Erdogan, piştî hilbijartinê ji bo kurdên li ber wî serî natewînin ji holê rake, kabîneya şer ava kir.
Ji bo ku neyartiya xwe ya li hemberî gelê kurd veşêre, çend kurd xistin nav vê kabîneyê û bi hevdîtinên Hakan Fîdan ên Bexda û rayedarên herêma başûrê kurdistanê jî, dixwaze hem kurdan, hem jî dinyayê bixapîne û qanih bike ku, tu pirsgirêka wî (qaşo bi birayên wî yên kurd)re nîne.
Lê di rastiya xwe de Erdoğan dixwaze hevdîtin û biryara hevpar a ” Hakan Fidan û Mesrûr” ên kurd, şerê birakujiyê geş bike, kurdan bi hev bide şikandin.
Ji bo dewleta tirk ji şerê li hemberî gelê kurd dimeşîne encam bigire, di heman demê de Iraq û Îranê jî li dijî kurdan sor dike.
Armanca Erdogan ew e ku bi hevkariya van hêzên mêtînger kurdan têk bibe.
Tirkiyeyê çav berdaye rojava û başûrê Kurdistanê û dixwaze di sedsaliya komarê de hem başûr hem jî rojavayê kurdistanê dagir bike û li erdnîgariya xwe zêde bike.
PDK ya ku ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî Kurdistan ji çav derxistiye, li cihekî weke Rojhilata Navîn li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd berdana çekan ferz dike.
PDK, bi dijminê gelê kurd re hevkariyê dike û faşizma wan bi hêztir, çavsoriya wan zêdetir dike.
Di 22-24 ê tebaxê de Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan serdana rayedarên Iraqê û başûrê Kurdistanê kiribû.
Piştî serdana Fîdan êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê zêdetir bûn. PDK ya bi dewleta tirk re di nava hevkariyê de, di êrîşên li dijî Qadên ku bi salane tên parastin de jî piştgiriyê dide dewleta Tirkiyeyê û bi sewqiyata leşkerî ya li dijî qadên Parastina Medyayê rast e rast di nav şer de cih digire.
Di 21 ê îlonê de li hemberî buroya Nûnertiya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) a Hewlêrê êrîşeke çekdarî pêk hat û di êrîşê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun hate qetilkirin.
Bêdengiya PDK ê ya li hemberî vê êrîşe helwesteke tarîkirina bûyerê ye û ev helwest nîşan dide ku êrîş di encama hevkariya PDK ê de pêk hatiye.
Buroya KNK’ê 17 sal in li wir e û ji aliyê asayîşa PDK’ê ve 24 saetan tê şopandin.
Li şûna ku PDK kiryarên êrîşê aşkere bike, di nava bêdengiyê de ye.
Heta ku PDK daxuyaniyekê nede û êrîşê ronî neke, dê ji aliyê gelê kurd û hemû dinyayê ve sûcdar were dîtin.
Armanca êrîşa li Hewlêrê û êrîşên ku di heman rojê de li Şengal û Rojava pêk hatine, raste rast neyartiya li hemberî gelê kurd e.
Êrîşa li hemberî nûnertiya KNK ê encamên vê nêzîkatiya PDK ê ye û bi vê êrîşê tê xwestin ku pêşî li xebatên KNK’ê were girtin û xebatên KNK ê yên Yekitiya Netewî bên rawestandin.
Her wiha êrîşa dawî ya li Silêmaniyê jî, ne tesadûfe ku sûîkastên siyasî bi taybetî li vê herêmê pêk tên.
Ji ber ku li Silêmaniyê hestên welatparêziyê xurt in û gelê Silêmaniyê li ser bingeha Yekîtiya Neteweyî siyasetê dimeşîne, rayedarên Tirkiyeyê vê yekê ji bo xwe xetere dibînin.
Ji bo ku dixwazin pêşî li vê yekîtiyê bigirin, van êrîşan li hemberî Silêmaniyê pêk tînin.
Di sedsala duyemîn a Komarê de dewleta Tirkiyeyê dixwaze dîsa gelê kurd bê statû bihêle.
Rayedarên Tirkiyeyê baş dizanin ku statûya gelê kurd bi yekîtî û hevgirtinê, Yekîtiya Neteweyî jî bi meşandina xebatên KNK ê yên sazkirina têkilî, diyalog û diplomasiya nava kurdan pêkan e.
PDK, bi helwest û nêzîkatiya xwe ya li hemberî KNK û bi hevkariya dewleta Tirkiyeyê li hemberî gelê kurd sûc dike.
Di Divê her kurdekî/e xwenas li dijî vê hevkariya nebixêr bisekinê bêje êdî bes e.
Ji ber ku ev serdem ji bo gelê kurd hem ji aliyê serkeftinê hem jî, ji aliyê wendakirinê ve serdemeke krîtîk e.
Ji bo gelê kurd yekane rêya çareseriyê, yekitiya neteweyî ye. Heke ev yekitî pêk were, dê gelê kurd bi serkeve.
Ev yekîtî pêk neyê, dê gelê kurd sedsaleke din jî wenda bike.
Di vê serdemê û vê sedsalê de pêdiviya kurdan ew e ku bi tifaq û hevgirtin, bi hest helwesta neteweyî hêza xwe bikin yek, hemû destkeftiyên xwe biparêzin, Azadiya xwe bi dest bixin û bibin xwedî statû.