Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

PDK ne partî ye, ne kurdistanî ye: Çima û çawa?

Her çi qas çendek partî di sedsala 19’an de hebin jî, partî bi taybetî di sedsala 20’an de li gelek aliyên cîhanê derketin pêş. Partî, saziyên ji kesên li ser esasên fikir, felsefe, bîrdoziyekî li hev kom bûyî û dixwazin nêrînên xwe jiyanî bikin û bibin desthilatdariya siyasî xebatan dimeşînin ve pêk tên. Partiyên ku qalibên siyasetê derbas dikin, hêzên şoreşger û leşkerî jî di nava xwe de dihewînin hene. Lê bi cewherî di sedsala 20’an de armanca tevan, rêxistinkirina civakan û li gorî nêrînên xwe birêvebirina wan bû. Derveyî hin îstîsnayan armanca piranî partiyan ew e ku li hespê netewe dewletê siwar bibin û bibin navenda desthilatdariyê. Li ser esasê bîrdoziya wan partî wekî çepgir, rastgir, faşîst, komunîst, sosyalîst û hwd. tên pênasekirin. Li Kurdistanê jî partî di sedsala 20’an de pêş ketin. Dema mirov di çarçovêya jorê de binirxîne bîrdozî û felsefeya PDK’ê çi ye, kî dizane? PDK çi diparêze?

PDK; yanî Partiya Demokrata Kurdistanê.

Ka em binêrin PDK çi qasî partî, demokrat û kurdistanî ye!

Bi awayekî fermî “netewperest a Kurd” e. Baş e, netewperest e? Na! Eleqeya PDK’ê bi neteweyan re tine ye, lê xwe wekî kurdperwer û netewperest raber dike.

Şêwazê birêvebirina PDK’ê ne li gorî qanûn, pîvan û rêziknameyên partiyeke siyasî ne. Li ser kaxizê şeklekî bişibe partiyan hebe jî, ne partî ye. Mînak di nava PDK’ê de hilbijartina rêveberiyê çawa pêk tê? Rêveberek di çi qasî de tê guhertin? Di kongreya PDK’ê ya dawî de, li gorî hate ragihandin bi qasî hezar ray hatin dayîn, lê ev ray di du rojan nehatin jimartin, ango jimartin neqediya. Li cîhaneke ku bi dehan mîlyon ray, di çend saetan de tên jimartin de, li Hewlêrê hezar ray nehatin jimartin. Di nava partiyê de çi qasî jin, ciwan, beşên civakê yên cûda tên temsîlkirin? PDK çawa siyasetê dimeşîne? Mînak yek di nava PDK’ê de muxalîf be, dikare nêrîn bide? PDK çi qasî bi gel re ye û ji bo gel siyasetê dike? Îradeya feqîr û xizanan çawa tê temsîlkirin? Derveyî xebatên teşwîkkirina sîxûrî û meşrûkirina dagirkeriyê herî dawî PDK’ê kengî ji gel re civînek pêk aniye? Gel dikare PDK’ê rexne bike? Herî dawî PDK’ê beriya çend salan rexne li xwe girtine? PDK, ne partiye, lewre formê eşîret û malbatê bi awayekî ‘modern’ qalib girtiye, mîrîtiyeke sedsala 20 û 21’an e. Hevpariya nêrîn û bîrdoziyê ne, bîata ji malbata Barzanî re esas e. Ne wisa bûya wê hemû saziyên girîng û kaniya pereyan ne di destê wê malbatê de bûya.

Beriya çend rojan di ANF’ê de dosyayeke lêkolînê ya malbata Barzanî ya sûcên bêexlaqî, dizî, talan, tecawizê û hwd. hate weşandin. Qet îtîraz yan nerazîbûnek kesî bihîst? Na, lewre hemû rast bûn…Em dirêj nekin, weke birêz Eyyub Barzanî jî dibêje, “(…) Nava PDK’ê ji ber nelirêtî û alîgiriyan zilamên xwe her ku diçû di nava xwe de diriziya. Piştre bi bandora xebatên xwe (bitaybet jî dema Mesûd Barzanî de) bandora cahşan zêde bû û li ser partiyê mûsallat bûn. Partî bû hespê axa û veguherî mertalê parastina berjewendiyên malbatî û eşîrî.(…)”

Em netewperestiyê naecibînin û rast jî nabînin. Lê ger PDK netewperest bûya li Mexmûrê Kurdên penaber ku ji ber zilma dewleta dagirker û qirker derbasî Başûr bûyî û li ber xwe didin, li çol û çiya, serê wan jê nedikir û ne difiroşte dewleta tirk. Ger ku PDK netewperest bûya, ji bo Komployeke Navnetewî pêk were, 17’ê îlona 1998’an li Amerîkayê komplo erê nedikir. Ger ku eleqeya PDK’ê bi Kurdîtiyê re hebû ya 3’yê Tebaxa 2014’an Şengal bêçek nedikir, 12 hezar pêşmergeyên wê yên bi çekên giran ne direviyan, jin û zarokên gelê me yê êzîdî ne diavêt ber destên hovîtiya DAIŞ’ê ku zêdetirî pênç hezar jin û ciwan di kuştin, tecawuz û komkujiyan re derbas bûn. Ger ku gerîlayên PKK’ê neçûbana hewara wan, belkî îro kesî nekarîba behsa Şengalê û Êzdayîtiyê jî bike.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 8 sal in bênavber şer heye. Li cihên wekî Zap, Metîna, Avaşîn, li gorî herêmên din şer zêdetir diqewimin. Dema pêwîstî çêdibe, gerîlla dixwazin biçin alîkariya hevalên xwe yên wir. PDK’ê du caran li derdora gundê Xelîfanê gerîla kirin kemînê, di bûyera yekemîn de sê gerîlla şehîd bûn. Di bûyera duyemîn de pênc gerîlla şehîd bûn, gerîllayek jî winda kirin. Hê jî nayê zanîn ka sax e yan na. Gelê Kurdistanê û hemû cîhan dizane ku gerîlla çi dike, li hemberî kî têkoşînê dimeşîne. Hêzeke kurd an kurdistanî qet dikare tişteke wisa bike?

Ji sala 1992’an ve PDK bi awayekî fermî rêveberê Herêma Kurdistanê ye. Li Kurdistanê demokrasî çi qas pêşketî ye? PDK çi qasî demokrat e? Li başûrê Kurdistanê çi qas rojnamevan hatine, girtin, windakirin û kuştin? Li Başûr dahatên ji neftê 8 mîlyar dolaran zêdetir e, yên net ê salekî dikeve berîka hikûmetê nêzî 3 mîlyar dolara ne. Lê memûr û pêşmerge jî tê de, li Başûr kedkar birçî ne, lewra neçar dimînin, li gel karên xwe yên fermî karên duyemîn-sêyemîn jî dikin. Mûçeyên wan nayê razandin. Bi taybetî mamoste demeke dirêj e dersan boykot dikin…Kî dizane pereyên gelê Başûr diçin ku?

Hewce nake ku em tevan bipirsin; gelo serweta Nêçîrvan Barzanî çi qas e? Li Başûrê Kurdistanê her sal çi qas jin xwe ji ber zext û zilma li ser wan dişewitînin, dikujin, yan jî bi navê întîxarê çi qas jin têne kuştin? Hikûmeta Başûr dikare îstatîstikên wê aşkere bike? Bi hezaran jin bi awayekî hovane têne sinet kirin, di ku dera mirovahî, demokrasî û azadiyê de cihê vê heye? Heta niha çend caran jin derketine û li ser navê PDK’ê daxuyaniyek dane, yan jî dikarin daxuyaniyekî bidin? Bi rastî jî em meraq dikin! Ma li Başûr û di bin rêveberiya PDK’ê de kurd û Kurdistan tenê ji mêran pêk tê?

Li başûrê Kurdistanê sîvîl bi êrîşên hewayî yên dewleta faşîst tên qetilkirin, PDK çima wan wekî şehîd nabîne û li hemberî dewleta tirk helwest nîşan nade? Herî dawî waliyê Duhokê Elî Teter, digot, “Zererê gel çi be, em ê qerebûyê wan bidin.” Li ser goristanan riyên leşkerî çêdikin. Gundan bomberdiman dikin, lê Elî Teter wê tazmînatê bide! Bêguman ew jî ji bo bertek pêş nekevin e, yê çi qas tazmînatê bide, nade, ew jî nediyar e…

Gelo PDK kurdistanî ye? Ger ku wisa be, çima Kurdistanê tenê wekî parçeyekî piçûk yê di bin hikmê xwe de dibîne? Mesûd Barzanî li gel ku li rojhilatê Kurdistanê hatiye cîhanê û di dema şer de wekî pêwîstiyekî xwe kişandine Rojhilat; ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê piştgirî girtin û gel bû pêşmerge, çima niha ji ber ku li başûrê Kurdistanê jî gerilayên HPG’ê hene PDK wan bi destên dewleta dagirker û qirker dide şehîdkirin? Silêman Mûînî, Mela Aware ve Îsmaîl Şahzade, Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak) çawa hatin qetilkirin? Hema bêjin bû pênc sal Mexmûr di bin dorpêç û ambargoya PDK’ê de ye, ji bo çi? Ji ber ku dewleta Tirkiyê ya qirker dixwaze. Hêzeke Kurdistanî dikare wisa bike?

Li gel ku Rêber Abdullah Ocalan got, “Bila Kak Mesûd Barzanî li ser navê me kurdan li cîhanê siyasetê bike û bibe serokê Kongreya Kurdistanê” çima PDK nehişt ku kongre pêş bikeve? PDK Kurdistanî be, çima guleyek neteqand û Kerkûk berda, niha jî li gel dewleta tirk û çeteyên wê yê tirkmen disekinî û ne dihişt waliyek bê hilbijartin? PDK Kurdistanî be, çima bi neft û bazara başûrê Kurdistanê çerxa aborî ya dewleta xwînmij û qirker a Tirkiyeyê dizîvirîne? Yanî bicewherî mîrîtiyeke bi zîhniyeta serdema navîn bûyî desthilatdar, lê ji bo desthilatdariyê jî xûlamtî û hevkariya dijminan dike ye.

Em dikarin hêjî dirêj bikin. Em li kîjan perçeyê Kurdistanê binêrin, kîjan dema dîrokê lêkolîn bikin, em ê rûyê PDK’ê yê reş bibînin. PDK her tim wekî temamkera hêza dagirkeran rol lîstiye û hêjî dilîze. Dibê ku di nava PDK’ê de gelek kesên rewşa PDK’ê rast nabînin hebin, lê xeta serwer, ya me nîşandayî ye. Ger ku ji vê rewşê nerazî bin, ew jî pirsgirêka wan e.

Mirov nikare di nivîsekî de rewşa PDK’ê bi her awayî raxe berçavan. Em binivîsin û bêjin, dibê ku vir de wê de bê kişandin; em pêşniyar dikin, mirovên dixwazin PDK’ê nas bikin, bila pirtûka mirovekî ji malbata Barzanî, birêz Eyyub Barzanî* bixwînin. Nêrîn û nirxandinên birêz Eyyub Barzanî, ne helwestên takekesî an jî ji ber pevçûnên malbatî ne, ne revok û xayîn e, rewşenbîrekî welatparêz e. Wekî ku ew jî tîne ziman, xwestiye bi awayekî zanistî û siyasî dahûrandinan bike. Lê tiştên me jî nivîsî bes in ku em bêjin PDK ne partiyek e, ne demokrat e û ne Kurdistanî ye! Êdî divê gelê kurd bi helwesta xwe nehêle ku PDK rûpoşa kurdeweriyê bide ber rûye xwe û hemû qirêjiyên xwe di bin wê de veşêre!

*Eyyub Barzani, Kürt Özgürlük Hareketi ile Bölgesel ve Uluslararası Güçler Mücadelesi 1958-1975, Aydınlatıcı Gerçekler Yayınevi.

Nûçeyên Têkildar