Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PDK li hember Kurdistanê di nava şer de ye!

Kurdistan ji zayîna mirovahiyê re dergûşî kiriye. Di dergûşa Kurdistanê başî, qehremanî, wêrekî, dad, jin perwerî, mirov perwerî, wekhevî yanê jiyanekî ku mirov esas, jin esas, qedr û qîmeta jiyanê heye. Civak bi awayek wekhev dijî. Di civakê de kes zêde mal û milk kom nake. Çi hebe bi hevdû re parve dike. Bi hevdû re dixwe. Di hevdû re jiyanê parve dike, bi hevdû re jiyanê diparêze. Ev bi salan didome ta ku zilamê pir êrîşê ew jiyanê dike. Jiyanê xira dike.

Dema dîroka Kurdistanê were lêkolîn kirin, rastiya qehramî û îxanetê wê pir şênber derkeve holê. Di roja me ya îro de jî têkoşîna azadiya Kurdistanê dixwaze ew jiyana ku hat xira kirin, ew dêrgûşa Kurdistanê ku ji mirovahiyê xwedîtî kiriye ji nûve bi afirîne, PDK xira dike.

PDK li Kurdistanê nûnertiya xirabiyê dikir. Lê îro asta xwe ya ku xirabî dikir derbas kir, ketiye nava şer. Li ser vî divê çend bûyerên dawî were nivîsandin;

*Li Silêmanî Fermandarê Giştî yê HSD (Hêzên Sûrî ya Demokratîk) Mazlûm Ebdî, bi balafirên bê mirov yên bê çek ve hate lêdan. (bi agahiya dezgeya istîhbarata PDK-Parastin hate kirin)

*Li navçeyên Silêmanî Pêncwîn û Şarbajêr, di sê mehên havînê de maşîneyên PJAK-KODAR û hemwelatiyên wir û hemwelatiyên Iraq bi balafirên bê mirov yên bi çek hatin lêdan.

*Di sê mehên havînê de li Zaxo kuştina endamê parastinê, li Biradostan lêxistinên maşîneyan, malan, çiyayan, li Behdînan lêxistina hemwelatiyên li wê derê.

*Li Erbeta Silêmanî lêxistina Dijî Terorê YNK, li Hewlêrê êrîşa li ser KNK.

*Li Sîdekan, PDK di bin navê ‘pasavanên sînor’ û di bin alên Iraqê de dixwaze qadên gerîllayên azadiya Kurdistan, riyên wan, cephane, lojîstikên wan û di esas de jî dixwazin ku gerîlla li hember dewleta tirk a dagirker bîne astekî ku nikaribe şer bike. Aliyekî de jî enerjiya gerîlla dixwaze bikşîne ser xwe ku li hember artêşa tirk a dagirker nikaribe şer bike.

Di meha Tebaxê de Endamê Polîtburoyê PDK Elî Ewnî ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd spasiya xwe pêşkeş kir û daxwaz kir ku li her dewerê êrîşê Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin.

Tenê di sê an çar mehên dawî were mêyze kirin rewşa dawî wê pir zelal derkeve holê. Ew jî ev e yek gotine pir ne zêdeye, pir ne dirêje, divê her kurdek baş bizanibe. Li hember têkoşîn, berxwedana Kurdistanê PDK li her dewerê bi dagirkerên Kurdistanê dewleta Tirkiye’yê re ye. Di saha şer de jî bi çalak tevlî dibe. Tenê ne di asta agahî dayîn, sîxûrtî kirinê de ye. Raste rast li hember gerîlla ketiye nava şer. Li hember yekîtiya Kurdistanê re ketiye nava şer. Bûye katîlê bi kirê yê dewleta tirk a dagirker ku kengî erk bidê amadeye.

Rêber Apo dema ku sedema avabûna dewleta tirk a dagirker pênase dike vê dibêje: “Dewleta tirk a dagirker li ser tunebûna kurd û Kurdistanê avabûye” yek sedemê xwe yê ku karibe xwe dewam bike tunebûna kurde, dagirkirina Kurdistanê ye. Niha PDK jî hatiye vê rewşê. PDK, domandina hebûna xwe bi domandina hebûna dewleta tirk a dagirker û şefê faşîst Erdoxan ve girê daye. PDK, hemû pratîk û siyaseta ku dike jî di vê derbarê de ye. Her endam na lê her nûnerê PDK yên gund, nahiye, bajarok, navçe, bajaran endamê dezgeya îstîhbaratê Parastinê ye û ji bo dagirkeran li dijî azadiya Kurdistanê kar û xebat dikin. Her kurdek ku li axa xwe bi zimanê xwe, bi çanda xwe bi hebûna xwe ya mirovî dixwaze jiyan bike bizanibe ku PDK li hember axa Kurdistanê ketiye nava şer.

Nûçeyên Têkildar