Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PDK nûnertiya xeta îxanetê dike’

Malbatên şehîdan diyar kir ku PDK'ê nûnertiya kurdan neke û tevkariya wê ya bi dewleta tirk re wek ‘Xiyanetê’ bi nav kirin. Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kirin ku çarenûsa gerîlayên revandî aşkera bike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rasterast tevkariya dewleta tirk a dagirker di êrîşên wê yên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dike. Hê jî agahî ji koma gerîlayan a ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin, nehatiye girtin.

Malbatên şehîdan helwestên PDK’ê şermezar kirin û banga aşkerakirina çarenûsa gerîlan kirin.

Bavê şehîd Xebat, Elî Hesen êrîşên PDK û artêşa tirk a dagirker ên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê şermezar kirin û êrîşa PDK’ê wek ‘xiyanetê’ bi nav kir.

Hesen anî ziman ku PDK’ê nûnertiya doza gelê kurd nake, nûnertiya xeta dewleta tirk a dijmin dike û wiha got: “Em malbatên şehîdan vê xiyaneta ku li dijî me û zarokên me yên şehîd tê kirin ji bîr nakin. Ev êrîş û sûcên ku ji aliyê PDK’ê ve tên kirin ji sûcên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd ne cuda ne.”

Hesen destnîşan kir ku PDK her tim ji bo berjewandiya malbata Mesûd Barzanî dixebite û xiyanetê li gelê xwe dike û ev tişt anî ziman: “Li başûrê Kurdistanê êrîşî kurdan dikin û piştgiriyê didin dewleta tirk ku kurdan bigirin. Çi dikin bila bikin, ew ê negihêjin armancên xwe. Berxwedana me ji xiyaneta wan mezintir e.”

Xizmetê gelê xwe bikin

Dayika şehîd Nûrheq, Fikret Mihemed jî ev tişt anî ziman: “Em dayikên şehîdan vê xiyaneta li dijî me û gelê başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Divê gelê Başûr li hemberî siyaseta PDK û dewleta tirk serî hilde.”

Her wiha Fikret Mihemed bang li PDK’ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî aşkera bike û got ku divê her kurdek ne ji dijmin re ji gelê xwe re xizmetê bike.

Armanc bidawîkirina hebûna PKK’ê ye

Bavê şehîd Rifet Engîzek, Mûrad Hisên diyar kir ku PDK’ê ji salên 90’î ve heya îro bi tirk a dagirker re hevkar e û bi armanca bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê alîkariya dagirkeriyê dike ku êrîşî gerîla bike û wiha axivî: “PKK’ê ya ku xeta şehîdan dişopîne û bi milyonan mirov dane ser şopan wê, tu kes nikaribe wê tune bike.”

Hisên da xuyakirin ku li çiyayên Kurdistanê bi dehan gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin şehîdxistin û wiha domand: “Em vê xiyaneta li dijî me qebûl nakin, PDK’ê dê bedelê bidin, em ê li kêleka hêzên xwe yên ku li çiyayên Kurdistanê ji bo gel û doza xwe şer dikin bisekinin.”

Der barê revandina komeke gerîla de, Hisên bang li PDK’ê kir ku tavilê çarenûsa gerîlayên revandî aşkera bike û wan serbest berde. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar