Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PDK ji hêza rojnamegeran ditirse

Nerazîbûnên li hemberî girtina rojnameger Silêman Ehmed her ku diçe zêde dibe.Endamê malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder nerazîbûn nîşanî girtina rojnameger Silêman Ehmed da û bang li her kesî kir ku ji bo serbest berdana wî têkevin nava liv û tevgerê.

PDK di zext û zordariya li ser rojnamegeran de ne kêmî desthilta faşîst a AKP-MHP’ê ye. Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin.

Rojnameger û her wiha endamê Malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder têkildarê zextên li ser rojnamegeran ji ANF’ê re axivî. Heyîder anî ziman ku PDK ji hêza rojnamegeran ditirse û ji bo rastiya xwe veşêre serî li zext û binpêkirina maf dide. Heyîder destnîşan kir ku ragihandin di roja me ya îro de li cîhanê xwedî pozîsyonek girînge û dikare rola sereke bilîze û wiha got: “Ji ber vê yekê di nava van salên dawî de gelek rojnameger hatin girtin, qetilkirin û windakirin. Desthilatdarî ji hêza rojnamegeran ditirs in. Ji ber vê yekê bi her cure êrîş dikin û bi zextê hewl didin rojnamegeran bêdeng bikin.”

Heyîder êrîşên dewleta tirk a li ser rojnamegerên muxalîf jî bibîr xist û wiha pêde çû: “Li ti devera cîhanê mîna dewleta Tirk êrîşê rojnamegeran nake. PDK jî îro li Başûrê Kurdistanê di girtina rojnamegeran de rola sereke ya dewleta Tirk pêk tîne. Li Başûrê Kurdistanê li dijî rojnamegeran zextek mezin heye. Nahêlin rojnameger bi awayekî azad xebatên xwe pêk bînin. Girtina edîtorê Ajansa RojNewsê mînaka vê ye. Ev zext nîşaneya tirsa wan e. Ji bo rastî dernekeve holê pêşiya ragihandina azad digirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Heyîder bal kişand ser krîza aborî, siyasî û leşkerî yên li cîhanê û wiha dewam kir: “Ev krîz bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kûrtir bûye. Her roj bi hikûmeta Iraqê re pirsgirêk dijîn. Bi taybetî di mijara mûçeyan de. Desthilatdariya Başûr gel xistiye çi rewşê em dibînin. Xizanî her ku diçe zêde dibe. Gelê Başûr ên ku li dijî vê krîzê bi bertek in, hene. Dixwazin kîn û hêrsa di dilê xwe de derxînin û ji raya giştî re parve bikin. Lê desthilatdariya Başûr bi girtina rojnamegeran û zextan hewl dide pêşiya vê rastiyê bigire. Naxwazin kesek li dijî wan axaftinek jî bike.”

Rojnameger Pîr Heyîder, di dawiyê de bang li saziyên peywendîdar kir ku bi erkên xwe rabin û got, “Divê demildest edîtorê beşa Erebî yê Ajansa RojNews’ê Silêman Ehmed serbest bê berdan. Em weke rojnamegerên Şengalê, li dijî girtin û zextên li ser rojnamegera ne. Her wiha em daxwaza azadiya rojnameger Silêman Ehmed dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar