KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

PDK ji bo veşartina sûcê dewleta tirk di nav hewldanan de ye

Rojnameger Botan Germiyanî ê li başûrê Kurdistanê, diyar kir ku kesên ji ber çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê jehrî bûne û ew rakirine nexweşxaneyê, nerihetiya wan wekî "sermagirtinê" hatiye tomarkirin.

Êrîşên dewleta tirk ên di 14’ê nîsana 2022’yan li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe hatibûn destpêkirin, bênavber didomin. Di van êrîşan de bi sedan caran dewleta tirk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne. Li herêmê êrîşên hewayî û bejahiyî ev salek e ku bênavber berdewam dikin. Li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya hêzên navneteweyî jî didome. Piştgirî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re jî bi çêkirina rêyan didome. PDK’ê li herêma Zapê ku êrîşên dewleta tirk lê didomin, ji bo dewleta tirk rêyên nû çêdike. Ji aliyên din ve jî bomberdûmana li ser sivîlan ên li bajarên başûrê Kurdistanê jî bênavber didome. Dewleta tirk ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an heta niha bi taybet jî qadên sivîlan ên Herêma Kurdistana Federe hedef digire û zarok û jin jî di nav de heta niha gelek sivîl qetil kirine. Li gorî rapora Bûroya Iraq Kurdistan a Tîma Navbeynkarên Xiristiyan (CPT) di encama 42 êrîşên hewayî yên li dijî qadên sivîl de 6 jê zarok herî kêm 20 sivîl hatine kuştin. Lê belê ji 2015’an vir ve 150 sivîl di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de hatine kuştin.

Rojnameger Botan Germiyanî, geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.

Rojnameger Germiyanî da zanîn ku di encama êrîşên çekên kimyewî de heta niha gelek şêniyên herêmê jehrî bûne, lê belê raporên wan ji hêla PDK’ê ve hatine desteserkirin û wiha got: “Dewleta dagirker a tirk ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê û dagirkirina axa Kurdistanê ev bi salan e van êrîşên xwe didomîne. Bi rojane ji bejahî û hewayî bi hemû derfetên xwe yên leşkerî êrîşî li ser axa başûrê Kurdistanê dike. Heta ku bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Ji bo îspatkirina vê yekê bi dehan belge di destê me de hene. Welatiyên li sînor dijîn bi wan çekên kîmyewî jehrî bûne û ji ber vê jî çûne nexweşxaneyê. PDK raporên van gundiyan diguhere. Ango kesên ku bi çekên qedexekirî jehrî bûne PDK di raporên wan ê tenduristiyê de dibêje, ‘serma girtine’ -yan jî ‘ji ber kareseteke xwezayî wiha bûne’ qeyd dike. Min bi xwe jî bi gelek malbatan re ku di encamên çekên kîmyewî de jehrî bûbûn, axivî. Wan bi xwe ji me re wisa got. Ji me re gotin, ‘ew dermanê ku ji bo jehrîbûnê bi kar tîne nadin ku nebe belge û nahêlin ku di raporên me de bê nivîsandin ku bi çekên kîmyewî jehrî bûne’. Ev siyaseta PDK’ê ye.”

‘Komkujiyan pêk tînin’

Germiyanî bilêv kir ku Tirkiye di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser gundên li sînor zêde kirine û wiha pê de çû: “Her wiha niha bi taybetî li ser Zap û Girê Cûdî êrîşên xwe zêde kirine. Lê rastî berxwedaneke dîrokî tê meşandin û artêşa tirk bin ketiye û ev şikestineke dîrokî ye. Ji bo veşartina vê binketinê berê xwe da nav bajaran. Cihên herî qerebalix, cadeyên giştî hedefa wan de ne. Ji ber vê yekê jî PDK bi awayeke aşkere piştgiriya xwe ya ji bo dewleta tirk nişan dide. Îro PDK bûye beşek ji van komkujî siyaseta qirkirin û êrîşên dagirkeriyê. Me dît di demên pêş de tenê di nava heftiyekî de dewleta tirk a dagirker di hûndirê bajarê Kurdistanê de li dijî hemwelatiyan pênc komkujî pêk anîn. Cihê ku bombardiman kiriye ne ciheke ser sînore, ne ciheke derveyî bajêre û ne jî ciheke leşkeriyê ye. Balkêşe ku piştî her bombardimanekî dewleta tirk, PDK û çapemeniya wan û sazî û dezgehên wan îlan dikin ku li wan deran PKK heye û di heman seatê de bi ser wan bombardimanan ve bi berfirehî agahî dide.”

