KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

PDK rêxistineke  dij kurd e û palpiştê dewleta tirk a dagirker e

Dewleta tirk a dagirker li beramberî Berxwedana lehengane ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Çiyayên Kurdistanê têkçû. PDK ya bi her awayî xayîntî û xwefiroşiya xwe didomîne, êdî tevlî şer dibe, cihên gerîla nîşan dide û banga komkujiyan li ser kurdan dike xwe gihand hawara wê.

Roj bi roj artêşa tirk a dagirker her ku diçe, hîn zêdetir dikeve kurahiya xaka Herêma Kurdistanê û dagir dike. Li gel vê her ku diçe komkujiyên ku bi balefirên bê mirov û bi çek zêdetir dike. Van hemûyan bi hevkarî û çavsaxiya PDK’ê pêktîne. PDK’ê Herêmê wek malek bê dergeh û pencere ji dewleta tirk re berdaye ku rojane welatiyên Herêmê qetil dike.

Artêşa tirk a dagirker niha li herêma Zap û Çiyayê Cûdî, êrîşek dijwar daye destpêkirin û li beramberî wê jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedanek dîrokî didin meşandin. Çekdarên PDK’ê jî li kêleka artêşa tirk li qadên gerîla bi pêş ve diçin û bûne parçeyek ji van êrîşên dagirkeriyê.

PDK’ê ne tenê li çiya, li nava bajaran de jî endamên Dezgeha Parastinê ya PDK’ê xistine bin xizmeta dewleta tirk a dagirker de û bi agahîdayîna ji erdê, balefirên bê mirov ên dewleta tirk rojane li nav bajar û navçeyên herêma başûrê Kurdistanê komkujiyan pêktîne. Ji pêşiya her kesê wek destkeftiyekê di medya dezgehên xwe de belav dike û radigihîne.

PDK ku bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk a dagirker re di nava raya giştî ya Kurdistanê de bûye cihê nerazîbûnê, ji aliyê çavsaxîbûna dewleta tirk ve sînoran nas nake.

Herî dawî dîmenê yek ji endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî hate weşandin ku yekser bang li dewleta tirk a dagirker dike ku bikevin nava xaka başûrê Kurdistanê û êrîşan bike. Di dîmenê ku ji aliyê Medya Haberê ve hate weşandin, ji serkêşên PDK’ê Elî Ewnî ji televîzyoneke nêzî PDK’ê re diaxive û bi rengekî aşkere dagirkeran ji bo komkujiyan bike, vedixwîne axa başûrê Kurdistanê.

Ji serkêşên PDK’ê Elî Ewnî ji dewleta tirk dixwaze ku di bin navê êrîşa li dijî kadroyên PKK’ê de bi droneyan, bi rêya ezmanî û gelek rê û rêbazên din êrîşî bi hezaran geştiyarên li herêma Ahmedawa bike. Serkêşê PDK’ê her wiha herêmên Ranya, Derbendîxan, Qeladizê û Bradostê ji bo dewleta tirk a dagirker dike hedef û ji dewleta tirk dixwaze ku li van herêman êrîşan bike.

Li gorî bîlançoyên herî dawî, ji nîsana îsal ve bi sedan car dron û balefirên şer ên dewleta tirk a dagirker herêma başûrê Kurdistanê bombebarankiriye. Tenê di navbera 28’ê tîrmeh heta 11’ê tebaxê de, balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta tirk a dagirker 5 wesayît li nav bajarên herêma başûrê Kurdistanê yên li sînorê Çemçemal, Silêmanî, Pênciwên û Dihokê bombebaran kir û di encamê de li dijî welatiyên sivîl komkujî pêkanî.

Her wiha li gorî bîlançoya Rêxistina CPT ya Amerîka ya ji sala 2015’an heta îro di encama bombebaran û êrîşên dewleta tirk a dagirker 147 welatiyên sivîl li herêma başûrêKurdistanê hatine şehîdxistin û 219 kes jî birîndarbûne. Li gorî heman bîlançoyê 158 gund bi temamî hatine valakirin û zêdetirî 600 gund jî dibin metirsiya valabûnê dene.

Her wiha li gorî bîlançoyên fermî, artêşa tirk a dagirker li nav xaka herêma başûrê Kurdistanê 80 baregehên leşkerî heye û li gel wan jî bi dehan navend û baregehên sixûriyê yên MÎT’ê di nava bajar û bajarokên herêma başûrê Kurdistanê hene ku bi veşartî kar dikin.

PDK’ê Dezgeha Parastin û dezgehên ewlekariyê ji bo MÎT’ê valakiriye û endamên MÎT’ê di nava ofîs û odeyên taybet de bi cih kiriye. Her wiha endmên Parastinê û MÎT’ê bi yek tîm û komê li gel hev, êrîşî azadîxwazan dikin.

PDK bi vê jî ne rawestaye, dirêjiya çend salane hikûemta herêma başûrê Kurdistanê xistiye bin xizmeta dewleta tirk a dagirker de. Bi salane neft û dewlemendiyên ser erd û binerd ên herêma başûrê Kurdistanê di mezadê de difiroşe û dide dewleta tirk a dagirker. Ev siyaset tenê xizmeta dijmin dike û bacek mezin dixe ser pişta gel.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar