Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK niha jî ji bo tepisandina dengê gel dest bi binçavkirinan kir

Li başûrê Kurdistanê hikûmet li cihê ku daxwazên welatiyan pêk bîne, ji bo tepisandina çalakiyên li dijî polîtîkayên wê yên çewt, dest bi pêlên binçavkirin û girtinan kir

Xwepêşandanên başûrê Kurdistanê ya dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê dewam dikin. Heya niha di xwepêşandanan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne.

Lê hikûmeta Başûr ku li cihê ji daxwazên gel re bibe bersiv, niha jî ji bo tepisandina xwepêşandanan destpê pêla binçavkirin û girtinan kir.

Li gorî agahiyên ji xwecihiyan li bajaroka Şêladizê ya girêdayê Dihokê beriya destpêkirina çalakiyan hejmarek zêde ya çekdarên PDK’ê li navçeyê belav bûn û mûdaxeleyî çalakgeran kir. 10 kesên ku piranî ji eşîra Rêkanî ne girtin. Her wiha kesek jî birîndar kirin.

Heta niha ew hêzên PDK’ê li navçeya Şêladizê ne û li ser navçeyê serdest in. Rê li her kombûn û çalakiyê digirin. Tevî van hemû astengiyan jî nerazîbûna xelkê bi taybet ya eşîreta Rêkanî li dijî desthilata PDK’ê zêde dibe.

Ciwan hatin girtin

Ji aliye din ve duh bi şev jî li Qesrê hejmarek ciwan xwepêşandan kirin lê asayîşa PDK’ê hemû ciwan girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Navê hinek ciwanên şeva borî li Qesrê hatin girtin wiha ne;

Îbrahîm Cebar, Zana Hemed, Barzan Kakemîn, Karzan Kakemîn, Ziryan Kakemîn, Bawer Îzet û Amad Ehmed.

Xwepêşandan li nexweşxaneyê tên binçavkirin

Her wiha Tora Parastina Tendirustî ku ji komek tenduristkar, çalakvan pêk tên û parastina mafê beşa giştî ya tendirustiya herêmê dikin, bi daxaniyekê ragihand ku birîndarên di nexweşxaneyan de tên derman kirin, ji aliyê polîsan ve têne binçavkirin.

Tora Parastina Tendirustî kiryara hêzên polîsan weke kiryarek ne mirovane bi nav kir û bi tûndî şermezar kir.

Tora Parastina Tendirustî bang li rêxistinên navnetewî kir da ku ji bo dawîanîna kiryarên bi vî awayî, zextê li hikûmetê bike û wiha got: “Me di nava çend saetên dawî de bi fermî agahiyan bi rêxisitina Tenduristiya Cîhanê re parve kiriye. Divê tu birîndarên di nava nexweşxaneyan de têne dermankirin neyên binçavkirin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar