Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PDK nikare xwedî li bajarekî derkeve!

PDK û hikûmeta ku dest danî ser başûrê Kurdistanê sîstemek welê avakiriye ku di her warî de ji hev ketî û şûna pirsgirêkê çareser bike, pirsgirêkan kûr dike û dixitimîne.

Di roja îro de bûye navnîşana pirsgirêk û bi serê xwe tevgerînê. PDK û rayedarên Barzanî bê hikûmet û biryarên parlamentoyê tev digere û her karî ji bo xwe heq dibîne û dike.

Taybet di demê dawî de bajarê Hewlêr ku weke paytexta başûrê Kurdistanê tê dîtin, bi lêhiyê û mana di bin avê de cihek berfireh di rojevê de digire. Bi pêlek biçûk a baranê re Hewlêr di bin avê de dimîne. Nexasim werza zivistanê rojev lêhiya li Hewlêrê ye.

Çende sedemên vê yên esasî hene;

Yek ji van a ji hemûyan girîngtir sîstema bajarvanî û dîsa binesazî ye. Ji ber ku rêveberên PDK’ê û dîsa gendelî û dizên di nava hikûmetê de ji bo dizî û perekomkirinê, sîstema bajarvanî û taybet binesazî pir xirab çêdikin û heta vê li ber çavan nagirin.

Sîstema bajarvanî û dîsa lêkirina avahiyan li cihên ne guncav û binesaziyek baş ku bikare di her bûyerekê de avê li xwe negire û nexitime, çênakin. Heta vê weke mijarek esasî jî nagirin dest. Ji ber ku di bûyera dawî de ev yek bi zelalî derket holê.

17’ê kanûna 2021’ê li bajarê Hewlêrê ji ber barana zêde û nebûna binesaziyeke baş lehî rabûbû, 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û zirarek zêde ya madî bi xwe re anî bû. Li gorî Dezgeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber lehiyê ziyan bi hezar 109 wesayît, 143 dikan, 393 xanî, 4 hawizên masiyan ketiye û 893 lawir jî telef bûne. Her wiha hat gotin, ziyan bi 19 depo, 9 market, 47 jenerator û 10 kargehan jî ketiye.

Di carekê de ziyanek mezin ber xelkê sivîl ket û heta niha jî çareseriyeke mayînde nehatiye peydakirin. Hema piştî wê di 13’yê Çileya 2022’ê de pêlek din a baranê lê kir, dîsa lêhî rabû û ziyan gihişte gelek tiştan.

Parêzerê Hewlêr Umît Xoşnav, li şûna ku rabe rexnedayîn bide û sîstema bajarvanî û dîsa berpirsyartiya xwe ya li ber vê bide, bi gotinên heqaretê li aqilê gel bike dike. Li ser lêhiya 13’yê çileyê dibêje; ‘lêhî ranebûye, tenê av kom bûye.’ Gelo ji bo mal di bin avê de bimînin û ziyanên canî bibe, dibe lêhî birêz Xoşnav. Li gorî ew pênaseya lehiyê çi ye?

Tişta tê kirin heqaret e, ji berpirsyarî revîn û kiryarên xwe yên li ber vê nixûmandin, veşartina dizî û gendeliyê ye. Jixwe ev yek jî hemû bi belgeyan derdikeve pêş ku rayedarên PDK’î û dîsa Barzanî çawa ji dewlemendiya xaka Kurdistanê di bin navên cuda de didize û talan dike. Dibe xwedî qesir û welatî jî xizanin û nikarin debara xwe bikin.

Sîstema avakirî sîstemeke bi gotina wan ‘faşil e’ ango têkçûye. Tenê ji bo xwe kirine. Ji bo civakê tenê şekil dane nîşandan. Naverokek vala û ji hemû hîmên civakî û sîstemî dûr e.

PDK nikare xwedî li bajarek ku bi navê paytext lê kiriye, derkeve. Her kes jê gazincan dike, her kes nerazî ye, lê ew pişta xwe dide civakê û paşguh dike. Ev jî nîşan dide ku civak ne di xema wan de ye, ne ji bo xizmetê, ne ji bo avakirinê ne. Tenê ji bo xwe û dîsa derdorê xwe ne.

Ji bo vê divê civak vê rastiyê bibîne. Hikûmet û kampanyayên girêdayî hikûmetê yên dizî û gendeliyê dikin, rexne û tehşîr bikin. Ji ber ku ev dibin sedema mijarên mezin ku ziyanên canî û giyanî bi xwe re bîne.

Li aliyê din hikûmetê diyar kir ku wê tenzîmanata mexdûrên lêhiyê bidin, lê gel diyar dikin ku heta vê gavê hikûmetê gaveke wiha neavêtiye. Baş e ku hikûmet di rewşek wiha de alîkarî neke, wê kengê bike. Hikûmet ji bo çi heye?

Hikûmet li ber karesatên civakî û dîsa xizmetên civakî ya ji bo xelkê başûrê Kurdistanê pir xemsar nêzîk dibe. Ev jî dihêle ku rewşa civakî û jiyanî bikeve di rewşên pir aloz.

Nûçeyên Têkildar