Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Behdînan û Zagrosan berdewam dike. Di êrîşan de gundî jî tên hedefgirtin.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê ku ji çavkaniyeke herêmî girtiye, Lijneya PDK’ê ya Nahiya Kanîmasî ya girêdayî Amediyê, zext li gundiyên Edinê, Dêrşîşê û Seraro dike ku gundên xwe vala bikin.
Hate gotin ku gundî nerazîbûn nîşana hewldan û zextên Lijneya PDK’ê dane, lê lijne gundiyan tehdît kiriye û gotiye divê di nava 3 rojan de gund were valakirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku hem wextê zextên Lijneya PDK’ê ya Kanî Masiyê, artêşa tirk jî derdora gundan topbaran û bombebaran dike, ji bo gundî cihê xwe terk bikin.
Piştî êrîşên dagirkeriyê yên ji 23’ê Nîsanê ve destpêkiriye heya niha, di encama êrîşên dewleta tirk de tê gotin ku ji bo leşkerên tirk li gundan bi cih bibe, bi dehan gund bi darê zorê hatine valakirin anjî neçar kirine gundê xwe vala bikin.
Li gel valakirina gundan rêyên leşkerî li herêmê tên çêkirin û bi berdewamî darên şîn ên li herêmê tên jêkirin û derbasê Tirkiyeyê tên kirin. AMEDIYÊ