Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PDK ji Tirkiyeyê bêhtir dixwaze şerê kurdan bike

Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hema hema salekî li pey xwe dihêle lê heta niha jî encamek nehatiye bidestxistin.  Tirkiye niha jî hewl dide bi alîkariya PDK’ê vê operasyonê berfirehtir bike. Tê gotin ku ji bo DYA vê operasyonê erê bike, PDK ji Tirkiyeyê bêhtir di nava bizavan de ye

Rojnameger Erdogan Altan ev rewşa heyî analîz kir bi taybetî saleke dawî ya operasyon û êrîên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê pêş dixist şîrove kir. Li gorî Altan Tirkiye hewl dide bi alîkariya PDK’ê operasyoneke berfireh pêk bîne. Ji bo vî şerî jî PDK ji Tirkiyeyê bêhtir din ava bizavan de ye.

Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyona Tirkiyeyê hema hema salekî li pey xwe dihêle. Tevî alîkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî hêzên artêşa Tirkiyeyê heta niha encamek bi dest nexistiye. Ji bo ku encamek were bidestxistin, TSK’ê Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê û komên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) jî tev li operasyonê kirin. Lê dîsa jî encamek bi dest nexist û neçar man ku xwe ji gelek deverên lê bicih kiribûn vekişîne.

Operasyon ev bû salek ku didome û Tirkiye li qada şer xitimî ye. Bi xitimîna Tirkiyeyê re hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de zêdetir bûn. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan piştî hevdîtinên bi rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê re, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate Enqreyê û bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Bi zêdebûna van hevdîtinên Enqere û Hewlêrê re, hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê jî bi mebesta piştgiriyeke xurtir a bi Tirkiyeyê re sewqî herêmên cuda hatin kirin.

PDK’ê li 87 noqteyan bi cih bû

Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dê di 23’yê nîsanê de salekî li pey xwe bihêle. Lê heta niha jî encamek nehatiye bidestxistin. Tê payîn ku Tirkiye dê bi alîkariya PDK’ê, operasyona xwe berfirehtir bike. PDK’ê qederê 10 rojek berê hêzên xwe yên Gulan, Zêrewanî û Pêşmergeyên Roj li herêma Heftanînê bi cih kirin. Tê gotin ku PDK dixwaze li van deveran noqteyên leşkerî ava bike û sewqiyeta heyî jî tenê bi Heftanînê re bisînor nîne. Ji deverên nêzî Heftanîn û Metînayê heta Şeladizê û Ava Xabûrê, ji kampa sînorê Kanîmasiyê heta ber bi herêmên Bradost û Haci Umranê, PDK’ê zêdetirî 87 noqteyên leşkerî ava kirine. Niha jî hêzên girêdayî PDK’ê û leşkerên bipere li van noqteyan tên veguhestin. Hat zanîn ku li noqteyên ji hêla Fermandarê Yekemîn ê Hêzên Alîkar ên Pêşmergeyan Sîhan Barzanî ve hatine avakirin, bi taybet jî endamên Rêxistina Îstîxbarata Millî (MÎT) hatine bicihkirin.

 Peywira taybet dan pêşmergeyên roj

PDK, bi hêzên xwe yên Zêrewanî, Gulan û Pêşmergeyên Roj re piştgiriyeke çalak dide operasyona Tirkiyeyê. Xelkê herêmê jî ji ber vê nêzikatiya PDK’ê nerazî ye û bertekan nîşan didin. Tê gotin ku malbatên wan kesên di nava van hêzan de cîh digirin jî xwe ji wan nerazî dikin. Tirkiyeyê, Pêşmergeyên Roj heta niha ji bo paqijkirina mayinan, danîna kêmînan û berhevkirina îstîxbaratê bi kar anîn. Hat zanîn ku niha jî peywireke din dayîne vê hêzê. Nêzî du mehan berê komeke bi serkêşiya yek ji fermandarên Pêşmergeyên Roj Ozan Hecî Îso derbasî 172’yemîn Fermandariya Lîwaya Bizirx a li Cizîr a Şirnexê bû. Peywira van hêzên navborî ew e ku bi destpêkirina êrişeke berfireh re dê li ser xeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, başûrê Kurdistanê û Şengalê bên bicihkirin û nehêlin çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

 Serdanên Barzanî yên Duhokê

Hat zanîn ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu di nava 3 mehên dawî de gelek caran li Şirnex û Duhokê bi endamên Polîtbûroyê, walî û hêzên taybet ên PDK’ê re civîn li dar xistin. Tevî ku di nava bernameya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û Serokwezîrtiyê de nebû jî, di nava vê meha dawî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 caran çû serdana Duhokê. Li gorî agahiyan, Barzanî di van serdanên xwe de bi Hêzên Komando yên Pêşmergeyan û bi berpirsyarên Hêzên Zêrewaniyan re civînên veşartî kirine. Hat ragihandin ku bi komeke berpirsyar re li noqteyên leşkerî yên ji Şeladizê heta Akreyê hatine avakirin geriyaye.

PDK dê raste rast tev li bibe

Sedema van hevdîtin û serdanên di van demên dawî de jî ew e ku PDK raste rast tev li operasyona leşkerî ya berfireh bibe. Hat zanîn ku Tirkiye bi rasterast tevlibûna PDK’ê jî qayîl nabe û ji bo pêşîlêgirtina bertekan, di nava hewldanan de ye ku partiyên din jî beşdarî vê operasyonê bike.

 Hewldanên bo qanehkirina DYA’yê

Tê gotin ku Serokomarê AKP’î Erdogan û wezîrê karên hundir bi hinceta şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hewl didin bi DYA’yê re hevdîtinan bikin lê armanca esasî ya van hevdîtinan, erêkirina vê operasyona berfireh e. Tê gotin ku Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî jî ji bo ku DYA vê operasyonê erê bike di nava hewldanan de ne. Hat zanîn ku ji Tirkiyeyê zêdetir, di hevdîtinên rû bi rû û yên li ser telefonan de rayedarên PDK’ê bêhtir di nava hewldanan de ne ku rayedarên DYA’yê di vê mijarê de qaneh bikin. Tê gotin ku DYA hewl dide PKK’ê ji Herêma Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûr bixe lewma jî îxtîmaleke mezine dê vê operasyonê erê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar