Di hefteya dawî de agahî hatin girtin ku dewleta tirk a dagirker û kolonyalîst û hêzên girêdayî PDK’ê li herêma Behdînan li hev kirine.
Hate diyarkirin ku kampa PDK’ê ya li herêma Gresên a Akrê ku beriya niha 160 malbatên Herkî ji Mûsilê koçber bûne, hatiye valakirin û bê hincet dê were sererastkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat hînbûn ku piştî avakirina kampê, nêzî hezar çeteyên Roj û malbatên wan wê bên bicihkirin.
Nayê zanîn ku ev rewş ji ber sewq û liv û tevgera hêzên girêdayî PDK’ê ya li herêma Behdînan e yan na.