‘PDK parçeyeke komkujıyan e’

Rojnameger Germiyanî anî ziman ku di her êrîşeke li dijî hemwelatiyên başûrê Kurdistanê de tiliya PDK’ê heye û wiha domand: “Du armancên PDK’ê hene. Ya yekem, dixwazin ji cîhanê re û gelê başûrê Kurdistanê re bibêjin ku yê ku tê bombardûmankirin normal e ku bimrin, ji ber çekdarên PKK’ê ne. Armanca wan a duyemîn jî, dixwazin ku ev êrîş û bombardûmanên dewleta tirk bi vî awayî rewa bike. Ji saziyên navnetewî û saziyên ku mafên mirovan diparêzin re dibêjin,’Ev çekdar in û ketine cihê sivîlan.’ Ji bo ku kes lêkolîn neke vê siyasetê dide meşandin. Kengî rastiya bûyeran xuya dibe PDK derewîn e. Di van demên dawî de di 12’ê mehê de aşkere bû ku dewleta tirk wesayiteke sivîl bombardûman kiriye û tê de sê hemwelatî ku bi eslê xwe xelkê Misûlê ne û karmend in şehîd bûne. Dema ku bombardûman çêbû rayedarên PDK’ê li ser hesabên civakî belav kirin ku di wê wesayitê de berpirsyarê PKK’ê hebûye. Ji bilî wê jî agahiyên ku bi rojane dikevin destê me, çekdarên PDK’ê mil bi milê leşkerên tirk li Zapê dimeşe. Îro PDK bûye parçeyeke esasî ya komkujiyan. Di nav bajaran de jî bi rêya îstîxbaratê dezgehên xwe yên parastinê bi temamî xistiye xîzmeta dewleta dagirker a tirk. Di nav baregehên parastinê de ofîsên MÎT’ê hene. MÎT dimîne û plansaziya xwe dike û di nava bajaran de êrîşan pêk tîne. Piştî ku êrîşên xwe pêk tînin MÎT direve baregehên PDK’ê û li wir tên parastin. Pişt re jî ber bi Hewlerê ve dişînin. Rewşeke wiha çêbûye. PDK ku hîzba siyasî ya Kurdistane ye li Başûr ketibû çeperê xiyanetê û piştgiriyê dida dagirkeriyê. Lê îro rasterast bi xwe bûye beşek ji dagirkeriyê.”

‘Dijminatî bûye erka sereke ya PDK’ê’

Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku xiyanet êdî bûye erka PDK’ê û got ku ji bo ku PKK êrîş bike PDK li hincetan digere û got: “Îro mil bi milê leşkerê tirk li dijî gerilayên azadiyê şer dike. Bi rojan e bi zanyarî û tespîtên wan ê îstîxbaratî bejahî, mirovê sivîl û wesayitên sivîl tên bombardûmankirin. Tu caran li hemberî van êrîşan û kuştinan hemwelatiyan dengê xwe dernexistine û sersaxî ji malbatan nexwestine. Heta niha yek carî jî ji dewleta tirk re negotine ‘bes e.’ Heta çend roj beriya niha jî rayedarên wan ê di asta herî jor de dibêje, ‘dewleta tirk bi dronên xwe û balafirên xwe dikare sînorê parezgeha Silêmaniyê çekdar û berpirsên PKK’ê bombardûman bike û gelo dikarin li Şeladizê û Behdînan bombardûman bike?’ dijmin jî wisa naaxive. Erdogan bi xwe jî wisa naaxive. Lê PDK diaxive. Ev gotin gotineke dijminatiyê ye. Gotineke ku xizmeta dijmin dike. Li vir xuya dibe ku PDK her tim navê kurd û Kurdistanê ji bo berjewendiya xwe yên aborî bi kar tîne û di rastiyê de dijmin e. PDK ji bo kurd dijmin e, ji bo Kurdistanê dijmin e. Heta ku PDK hebe dê tiştekî bi navê azadî, tifaqî û yekbûyinê çênebe. Li ku derê dengeke azad û daxwaziya azadiyê hebe, PDK wî bêdeng dike û li dijî wê disekine. Li başûrê Kurdistanê tiştê ku dijmin nikare bike û ji destê dijmin nayê PDK temam dike. Mirov vê êdî wekî erka wan a sereke dibîne. PDK bi van kirinên xwe hincetekî digere ku carekî PKK bersivekî bide û ji wê re jî derfet çêbibe ku rasterast bi çekên xwe êrîş bike. Niha li hinceteke wiha digere. Lê hêjayî gotinê ye ku PKK bi berpirsyarî û hestiyarî tevdigere. Dê tu carî nekeve nav vê siyaseta qirej ku tenê xizmeta dijmin û dagirkeran bike. Herî dawî di daxuyaniya birêz Karayilan de me dît û got,’nabe ku kurd bi kurdan re şer bike û ya girîng tifaqiya navbera gelê kurd e.’ Ev siyaseteke neteweyî ye û xizmeta tevahiya welêt dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar