Malbata sîxur û çeteyên wê piştî çekên gel kom kirin û ji Şengalê reviyan, çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de fermana 74 li ser civaka êzidî pêk anî. Bi şikandina çeteyên DAIŞ’ê ya bi pêşengiya, gel, gerîla û şervanên Şengalê re, Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî dest bi avakirina Şengalê kir. Rêveberê hertim bang li koçberan dikir ku vegerin ser cih û warên xwe, lê PDK ji bo ku koçberan di hilbijartinan û berjewendiyên xwe de bikarbîne, rê li vegerê digirt.
Weke hilbijartinên dema borî, PDK ji bo ku koçberên di kampên Herêma Kurdistanê de, ji bo hilbijartin û alîkariya navnetewî bikarbîne, vegera koçberên êzidî ya ji bo Şengalê asteng dikir. Piştî çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya gerîlayên azadiyê, hêzên Şengalê, YPG û xelkê Şengalê hatin têkbirin, Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî dest bi ji nû ve avakirina Şengalê kir.
Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi xelkê Şengalê re, bi fikir û ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe avakir. Piştre ji bo cihên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn wêrankirin, dest bi xizmetguzariyê kir. Bi hewldanên ji bo avakirina Şengalê re, Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li hemû koçberan kir ku vegerin ser cih û warên xwe, bi çand û hunera xwe bijîn.
Ji bo ku êzidî carek din venegerin Şengalê û bi çanda xwe nejîn, PDK û dewleta irk hertim di nava plan û komployên qirêj de bûn. Bi êrîşên hewayî, dorpêça ser Şengal û peymanan rê li vegera êzidiyan ya ji bo Şengalê digirtin.
PDK ji bo ku alîkariyê ji dewletên cîhanê bigire, nedihêla êzidî vegerin ser cih û warên xwe û hertim di nava bazirganiyek qirêj de bû. Herwiha PDK ji bo ku koçberan di hilbijartinê de bikarbîne, rê li vegera wan digirt, beşek ji koçberan ji ber gefên PDK’ê bibûn sîxur û di berjewendiyên MÎT-Parastina PDK’ê de dihatin karanîn.
Ji ber vê rêgiriya li koçberan dihat kirin, Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê giliyê serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê demborî yê Hikumeta Herêmê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karê Hindir Rêber Ehmed kir, lê heya niha jî ev gilî li Dadgeha Federal ya Iraqê nehatiye vekirin û wek xwe maye.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê 30’ê Tîrmeha 2024’an weke roja girtina hemû kampên koçberan yên li parêzgehên Herêma Kurdistanê diyarkiribû. Lê ji ber rêgiriya PDK’ê, kampên li Dihok û Hewlêrê vê biryarê bicih ne anîn. Kampên din yên li Silêmaniyê jî hemû li gorî biryara wezaretê tevgeriyan û kampên koçberan hemû hatin girtin.
Li gorî daneyên Wezareta Koç û Koçberan ya li Wezareta Karê Hindir ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, rêjeya koçberan bi giştî li Herêma Kurdistanê 664 hezar û 798 kes bûn. Hejmara koçberên di nav kampan de jî 174 hezar û 706 kes bûn. Rêjeya koçberên dervey kampan jî 490 hezar û 92 kes bûn.
Tevî rêgiriya PDK’ê jî, beşek mezin ji koçberan guh nedan rêgirtiyê û vegeriyan ser cih û warên xwe.
Li gorî salan hejmara koçberên vegeriyan ser cih û warên xwe wiha ye:
2019: 254 kes
2020: 9 hezar û 138
2021: 5664 kes
2022: hezar û yek kes
2023: 3 hezar û 278 kes
2024: 4 hezar û 235 kes
Piştî hilbijartina dema şeşem ya parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di 20’ê vê mehê de pêkhat, zêdetirî hezar û 500 koçber ji kampên bin desthilatdariya PDK’ê de vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Şengal û Mûsilê. Koçberan hemû jî guh nedan PDK’ê û vegeriyan, piştî hilbijartinê jî PDK ji bo ku xwe baş bide nîşandan, rê li vegera koçberan vedike.