Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

PDK rojnamegeran bi sûcên nerewa tawanbar dike

Rojnamegerên Germiyanê diyar kirin ku PDK sûcên nerewa û ne li cih dixe stûyê rojnamegeran û wiha gotin: “Lewma gelek rojnamegerên li herêman PDK’ê ne cih û warê xwe terk dikin û berê xwe didin Silêmaniyê.”

Edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ê ku ji hêla PK’ê ve hat revandin û ev 286 roj in bê hiqûqî tê ragirtin. Di 29’ê tîrmehê de 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dihokê bi sûcdariya “Xerakirina Ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê” 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî. Têkildarî vê mijarê rojnameger Zimnako Yehyayî û Şaho Îbrahîm axivîn.

Rojnameger Zimnako Yehyayî diyar kir ku rojnamegerên li herêma PDK’ê ji ber nebûna azadiyê cih û warê xwe terk dikin û tên bajarên din û wiha got: “Li herêma Behdînan, Hewlêr û Dihokê ji ber bertengbûna karê rojnamegeriyê û tunebûna azadiyê li van herêman, li dadgehên PDK’ê sûcên nerewa û nelicih ji rojnamegeran re tên çêkirin. Lewma gelek rojnamegerên van herêman cih û warê xwe terk dikin û berê xwe didin Silêmaniyê.”

Şaho Îbrahîm da xuyakirin ku li herêmên PDK’ê sûcên nerewa û nelicih ji rojnamegeran re tên çêkirin û wiha domand: “Heta niha jî ez nizanim Silêman Ehmed li ser çi hatiye girtin, mixabin li wan herêmên ku PDK desthilatdar e, çêkirina senaryoyan gelek hêsan e, kesên ku fikirên wan ên cuda hebin, senaryo ji wan re tên çêkirin û tên şandin bo dadgehê û dadgehên wir jî ne serbixwe ne û biryarên wan siyasî ne.”

Şaho Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ji destpêkê heta niha me hay ji girtina Silêman Ehmed heye, lê heta niha em nizanin ku li ser çi hatiye girtin. Vê herêmê li ber civaka navneteweyî dixin bin pirsyaran. Civaka navneteweyî wek senaryoya partiyekê lê nanêre, li wêneyê mezin dinêre ku Herêma Kurdistanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar