Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘PDK ji bo şerê birakujiyê destpêkê rejîma Baasê anî niha jî Tirkiyeyê’

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dike. Dewleta tirk rojane xelkê sivîl dike hedef, li beramberî vê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêze. Kesên li hemberî dagirkeriyê jî derdikevin, têne binçavkirin. Li ser vê mijarê rojnameger, çalakvanên civaka sivîl û mamostayên Helebceyê axivîn.

Rojnameger Kelsum Hisên diyar kir ku hemû netew û hizb xwedî dîrokeke taybet in û destnîşan kir ku di rûplên dîrokê de PDK jî heye lê her tim bi şêwazên cuda deste wan di xiyanetê de hebûye û wiha got: “Li her parçeyek Kurdistanê bûye beşek ji xiyanetê. Bi qasî ku bi dijmin re dost e, carek jî nekariye bi hizbek kurdistanî re dostanyê bike. Wê di dîrokê de jî navê wan weke xiyanetkar bimîne. Ji bo dagirkirina Kurdistanê, tu cih nema ku PDK hemahengiyê li gel neke. Divê kurd jî di vê deme de yekrêziya xwe çêbikin.

Roj bi roj aboriya Tirkiyeyê ber bi têkçûnê diçe, ya balkêş ew e ku PDK bi vî awayî jî bi Tirkiyeyê re ye û ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê, piştgiriya Tirkiyeyê dike. PDK dizane ku alîkariya Tirkiyeyê bike, yan jî neke, cihê wî di nava xaka Kurdistanê de nîne. Ya ku dike dawî nefes û hêviya wan e. Di serdana Nêçîrvan Barzanî de şêwazek bêrêziyê heye. Tu hêviyek ji vê serdanê nîne û tenê xiyanet e.”

‘PDK ji bo dijberiya kurdan hatiye avakirin’

Çalakvanê civaka sivîl Elî Ebdula destnîşan kir ku PDK ji bo dijberiya kurdan hatiye avakirin û tu hêviyek baş bûnê nîne û ev tişt anî ziman: “Tirkiye li dû berjewendiyên xwe ye. Ya cihê pirsyarê, ji bo çi hizbên Kurdistanê aboriya Herêma Kurdistanê dixin jêr destê welatên biyanî û xaka Kurdistanê firotine?

Hizbên din jî bûne dûvikê PDK’ê. Hemû rêveberên hizbên din neçarî bê helwestiyê hatine kirin. Aliyên muxalefet jî radestî pere bûne. Divê xelk vê yekê qebûl neke, erkê me hemûyane em dijî hizban raperînê bikin.”

Pişta xwe bi Tirkiyeyê girê dide

Mamosta Îqbal Enwer jî di heman mijarê de ev tişt anî ziman: “Di destpêka salên 90’î de PDK’ê rejîma Baasê anî xaka Kurdistanê û ji bo şerê birakujiyê bikar anî. Dema ku rejîma Baasê tune bû, pişta xwe bi Tirkiyeyê re girêda. Gelek baregehên dewleta tirk li nava xaka Kurdistanê hene, niha jî dewam dike. Me hemûyan dît beriya du mehan leşkerên tirk anî nava xaka başûrê Kurdistanê.

Pêwîstiya gel bi hişyariya netewî heye. Pêwîst e gel vê yekê qebûl neke û dijî PDK’ê zexta civakî bikar bîne. Nabe êdî ev yek ji bo PDK’ê were qebûlkirin.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar