Navenda Nûçeyan |
Hat diyarkirin ku hêzên taybet ên PDK’ê ku tev li êrîşên dagirkeriya dewleta tirk bûn, li herêma Zagrosê li hemberî gerîla amadekariyên êrîşan dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, hêzên Gulan û Zerewanî yên girêdayî Serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê li herêmên Sîda, Saca û Çemçoya girêdayî herêma Rençbirax a Zagrosê operasyonekê li dar bixin.
PDK a ku li ser pêşveneçûyîna artêşa tirk, li ser daxwaza Enqereyê ligel artêşa Iraqê hêzên xwe yên taybet tev li operasyonê kirin, hêzên xwe sewqî gelek deveran kiribûn. Hêzên taybet ên PDK’ê di 5’ê hezîranê de sewqî Metînayê hatibûn kirin û di êrîşa dewleta tirk a dagirker de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn.