Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

PDK peymana Lozanê li başûrê Kurdistanê dixin meriyetê

101 sal berê bi peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe û dagirkerên Kurdsitanê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li ser gelên Kurdistanê komkujiyên hovane pêk anîn. Li dijî vê yekê jî gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî têdikoşe. Lê PDK dixwaze bi hevkarî û nokertiya ji dewleta Tirk a qirker re xaka Kurdistanê zêdetir parçe bike û ya ku heyî jî tune bike.

Dewletên weke Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbîstan, Hirvatîstan, Tirkiye, Silovenya, Îtalya, Bulgarîstan, Portekîz, Belçîka, Yûgoslavya di 24’ê Tîrmeha 1923’yê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymana Lozanê îmze kirin. Di peymana Lozanê de xaka Kurdistanê bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat belavkirin û peymana Sewrê ya ku mafên gelê kurd têde hatibûn qebûlkirin, hat betalkirin. Tevî parçekirina Kurdistanê, welatên dagirkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bi tu awayî mafê netewî û çandî yê Kurdan nasnekir û her çar dewleta bi hev re tunekirin û ji holê rakirina kurdan da.

Dagirkirina Kurdistanê tenê bi sînorê xakê ve nema, di hemû warên erdnîgarî, siyasî, çandî, ziman, aborî û hwd. bi xwe girt. Gelê Kurd zû li xwe şiyar bû û bi pêxistina agirê çendîn serhildan û şoreşan ev peymane bi tundî red kir. Niha hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê ji bilî PDK’ê di bin sêwana Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) de kom bûne û hewla yekrêzî û yekgirtina netewî ya gelê Kurd didin û her wiha ji bo dîtina rêyek guncaw ji çareseriyê re li dijî dijmin û dagirkerên Kurdistanê di gelek waran de têdikoşin.

PDK weke hemû nokerî û xiyanet û hevkariyên xwe yên bi dagirkeran re, bi hemû heza xwe li dijî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jî radiweste û hewla bêbandorkirin û reşkirina vê pêkhateya netewî ya Kurdan dide. Ji aliyekê din ve jî di roja me ya îro de ku metirsiya dagirkirina tevayî başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a qirker û faşîst ve heye û ji sedî 76’ê xaka Duhokê ji aliyê wê ve hatiye dagirkirin, her wiha her rojekê devereke cuda ya xaka başûrê Kurdistanê dibe hedefa bombebaran û kîmyabaranên balafirên artêşa tirk a dagirker jî, lê PDK cihê xwe li gel dagirkeran digire û mil bi milê wan tevdigere û bi çavê dewleta tirk a qirker li gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê dinêre û li gor wê nêzîkatî li gel dike.

Sala borî ku 100 sal bi ser Peymana Lozanê re derbaz bûn, hemû Kurd li ser wê yekê hemfikir bûn ku armanca dewleta Tirk a qirker bi xeyala neo-Osmanî zindîkirina “Mîsaq-î Mîllî” ye. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê ‘Konferansa 100 Saliya Lozanê’ li bajarê Lozanê Swîsreyê bi beşdariya 600 kesên ji partiyên siyasî, rêkxistin û kesayetên navdar yên her çar parçeyên Kurdistanê û biyanî, lidar xist. Lê ji bo Kurdan û dîroka wan ya berxwedanê nexerîbe ku careke din tenê partiya tevlî vê konferansa netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê nebûyî PDK bû.

PDK ne tenê beşdarî konferansê nebû, bi rêya medya û rûpelên xwe yên nefermî, bi her awayî dijberiya konferansê kir û hewl da giringiya konferansê ji holê rake. Di heman demê de serên malbata Barzanî hewlên xwe bo dubarekirina piştevaniya xwe bo axayên xwe dubare kirin û serdana Tirkiyeyê kirin.

Îro ku Kurdistana me di bin dagirkeriya çar welatên dagirker de ye û dewleta Tirk a dagirkera herî mezin beşeke mezin yê xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, dixwaze parçeyekê ji Başûr veke û bixe ser xaka Tirkiyeyê. Tevî ku xaka ku ji sedî 76’ê wê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkerin xwediyê wê PDK xwe dibine jî, û desthilata yekemîn ya Herêma Kurdistanê ye, ne ku li dijî vê dagirkeriyê tenê bêhelweste, ew bi xwe alîkariya dewleta Tirk dike, jê re rêyên dagirkeriyê, baregehên leşkerî û nuqteyên leşkerî ava dike, li rex baregehên xwe baregehan ji leşkerên Tirk re çêdike û parêzvantiya dijminê gel û welatê xwe dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar