî dide fermana 75’an”.

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wan di sala 2014’an ji Şengalê reviyan û civaka êzdî bi fermanê re rû bi rû hiştin. Endamê Rêveberiya Komîteya Avakar a Meclisa Ol û Baweriyan Hesen Mihemed provokasyonên PDK’ê yên li dijî êzidiyên li başûrê Kurdistanê axivî.

Hesen Mihemed da zanîn ku provokasyonên ku li Başûrê Kurdistanê ku bûn sedema reva êzidiyan ji kampan, fermanên li dijî êzidiyan tînin bîra mirov. Mihemed gefxwarina li civaka êzidî û derxistina fitneyan wek armancên van provokasyonan nîşan da û got: “Çawa beriya çend salan DAIŞ bûbû sedema koçberikirina êzidiyan, niha jî heman tişt tê kirin.”

Hesen Mihemed destnîşan kir ku PDK li pey provokasyon û hewldanên derxistina fitneyan e û wiha pê de çû: “Ji ber berjewendiyên siyasî ev pirsgirêk hatiye derxistin, lê li dû vê bûyerê PDK ye, armanc jê ew e ku berê vê civakê bidin fermana 75`an. Em dibînin ku ev berdewama plana PDK`ê û hikûmeta Iraqe ya li dijî Şengalê ye.”

Hesen Mihemed diyar kir ku bi taybet civaka êzidî li hemberî planên ku li dijî wê têne kirin û wan ber bi fermanên nû ve dibin, yekitiya xwe ya leşkerî, çandî û civakî ava bikin, piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û wiha dom kir: “Li hemberî wan aliyên ku ji olan fêm nekirine û li gorî berjewndiyên xwe berê wan olan didin tundrawiyê; îro roj roja hevkarî û hevgirtina hemû ol û baweriyan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar