Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK rola Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû dileyîze

Hesen Xeyrî û Îsmet Înonu bi xiyanet û erêkirina Peymana Lozanê xewna kurdan ya sedan salan ya serxwebûn û azadiyê xistin di gorê de. Di roja me de jî, PDK bi rola van her du xiyanetkaran rabûye û bûye şopdarê mîrasê wan. Înonu û Xeyrî Peymana Lozanê erê kirin, PDK jî mîrasê wan diparêze

Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû bi xiyanet û qirêjiya li gelê xwe kirine û bi xizmetkirina ji dagirker dijminên doza kurd re, weke du navên nas di nava gelê kurd ku mohra xiyanetê li nav çavên wan hatiye xistin, wê heta heta di bîra gelê kurd de bimînin. Wan bi hewldanên xwe yên bê navber ji bo ferzkirina Peymana Lozanê xewna kurdan ya sed salan ya serxwebûn û azadiyê xistin di gorê de. Niha jî PDK bi salane di xizmeta dijminên kurd de heman rola Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî dileyîze.

24’ê Tîrmeha sala 1923’yê Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbîstan, Hirvatîstan, Tirkiye, Silovenya, Îtalya, Bulgarîstan, Portekîz, Belçîka, Yûgoslavyayê de hat îmzekirin. Di Peymana Lozanê de xaka Kurdistanê bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat belavkirin û Peymana Sewrê ya ku mafên gelê kurd têde hatibûn qebûlkirin, hat betalkirin.

Bi betalkirina Peymana Sewrê û îmzekirina Peymana Lozanê re, Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî ku du kesên kurd yên ji Bakurê Kurdistanê bûn, di Peymana Lozanê de rolek mezin leyîstin û bê navber ji bo ferzkirina xwestekên dijmin bi ser gelê xwe de, xebitîn.

Xiyaneta Îsmet Înonu 

Îsmet Înonu kurdek ji malbatek naskirî ya bajarê Bedlîsa bakûrê Kurdistanê bû. Ew yek ji sembolên tevgera neteweyî ya tirk bû. Ya di vir de ecêb ewe ku Înonû di nav tirkên neteweperest de weke yek ji pêşengên ramana netewî tê hesibandin, ji ber ku wî weke Ataturk hewla damezrandina dewleta netewî ya tirk da.

Tişta ku dihişt Îsmet Înonî din av gelê tirk yê netewperest de bê hezkirin û li ber çavên wan şirîn bibe ewe ku, Înonu plan û bernameyên ji bo helandina çand, ziman û nasnameya netewî ya gelê kurd û gelên din dikevin nav sînorên Tirkiyeyê, dadinan û bi qasî jê dihat, dixist meriyetê.

Îsmet Înonu, endazyarê betalkirin û xirabkirina Peymana Sewrê bû ku têde bi fermî biryara damezrandina dewleta Kurdistanê hatibû dayîn. Serkeftina hewildanên Înonê yên li dijî gelê xwe wê demê destpêkirin ku, dema serokatiya şanda nûnertiya dewlet netewa tirk di Peymana Lozanê de dikir.  Armanca Peymana Lozanê jî, betalkirina û valakirina naveroka Peymana Sewrê bû.

Di destpêka civîna Peymana Lozanê de welatên Ewropa pirsyara daxwaza kurdan ji hikûmeta nû ya Tirkiyeyê re kirin. Rayedarên tirk jî di beramber de ji Ewropiyan re dibêjin, Tirkiye ne tenê welatê tirka ne, welatê tirk û kurda ye. Her du gelan biryar daye bi hevre bijîn. Lê rayedarên Ewropî bawerî bi van gotinên rayedarên tirk ne anîn û Înonu nekarî şandeya welatên beşdarî peymanê bûbûn razî bike. Ji ber wê jî bi ecele vegeriya Tirkiyeyê û daxwaz ji Ataturk kir ku kesekê amade bikin ji bo ku di civîna Peymana Lozanê de weke nûnerê kurdan bidin nasîn.

Di vê kêliyê de Înonu ji Ataturk re Hesen Xeyrî pêşniyar kir û jêre got “Hesen Xeyrî dikare li wê derê di berjewendiyên Tirkiyeyê de nûnertiya kurdan bike, herwiha dê razîbûna kurdan ya mayîna bi Tirkiyeyê re nîşanî şandeya welatên beramber yên Peymana Lozanê bide.” Êdi ji vir û şûnde erk û rola xiyaneta mezin ya Hesen Xeyrî destpê dike.

Bi kar anîna xiyanetkarê kurd Hesen Xeyrî û darvekirina wî

Ataturk bangî Hesen Xeyrî dike û daxwaz jê dike ku cilûbergên kurdî li xwe bike û bi hev re herin Parlementoya Tirkiyeyê. Da ku rojnamevan û şandên welatên din bibêjin ku hikûmeta Tirkiyeyê netewa kurd, cilûbergên netewî, ziman û çanda kurdî pejirandiye.

Çend carek hevjîna Hesen Xeyrî jê daxwaz dike ku wê yekê neke û xiyanetê li gelê xwe neke, lê Hesen Xeyrî guh nade hevjîna xwe û çend carek bi cilûbergên kurdî ve diçe parlementoyê û dibêje “Kurd naxwazin ji Tirkiyeyê cûda bin.”

Piştre Ataturk daxwaz ji Hesen Xeyrî dike ku telegrafek bi heman awayî ji Lozanê re bişîne. Hesen Xeyrî jî telegrafek dişîne, rayedarên Ewropî jî li gorî wê telegrafê îmze davêjin binê Peymana Lozanê. Bi vê yekê jî bi destê du kurdên xwefiroş û xiyanetkarên gel û welatê xwe, xewna sedan salan ya serxwebûna Kurdistanê ji holê radibe.

Piştî peymana Lozanê hate îmzekirin, bi fermana Ataturk Hesen Xeyrî tê binçavkirin û dişînin dadgeha Îstiqlalê. Li dadgehê Hesen Xeyrî bi cûdaxwaziyê û liberkirina cilûbergên kurdî tê tawanbarkirin. Her çiqas Hesen Xeyrî dibêje, min ew kar li ser xwesteka we û ji bo pêşîlêgirtina serxwebûna kurdan kir û telegraf ji Lozanê re şand û Peymana Sewrê hilweşand jî, lê heyeta dadgehê jêre got: “Em dizanîn te rê li serxwebûna kurdan girt, lê liberkirina cilûbergên kurdî di nava parlementoyê de ne desturî ye.” Ji ber vê yekê dadgehê cezayê darvekirinê li Hesen Xeyrî birî. Piştî ku Hesen Xeyrî dibin ber darê bidarvekirinê jêre dibêjin gotina xwe ya dawiyê bike. Hesen Xeyrî dibêje: “Wesyet dikim gora min li ser rêya kurdan danin, da ku her kurdek di wê rêyê re derbaz bibe, tif li gora min bike.”

Dewletên ku Kurdistan parçe kirin, bi taybetî jî Tirkiye ku mezintirîn rûberê xaka kurdan ber wê ket, dest bi tepeserkirin û tunekirina hemû şoreş û serhildanên kurdan yên ku Peymana Lozanê red kiribûn, kirin.

Piştî navîna sedsala borî ve, PDK bi navê şoreşa kurdî heman rola Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû dileyîze.   Tişta ku wan kirin, niha ji aliyê PDK’ê ve hat parastin û tu carî derfet neda kurdan ku li hemberî wê peymana reş û dagirkeran têbikoşin û li ber xwe bidin.

PDK niha li dijî gerîlayên Kurdistan û rojavayê Kurdistanê piştevaneke mezin yê dewleta tirk ya dagirkere. Herwiha ji aliyek din ve jî li dijî partiyên rojhilatê Kurdistanê amade ye hemû alîkariyê bide rejîma Îranê.

PDK ji beriya dewleta tirk û dewletên din yên ku Kurdistan parçe kirine, ji bo Peymana Lozanê û sînorên çêkirî yên di navbera parçeyên Kurdistanê de hatine kişandin, dixebite û van sînoran stûrtir dike.

Bi girtina Deriyê Sêmelka yê  di navbera rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de û dibe şirîkek yê hêzên ambargo xistine ser Rojava û her roj gelê Rojava topbaran û bombebaran dikin û bi vî awayî PDK pabendbûna xwe bi Peymana Lozanê re isbat dike.

Herwiha PDK’ê saziya xwe ya îstixbaratê û yên ewlekariyê xistine di xizmeta ajandaya dewleta tirk de. Lewra li dijî gerîlayên Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ya Şengalê, bi alîkariya PDK’ê, roj nîne ku gerîlayek yan welatparêzek kurd bi destê dewleta tirk ya dagirker û faşîst neyê şehîdkirin.

PDK niha bi temamî, berhemê Hesen Xeyrî û Îsmet Înonu diparêze, ji ber van kiryarên xwe jî qet şermê ji xiyaneta û dilqirêjiya xwe ya li beramberî gelê xwe nake. Herwiha di vê mijarê de qet neketiye dudiliyê û tu derfetên xiyanetê ji dest xwe bernedane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar